Şehîd Numan Dorşin Xınıs

Numan Dorşin Xınıs

Nasnav: Numan Dorşin Xınıs
Nav û Paşnav: Mirkan Yalavuz
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Erzurum
Cih û Dîroka Şehadete: 11.04.2021 Garzan

“Hevrêyê me Nûman sala 1994’an li Êlihê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Li dijî polîtîkayên bêîradekirin û bênasnamekirina ciwanên Kurd a ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger û qirker ve hate meşandin, hevrêyê me Nûman bi tevlîbûna li nava refên gerîla bersiv da dagirkeran. Hevrêyê me bi têihiştina ku ciwanên Kurd bêalternatîf nîne, agirê azadiyê yê Rêber Apo gelê me ronî dike û wê gelê me bigihîne jiyana azad, bi têkoşîn û daxwaza têkoşînê her li pêş bû. Di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza û bi pratîka gerîla cihê xwe di nava çalakiyan de girt ku derbên giran li dagirkeran xist.

Hevrêyên me li Garzanê destanên lehengiyê nivîsandin û di nava şert û mercên herî giran de milîtaniya fedayîtî ya Apoyî temsîl kirin. Ala berxwedanê ya van hevrêyên me yên leheng ku cihê xwe di dilê gelê Kurd de girtin wê li erdê nemîne û teqez bi ser bê xistin.

14’ê Nîsana 2021’ê li qada Şehîd Kendal a Amedê, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyonekê kir. Hêzên me ku ev operasyon şopand, derbên giran li yekîneyeke dagirker xistin. Li vir şerekî giran dest pê kir û 40 deqeyan dewam kir. Di vî şerî de derbên mezin li hêzên dijmin ên dagirker hate xistin. Artêşa Tirk ragihand ku di vî şerî de dagirkerek hatiye cezakirin, 4 jî birîndar bûne. Lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin gelekî zêdetire. Hevrêyê me Mahîr bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Dara Bagok jî bi birîndarî dîl ket destê dijmin. Ev operasyon 17’ê Nîsanê bi vekişînê bi dawî bû.”

Close