DaxuyanîGiştî

Komalên Ciwan: “Emê destên dagirkeran ê dirêjî Şoreşa Rojava dibin bişkînin”

JI BO GELÊ ME YE WELATPARÊZ, CIWANÊN KURDISTANÊ, ÇAPEMENÎ Û RAYAGÎŞTÎ RE

Di pêşengtiya ciwanan bi mîlyonan kes li dijî faşîzma DAIŞ’ê û ji bo piştgiriya şervanên Kobanê daketin qada û rihê piştgiriyê da avakirin. Bi vê pêşketinê 1’ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya cîhanê hate îlan kirin. Bi derketina vî rihê li Kobanê berxwedanek fedaî pêk hat. Ev rihê fedaî ne tene dawiya DAIŞ’ê anî, gelê me, ciwan û hemû cihanê ji êrîşên hovane parast. Hewldanên hêzên emperyalîst ên ku dixwestin Şoreşa Rojava bifetisîne vala hate derxistin. Bi vê wesilyê em Roja Kobanê ya cîhanê pîroz dikin, taybet ciwanên ku pêşengtî ji pêvajoyê re kir û kesên ku serî hildan bi rêzgirtin silav dikin, şehîdên ku Kobanê ji xweliyê wê jinûve dan jiyîn û DAIŞ bi hevgiritiyên wê têk birin bi rêzgirtin bi bîr tinîn.

Îlona 2014’an DAIŞ’ê bi êrîşên xwe ên dagirker xweste Şoreşa Rojava bifetisîne, gelê ku hatibûn azadkirina wek Kurd, Ereb, Ermen, Sûryan û Tûrkmen dîsa bike koleyê xwe. Li hemberî vê Serhildanên di pêşengtiya Ciwanên Apoyî di navbera 6-8 Cotmehê pêk hat bu sedem ku Ciwanên Apoyî têkoşîna Kobanê bi hemû cîhanê bide naskirin û bibe tirsa faşîzmê. Bi vê re rihê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanê derket holê û veguherî roja serkeftina gelan. Serkeftina ku li Kobanê hate bidest xistin bû serkeftina hemû gelan.

Dijminê ku tu par ji exlaqê mirovahiyê wernegirtiye armanc dikin ku Şoreşa me têk bibe. Di vê Roja giring de Erdoğanê faşîst û hevkarên wî bi gotîna ‘Rojhilatê Firatê’ dîsa têk birina Şoreşa meji xwe re kiriye armanc. Îro di pêvajoya ku li Dêra Zor hemberî faşîzma DAIŞ têkoşîn tê meşandin Erdoğanê faşîst û çeteyên wî êrîşî Kobanê û Girê Spî dike. Bi wan êrîşên xwe Erdoğan dîsa îspat kir ku ew li keleka DAIŞ’ê ye. Berxwedana bi pêşengtiya Ciwanên Apoyî pêl bi pêl pêşket bû sedem ku Kobanê rizgar bibe û Ciwanên Apoyî ewê îro jî hemberî wan êrîşan bê deng nemîne û têkoşîna xwe mezintir bike. Cawa ku Ciwanên Apoyi bi rihê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanê hemberî hemû êrîşan barîkat bi barîkat li berxwe da û pîlanên faşîstan têk bir, wê îro jî bibe şopdarên heman têkoşînê.

Wek hertim Erdoğanê faşîst dixwaze beriya hilbijartina bi propagandyê xwe ên reş emrê xwe dirêj bike. Ji bo serdestiya xwe mîsoger bike wek hertim êrîşî nirxên Kurd û Kurdistanî dike. Ev êrîşên faşîzane gelek caran bune sedema komkujiyan. Cawa dîktatoriya Erdoğan beriya hilbijartinê 7’ê Hezîranê bi maskeye DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kiribû, dîsa dixwaze beriya hilbijartinên herêmî êrîşek bi vî rengî pêk bine û bibe sedema qetliaman. Lê bila bezanîn ciqasî ew êrîş dikin bila bikin Ciwanên Kurdistanê wê destên dagirkeran û faşîstan ku dirêjî Şoreşa Rojava dibin bişkînin û di kijan rewşê dibe bila bibe wê pîlanên dagirkeran tar û mar bikin.

Li ser vî esasî em roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanê li gelên Rojhilata Navîn, li ciwanên şoreşger û li tevahî ciwanên şoreşger û demokrat ên cîhanê pîroz dikin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku hemberî êrîşên faşîzane ên îtifka AKP-MHP bisekînin û bi rihê ‘Serî Hilde’ li qadên şoresê xwedî derkevin.

Koordînasyona Komalên Ciwan
01.11.2018

Related Articles

Leave a Reply

Close