Giştî

Ji pênûsa gerila: Cejna Vejînê û Ciwantiya Miebed…

Cejna Vejînê û Ciwantiya Miebed…

Piştî tepeser kirina 28 serhildanên Kurdan bi destê rejîmên dagirker ên Kurdistanê, piştî bêdengiyeke kur û jandar, piştî vemirîna trajîk ya agirgeha serhildanên pir hêvî, piştî her cure înkar, pişaftin û qirkirinên domdar, Tevgera Apocî mîna çirîskê di bin xweliyê hezarê salan bindestî û dagirkeriyê de, di şeveke reşetarî û qerrisî de gurr bû û fena volkanê nû teqiyayî, agir berda dîroka bêtalih û qedera sepandî. Dîrokek nû afirand. Êdî dîrok xerîb ji qederên sepandî, rêçika xwe girt. Tevgera Apoyî, bû merheleyek nû, ya dîroka Kurdistan, Rojhilata navîn û mirovatiyê. Îro, 45 sal li ser salvegera Partiya Karkerên Kurdistan re derbas dibe. Di rûpelên dîroka vê tevgerê de; xulaseya dîroka gelekê ku serî dide lê ji azadiya xwe nagere, jibo vê jî di asta herî jor de qehremantî, berdel û fedakarî raber dike û bûye çavkaniya moral û piştrastiya gelên Rojhilata Navîn, hatiye nivîsandin.
Piştî derbeya 11’ê Adara 1971’an li Tirkiyê, meşa şoreşgertiya xwendekar û ciwanên Kurd û Tirk, ya di bin bandora şoreşa Viyetnamê û tevgera ciwanên 68’an, atmosfereke şoreşgerî avakiribû. Vê demê Rêber Apo jî weke xwendekarekî, di lêkolîn û lêgerîna; naskirina rastiya Kurd û pirsgirêkên din ên civakî de bû. Her diçû zêdetir di van lêgerînên xwe de kur dibû û zêdetir rastiyên heyî nas dikir. Bi çûyina zanîngeha zanistên siyasî yê Enqereyê re, li germahiya dorhêla çep û şoreşgerên Tirk yê vê heyamê rast hat.
Bêgûman hebûna diyarde û pirsgireka Kurd, sersedemê derketina PKK’ê ye. Lê weke xûya dibe, ev pirsgerek bixwe bi tevahî pirsgerekên gerdûnî re peywendîdare û bixwe çavkaniya wan e. Ruxmî ku di dema derketina Tevgera Apoyî de, agahî derbarê dîroka Kurdan dest xwe xistin û taybet jî li Tirkiyê, karekî pir zore. Lê dema Rêber Apo li cewhera sosyalîzmê digere û di vekolîna dîroka mirovatiyê de ye, dîrok û pirsgireka Kurd pir ji kurahiyê ve derdixe zanebûnê û dike bingeha şoreşa vejînê.
Rêber Apo bi naskirina herdû şoreşgerên Tirk; heval Kemal Pîr û Hakî Karer, hîma koma îdeolojîk datîne. Di vê wateyê de; tevgera Apocî di derketina xwe de, bi pêkhateya xwe, nêrîna xwe ya felsefîk û di xwezaya xwe de tevgereke înternasyonalîste. Demal heval Kemal dibêje; ‘’heta gelê Kurd azad nebe, gelê Tirk jî azad nabe’’ vê rastiyê cardin piştrast dike.
Di Newroza 1973’an de Rêber Apo bi çend hevalên xwe yên zanîngehê re, di kombûnekê li bendava Çûbukê de, fikrên xwe parve dike. Ev dibe yekem gavê pratîkî ya ber bi komeke rêxistinî ya ciwanan. Koma rêxistinî û bîrdozî ku piştre bi navê ‘’Şoreşgerên Kurdistanê’’ hat naskirin, di nav ciwanên Kurd û Tirk û taybet jî nava xwendekaran de, di demeke pir kurt de bi hêza xwe ya fikrî berbelav û bi tesîr bû. Jiber ku koma Apocî, koma herî çalake û bi tayetmendiyên xwe yên şoreşgerî bala gel û taybet ciwanan kişandiye ser xwe. Bi berfirehbûna komê re, dibe armanca êrişên rêxistinên faşîst, netewperest û sîxûr ên ser bi dewletê.
Di encama van êrişên ku bi destên Kurdên hevkar, çepên şoven û rêxistinên kontra de pêkhatin, Rêheval Hakî Karer jî têde pir şoreşgerên pêşeng yên tevgerê şehîd bûn. Lê rûxmî van êriş û komployan, Rêber Apo û tevgera azadî têkoşîna xwe zêdetir gurr dikin. Di bihara 1977’an de Rêber Apo li Kurdistanê dest bi maratoneke civînan dike û bi yekem reşnivîsa programa partiyekê siyasî bi encam meşa xwe bi encam dike. Ku piştre û di kongreya avakirinê de, ev reşnivîs dibe bingeha programa PKK’ê.
Di bihara 1978’an de asta êrişên li ser Tevgera Apocî bilind dibe û di encamê de li bajarroka Hîlwanê pêşengê ciwan ‘’Xelîl Çavgûn’’ bi deste Silêmanan şehîd dikeve. Di bersiva vê reşkûjiyê de serokê Silêmanan tê kuştin û Hîlwan dikeve deste Apociyan û ji aliye gel ve tê rêvebirin. Li aliyê din jî hemû amadekariyên yekemîn kongreya partî tamam dibin. Rojên 26 û 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîs ya grêdayî navçeya Lîceya Amedê û bi tevlêbûna 22 endaman, yekemîn kongreya Tevgera Apocî tê lidarxistin û Partiya Karkerên Kurdistan tê damezrandin.
Derbarê damezrîna PKK’ê, Rêber Apo dibêje;
‘’Ji dayîkbûna PKK’ê ya Rêbertî, di dîroka Kurdistanê de jidayîkbûna herî zana, fedakar û ya herî wêreke. Dijmin jî di destpêkê de texmîn nedikir dê ewqas pêşbikeve û veguhere rêbertiyek mîlyonan himêz dike. Di dema ku me gotinên yekê digotin de, temenê ku dijmin ji me re diyarkiribû heta dawî kurt bû. Me gelik astengî û komplo derbaskirin û me asta pêşketinên îro bi dest xistin. Nirxên me yên ku bûn sedem em asta pêşketinek wisa pêk bînin û pêşketin afirandin û şehîdên me û azweriya hevalên me ye. Wek yên dijîn ya ku em dikin û divê bikin, bi awayekî herî baş temsîlkirina berxwedaniya van hevalên me ye.’’
Ji dayikbûna PKK’ê di dîroka gelê Kurd, Tirkiye, herêmê û giştî cîhanê de, dibe dawiya pêvajoyekê û destpêka serdemeke nû ya têkoşîna azadiyê. Jiber vê yekê hîn di destpêka ragihandina PKK’ê de, jibo pêşî lêgirtina belavbûna tevgerê li aliyekê û li aliyî din jî weke gavekê ber bi cûntaya leşkerî, dewleta Tirk li Mereşê bi alîkariya hêzên faşîst komkujiyeke mezin pêktîne û li 13 Bajaran rewşa awarte radigihîne. Rewşa awarteya ku piştî cûntayê û heta roja îro jî bûye nasnameya rejîma faşîst û qirker.
Lê Rêber Apo hîn di destpêkê de dengê lingê cûntayê feriq dike. Li hember êrişên rejîma qirker, mezinkirina bawerî û îradeya têkoşînê weke bersiva herî rast dibîne. Bi vê zanabûnê tedbîrên pêwîst li hember cûntayê pêşdixe û di Tîrmeha 1979’an de berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û piştre jî bi pêşxistina têkiliyên bi rêxistinên Filistînî re berê xwe dide Lubnanê. Wargehên perwerdeyê ku Rêber Apo li Beqaa’yê di şert û mercên herî dijwar de pêşdixe, ne tenê dibe temînata mayinde bûyina şoreşa azadiyê, heman demê dibe biryargeha hemû pêngavên ku li beramberî rejîma faşîst û qirker bên avêtin.
Weke Rêber Apo pêşbînî kiribû, di 12’ê Îlona 1980’an de darbeya leşkerî pêktê û bi hezaran kes tên qetil kirin, bi dehan hezar tên girtin û biryara girtina tevahî partiyên siyasî, komel û rojnameyan tê dayin. Rewşa awarte tê ragihandin û bi hezaran endam û alîgrên PKK’ê tên girtin. Êdî rejîma cûntayê liser kare!
Ji her milî ve pêvajoyek nû û dijwar li pêşiya Tevgera Azadiyê ye. Di çerxerêya koçberî û vergera welat de, li navbera têkoşîn û destberdanê de, biryara têkoşîna çekdarî tê dayin û tevger riya welat hildibijêre.
Li aliyê din jî li zîndanan, li dijî sepandinên teslîmiyêtê û şêwazên herî hov yên îşkence û lêdanê, helwesta ‘’Berxwedan Jiyane’’ dibe nasnameya sekn û têkoşîna demê. Di pêşengtiya çalakiya Mazlûm Doxan, Şeva Çaran û Rojiya mirinê de, rejîma cûntayê li hemberî berxwedaniya zîndanan çok datîne. Dema ku zîndanên Bakur û Tirkiyê dibin şahidên berxwedanên destanwarî, li derve jî Rêber Apo şev û rojê xwe dike yek ku derfet û hêza pêngaveke nû biafrîne û bersiveke hêja bide vê berxweda dîrokî. Piştî ku dibe biryara dûyemîn kongreya PKK’ê, ref bi ref vegera welat destpêdike û di navbera salên 1982-1984’de gerîla li seranserê sînorên Bakur û Başurê Kurdistanê, xwe bi cih dikin.
Gerîla bi çavên bi hêvî û dilên bi kelecan û baweriyê dagirtî, li benda teqandina guleya yekemîn. Guleya ku bi ronahî û serfiraziyê re, dawî li dîroka tarî û melûn tîne. Gerîlayên ku bi bîr û baweriya Apoyî xwe xemilandibûn, li benda vê rojê bûn. Lê jibo hêzên Nato û dewleta Tirk, piştî bi salan tepisandin û qirkirina wan, serî rakirina Kurdan li beramber arteşeke milyonî di xewnan de jî derbas nedibû.
Lê pir nakişîne û ev gule li Eruhê û ji destê Fermandarê efsanewî Rêheval Egîd tê teqandin.
Tarîtî û sitemkariya rejîma dagirker dide ber agir.
Heqîqeta ku gelê Kurd çavlirê bûn, dibe şahibeyta romana vejînê…
Pêngava 15’ê Tebaxê weke ku pêngaveke çekdarî û îdeolojîke, pêngaveke rêxistinî ye jî. Wêrekî û baweriya ku ji pêngava 15’ê Tebaxê pexiş dibe, li seranserê Kurdistanê û derveyî welat tovên serhildanê diçîne. Agirê bedena Zekiye Alkan, pêşengtî û fedakariya Bineviş Agal riya serhildanê ronî dike. Di dîroka vejînê de, serhildanên salên 90’î yê di pêşengtiya ciwanan de rûpelên giring dixemilîne.
Sala 1992’an dibe lutkeya hevgirtina dagirkerî û hevkariyê. Êrişên ku bi komployeke veşartî ya xeta hevkar, dewleta Tirk û hêzên serdest ji bo tasfyekirina gerîla pêktên, li dîwarên şidiyayî; li sekna fedayî ya Bêrîtanan dikeve û bindikeve. 1996’an de nîşaneyên komployê bêhtir xûya dibin û fermandar Zîlan bi dîtina şifreyên ku di êrişa Şamê ya li ser Rêber Apo de veşartiye, biryara bersivandineke bi heybet dide. Asta têkoşîna li dijî komployê û xeta fedaîtiyê di çalakiya 30’ê Hezîrana 1996’an de gihiştin hev.
Ne şaşe eger em bêjin herî zêde komplo û dekûdolap li ser gelê Kurd hatine gerandin. PKK jî weke tevgereke azadîxwaz ku çavkaniya xwe ji koka vê gelê digre, bi komployên herî dijwar û xeternak re rûbirû hatiye. Di hemû komployan de teşhirkirin, marjinal û bêbandor kirin, perçekirin û ji rê derxistin û eger nebe jî tune kirin û tasfyekirina tevgerê, armanca sereke bûye. Weke ku Rêber APO û Tevgera Azadiyê bûne çavkanî û îlhama berxwedana gelê Kurd, heman demê îmralî û çiyayên Kurdistanê jî bûne navenda êrişên qirker yên tevahiya komployan. Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpêkiriye û di 15’ê Sibata 1999’an jî bi dîlgirtina Rêber Apo encam bûye, vê rastiye îfade dike.
Lê refleksên ku bi druşmeya ‘’TU KES NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE’’ û ‘’ÊDÎ BESE’’ li dijî komployê derketin û asta fedaitiya li zîndanan, li çiya û kolanan belav bû, texta komplogeran hejand. Armancên komployê yên tasfye û qirkirina gelê Kurd vala derxistin. Bersiva herî bi bandor jî Rêbertî di pêvajoya Imraliyê de, bi afirandina paradîgmaya nû re, da hêzên komploger û alternatîva modernîteya kapîtalîst pêşxist. Ji bo vê jî di 12’emîn salvegera komployê de Rêbertî peyama bê encam bûna komployê da û wiha got;
‘’Ez li vir dikarim ji gelê xwe re mizgînî bidim. Helwesta mina ya bi sebir û bi hewildanên gel, me komplo bê encam kiriye. Çawa ku min 11 salan berxwe da, ezê di sala 12’emîn de jî berxwe bidim. Di encam de ruxmî komplo û hemû hewlên tasfyeger, tevger û gelê me di vê pêvajoyê de bihêztir bûye.’’
Di paradîgmaya ku Rêbertî pêşxist de, Peyamên herî giring ji jin û ciwanan re bûn. Rêber Apo rol û nasnameya peşengtiyê ji wan re da û ev jî di dîroka ciwanan de rewşeke nû bû. Di avakirina pergalê de û di pêşengtî kirina şerê gelê şoreşgerî de, rola ciwanan bû sereke. Ev yek hêz û baweriyek mezin da ciwanan. Dîsa bi gotina ‘’Ya herî ciwan ezim’’ Rêber Apo asta berpirsiyartiya ciwanan jî destnîşan kir. Ciwanên Kurdistanê bi rola xwe ya ku di Şoreşa Rojava, Rizgarkirina Şengal û Berxwedana rêveberiyên xweser ya Bakurê Kurdistanê de lîstin, dîsa di serhildanên ‘’Jin Jiyan Azadî’’ û bi taybet jî bi pêşengtiya berxwedana bi heybet ya gerîla li çiyayên Kurdistanê, bersiv dan banga Rêber Apo.
Ev 32 mehin, bi mexseda encam kirina qirkirina gel û taybet jî ciwanan, tecrîdeke mutleq li ser Rêber Apo tê ferizkirin. Belkî komploger wer difikrin ku bi tecrîdê dikarin belavbûna fikir û ramanên Rêber Apo asteng bikin, an jî hêvî û îradeya gel û gerîla bişkînin. Lê encama li holê diyar dibe cûdatire. Di 10’ê Cotmeha îsal de, li seranserê dunyayê pêngaveke nû bi şiyara ‘’Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsa Kurd re çareserî’’ hat ragihandin. Di herikîna vê pêvajoyê de ‘’Konferansa Ciwanan ya Cîhanê’’ mohra xwe li pêngavê da û 400 ciwanên çalakvan ji 49 welatên cuda yên cîhanê, konferansa xwe diyarî Rêber Apo kirin, qêrîna xwe tevlê pêngava Azadiyê kirin. Ev jî dibe rûpeleke nû ya dîroka ciwanan û tevgera Apoyî.
Ev 51 salin tevgera APO’yî bûye xwedî tecrûbeyeke mezin ya têkoşînê. Manewiyata ku ji deryayeka xwînê ava bûye, îrade û rêxistinbûneke ji pola ya gel û tevgera pêşeng hûnandiye. Bêgûman ev çand û baweriya berxwedanê ku ji berxwedana zîndanan destpêkir, di 15’ê Tebaxê de hebûna gelê Kurd misoger kiriye, bi serhildanên salên 90’î re li tevahî civakê belav bûye, bi helwestên li dijî komploya navnetewî asta fedayitiya gel qezenc kiriye û di pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî de li Rojava û Şengalê bi pergal bûye û di şexsê berxwedana Gerîla ya 7 salên dawiyê de jî li tevahî Kurdistanê, çong bi rejîma şêrê taybet û hêzên komploger daniye. Gerîla rojane bi sekneke destanwarî pêşengtî ji vê destanê re dike. Lê rola jin û ciwanan wê diyarker be. Ji parastina cewherî û tevlêbûna rasterast ya şer bigre, heta belav kirin û bilind kirina çanda berxwedanê, ji perwerde û inşaya hişmendiya xwe parastinê bigre, heta xebatên propagene û ajîtasiyona şoreşgerî, erk û berpirsiyartiya her ciwanekî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

Related Articles

Close