Şehîd Ozgur Bedran

Ozgur Bedran

Nasnav: Ozgur Bedran
Nav û Paşnav: Nesîp Ekîn
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Sêrt
Cih û Dîroka Şehadete: 23.09.2021 Avaşîn

 

“Hevrêyê me Ozgur li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên hene û tevlîbûn li nava refên gerîla çêbûye. Hevrêyê me Ozgur ku li nava derdoreke bi vî rengî mezin bû mîna gelek zarokên Kurd hîn di zarokatiyê de rastiya me ya gel û welat nas kir. Ji ber ku malbata wî koçî metropolên Tirk kir, dûrî Kurdistanê mezin bû lê belê ti carî ji rastiya gel û welat qut nebû. Lewma jî hîn di temenê ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir, di serî de Komalên Ciwan di gelek karî de xebitî. Ji ber karên xwe yên li qada legal ji aliyê dijmin ve dîl hate girtin û 13 mehan li zindanên dijmin dîl hate girtin. Li qada zindanê jî ku weke Qada Rêbertî tê pênasekirin, têkoşîna xwe dewam kir, li gel zext û êşkenceyên dijmin jî serî netewand. Ji zindanê hîn bi biryardarî derket û weke bersiva li konsepta êrişê ya dijmin a ji sala 2015’an û pê ve xiste dewrê, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe ku daxwaza wî ya zarokatiyê bû û berê xwe da çiyayên azad. Hevrêyê me Ozgur, ji qada Avaşînê tevlî nava refên gerîla bû û yekîneyên gerîla yên destpêkê li Avaşînê dît, perwerdeya xwe ya destpêkê ya Rêbertî li Avaşînê wergirt, destpêkê li Avaşînê tevlî çalakiya destpêkê bû û rastiya şehadetê li Avaşînê nas kir. Hevrêyê me Ozgur ji hevrêtiyê heta xwezayê bi her awayî bi Avaşînê ve hate girêdan, her tim bi nirxên şehîdên me yên leheng ên li Avaşînê dilsoz ma û ev yek ji xwe re kir bingeha têkoşîneke hîn xurtir. Di çarçoveya projeya jinûve avakirinê ya gerîla de tevlî perwerdeyên îdeolojîk û pisporişyê bû û gelekî kete bin bandora taybetmendiya Rêbertî ku di perwerdeyan de mirovan diguherîne. Ji bo bibe milîtanekî baş ê Rêber Apo kûrbûna di felsefeya Rêbertî de ji xwe re kir esas, ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe xurt kir. Piştî vê pêvajoya perwerdeyê ji nû ve li Avaşînê vegeriya û li tunelên şer ên Werxelê ku destanên lehengiyê lê hate nivîsandin, di êrişa kîmyewî ya dijmin de şehîd bû. Bi vî rengî tevlî lehengên Avaşînê bû.”

Close