DaxuyanîGiştî

Werin em Xakurkê ji bo welatê xwe bikin bihûşt, ji bo noker û neyaran jî bikin dojeh!

Ji Ciwanên Welatparêz, Egîd û Lêheng ên Kurdistanê re

Êrîşên li ser Xakurkê ku bi salana bênavber ji aliyê dewleta Tc ya metînger û rejîma wanê faşîst a AKP-MHP’ê ku neyarê sondaxwarî ya Kurdan û Kurdistan’êne ve didome gihişti ye lûtkeyê. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku nûnertiya dawî ya ji kevneşopiya dewleta Tc a metînger e, hemu polîtikayên xwe li ser înkar û tunekirina Kurdan dimeşîne. Ji destkeftiyên Gelê Kurdistanê ya ku bi Tevgera Azadiya Kurd ve mîsoger bûye re faşîzma AKP-MHP’ê nemaye û û bi salane ji ber ku ev deskeftiyên Kurdan mayînde bibe ketiye di nav tirsekî mezin de. Ji bo vê li hember gelek herêmên Kurdistanê êrîşên dagirkirinê dimeşîne. Dewleta Tc a metînger bi siyaseta xwe ya rizî, paşvemayî û ji sedsala 20’mîn maye ve dixwaze ji nû ve van êrîşên dagirkirinê zindî bike û vê jî bi alikariya KDP û torên xiyanet û hevkariyê ve dimeşîne.

Êrîşên li ser Xakurkê’yê çi êrîşa yekem e çi jî êrîşên dagirkirinê ya dawî ye. Ji sala 1983’an vir ve bi piştgiriya vekirî ya KDP’ê re 30 car qaşo ‘sînorê wêdetir’ êrîşên dagirkirinê pêkanîne. Ji van herî berfireh jî êrîşa dagirkirina Zap’ê ya 2008’an e. Yê ku van êrîşan vala derxistiye di serî de Amediye, Bamernê û bi giştî gelê Başurê Kurdistanê ya ku bi gerillayên ku bi lehengî berxwe didan ve ketine berxwedanê bûne. Îro jî bi xiyaneta KDP’ê ve cara 30’mîn êrîşa dagirkirinê pêkhatiye. Di vê êrîşa 30’mîn a dagirkirinê de pêywendiya qirêj a AKP û KDP’ê bi şêwazekî pir zelal derketiye holê. Êrîşên ku li ser qada Bradostê tê kirin pêvîste wisa hêsan neye destgirtin. Hakimiyeta ku dewleta metînger a Tc’ê li herêma Bradostê bi dest bixe tê wateya ji ketina xeteriyê ya hemu destkeftiyên Başurê Kurdistanê. Dewleta Tc a metînger êrîşên dagirkirinê, wekî Efrîn’ê ji bo demografya biguherîne, erdnigariya wî ji rantê re veke û talan bike ve plan dike. Bi vê re dixwaze bi alikriya xiyaneta KDP’ê ve axa Başurê Kurdistanê dagir bike û fikre Osmanî nû ve zindî bike. Pêvîste herkesên ku xwediyê hişmendiya netewî ye û yekitiya netewî diparêze, li dijî helwesta KDP a xiyanetker xwedî helwestekî radîqal bibe. Dem hatiye ku çawa ku li Şeladizê gel hemû hers û kîna xwe li dijî baregehên dagirkeriya dewleta Tc nişan dabe, çawa li zindanan çalakvanên greva birçîbûnê nişan dane berxwedan serkeftin e, bi heman ruhê û biryardariyê li dijî êrîşên dagirkeriya Tc ya metînger helwestekî herî radîqal were nişandan. Pêvîste wekî dîrokê îro jî ji hemu cihanê re nişan were dayîn ku li dijî xeta xiyanetê wê berxwedan û lehengî serbikeve.

Em dixwazin herkes bizanibe ku destkeftiyên Gel û Ciwanên Başurê Kurdistanê ya ku bi ked, hewldan û hesretekî mezin destxistine, bi destê KDP’ê û derdorên xiyanetker û noker ve ji Tc ya metînger re pêşkeşkirin wê wisa hêsan nebe. Helwesta Ciwanên Kurdistanê ji her demê zêdetir radîqal û tund bibe. Ji bo vê jî Ciwanên egîd, welatparêz û fedakar ê Gelê Kurdistanê vê ya baş bizanibe ku; êrîşên li herêma Bradostê ne êrîşên ji rêzê ne. Ev êrîşekî dagirkirinê pir berfireh e. Pêvîste ji êrîşekî evqas berfireh re bersiv û helwesta hemu Ciwanên Kurd berê xwe dayîna van qadan bibe.

Em bang li hemu Ciwanên Kurdistanê dikin ku bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê, xwedî li Bradost’ê derkevin û em bang li hemû Ciwanên Başurê Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk a Xakurkê’yê bibin mertala zindî. Dîrok nivîsandiye ku 45 sala Tevgera Azadiyê me ya berxwedan û tekoşînê bi serkeftin û destkeftiyan ve tije ye. Wê ji bo vir şunde jî binivîse. Ketina herêma Xakurkê û Bradost’ê ya dewleta metînger a Tc’ê dibe bibe, lê derketina wî wê ewqas hêsan nebe. Wekî 2008’an artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe ji pençeya gerilla wê ewqas hêsan nekaribe bikşîne.

Ji bo vê ji bo ciwanên fedakar, egîd û welatparêz a Kurdistan’ê re banga me ye; Werin em Xakurkê ji bo welatê xwe bikin bihûşt, ji bo noker û neyaran jî veguherînin dojeh. Em bi berxwedayinê hatin heta îro , me bi berxwedayînê biserket, em ê bi berxwedayînê jî Serkeftinê bi dest bixin. Yê berxwe bidin wê biserbikevin, berxwedan jî bi serdixe.

Silav û Rêzên Şoreşgerî
Koordînasyona Komalên Ciwan
11-06-2019

Related Articles

Leave a Reply

Close