DaxuyanîGiştî

Daxuyaniya Komalên Ciwan: Ji bona tol girtina ji komplogeran û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ‘’Werin Cenga Azadiyê”

Di destpêka daxuyaniyê de hêzên komploger DYE, Îsraîl, Îngilistan, tevahiya hêzên hegemonîk û komploger ên di nava komploya 15’ê Sibatê de cih girtin, bi tundî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji roja destpêka komployê hetanî îro, li tevahî Kurdistan û derveyî welat, ev roj weke Roja Reş hatiye nas kirin û ji aliyê gelê me û bi taybet jin û ciwanan ve têkoşîn û berxwedaneke bênavber û seknek dîrokî hatiye raber kirin. Mîlîtanên Tevgera Azadiyê jî bi heman awayî, bi riheke fedayî bi ser dijmin de çûn û xwe di dil û mêjiyê dijmin de teqandin.

Ciwanên Kurdistanê li beramber komploya navneteweyî, xwe kirin xelekek ji agir û hêrsa xwe bi ser dijmin de barandin. Bi vî rengî helwesta li beramberî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, ku li dijî Rêber Apo pêk hat hemû salên xwe, hemû kêliyên xwe bi berxwedanê derbas bûye, bi têkoşînê dagirtiye. Di bin şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de, berdêlên giranbûha û şehîdên mezin ku bi çalakiyên xwe bûn sembolên vê pêvajoyê û riya me ronî kirin çêbûn. Di şexsê Xalît Oral, Aynur Artan, Selamet Menteş, Viyan Soran û ciwanên fedayî yên vê pêvajoyê Mustefa Malçok, Ebumuslîm Doxan, Nazelîn Korkut û Evrîm Demîr de em tevahî şehîdên vê pêvajoyê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin, bejna xwe li beramber bîranîna wan ditewînin û soza pêkanîna armancên wan dubare dikin.

‘JI HER KESÎ BÊHTIR DIVÊ CIWANÊN KURDISTANÊ KOMPLOYÊ LÊPIRSÎN BIKIN’

Bi derketina Rêber Apo re guhertinên li Kurdistan û cîhanê çêbûne, deskeftiyên ji bo tevahî gelan pêş ketiye, rengê xwe li dîrokê daye. Fêmkirina sedema ku bi dehan dewlet li ser Rêber Apo kom bûn û beramberî Serokatiya me lîstok û dehfikeke wiha bê bextane pêşxistin, herî zêde jî piştî 23 salên derbas bûyî ji bo ciwanên Kurdistanê pêwîste. Ji her kesî zêdetir di vê demê de pêwîste ciwanên Kurdistanê vê komploya li beramberî Rêber Apo pêşketiye lêpirsîn bikin, bersiva wê bibînin û li gorî vê jiyan û têkoşîna xwe rêxistin bikin. Ji ber ev hêzên komploger bûn gelê Kurd neçar hiştin, di bin pençê qirkirinê re were derbas kirin û her tim bi êşeke mezin re jiyan bike. Derketina Serokatî li beramber vê zihniyetê herikandina dîrokê guherand û vejîneke nû bi gelê Kurd da jiyan kirin. Bi derketina Rêber Apo re ji aliyê civakî, çandî, leşkerî û îdeolojîk ve şoreşa vejînê li Kurdistanê bi rê ket. Ev politîkaya ku bi salan li dijî gelê me dihat meşandin û kes nedikarî li hember bisekine, pûç bû û ji holê hat rakirin.

Bêguman Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên bindest xeteke azadiyê ava kiriye û têkoşîna vê gihandiye lûtkeyê, jiyanek azad pêwîste çawa were jiyîn, rêbazê jiyana azad û xeta fedayî ya gelê me ava kiriye. Vana bi hewildanên xwe yên pir mezin, bi têkoşîna xwe ya bêhempa ya îdeolojîk, siyasî û leşkerî bi heqîqet kiriye. Ji ber vê yêkê hêzên komploger derketina Rêber Apo û hebûna wî, ji xwe re xetereya herî mezin dîtine. Ji bona vê jî Rêber Apo bi komploya Sedsalê, ya ku di dîrokê de mînaka vê nehatiye dîtin re rû bi rû ma.”

‘KÎN Û HÊRSA LI DIJÎ HÊZÊN KOMPLOGER A DI DIL Û MEJIYÊ CIWANAN DE, KOMPLO BEREVAJÎ KIRIYE’

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Ev 23 salên di ser komployê re derbas bûn, ji bo jin, ciwanan û gelê Kurdistanê û tevahiya cîhanê jî rehet derbas nebûye. Dîlgirtina Rêber Apo û weke çarmixekê xistina nava sîstema tecrîd û êşkenceya Îmraliyê, êşên mezin û birînên pir kûr, ku nayên derman kirin ava kiriye. Di vî alî de eger hêzên komploger hinek encaman girtibin jî, berxwedana ku Serokatî piştî 1999’an li Îmraliyê pêş xistiye, ev hêzên komploger şaş û matmayî hiştiye. Dibe ku di nava gel de jî hin kesan ev hêvî nedikirin û ne li bendê bûn, ji xwe Rêber Apo jî got; ‘Ev ne berxwedaniyeke ji rêzê ye’, lê Rêber Apo vêya pêşxist û Îmrali ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya cîhanê kir qiblegeha azadiyê. Îmrali, ku weke tabutekê dihat pênasekirin, ji bo jin, ciwanan û tevahiya gelê Kurdistanê bû çavkaniya nêrînên azad û dibistana ku bîrdoziya azadiyê tê de ava bû. Rêber Apo tu caran şert û mercên heyî, ji bo berxwedanê weke astengî qebûl nekir. Di dema ku dijmin li bendê bû Rêber Apo bê bandor bike, tevgera azadiya Kurdistanê tasfiye bike û bi navê Kurd û Kurdistanê her tiştî bin ax bike, Rêber Apo bi berxwedana ku pêş xistiye, bû karektera pêvajoya têkoşîna ku dijî komployê hat meşandin.

Di encama vê de zanabûyin, kîn û nefreta li hember hêzên komploger de, ku di dil û mêjiyê ciwanan de di asteke jor de tê jiyîn, komplo berovajî kiriye û ev bûye hêza têkoşîneke mezintir. Ji bo vê jî di dema ku em dikevin salvegerek din a komploya navneteweyî, rola herî sereke dikeve ser milê ciwanên Kurdistanê. Çawa ku desthilatdaran xistinên destpêkê di jin û ciwanan de dane kirin, Rêber Apo jî derketin û serhildaneke nû di vir de da destpêkirin. Ji ber vê jî dema Rêber Apo li Îmraliyê paradîgmayek nû afirand, ev herî zêde ji bo ciwanên Kurdistanê bû serdemeke nû. Ji ber ku di tu paradîgma û îdolojiyê de jin û ciwanan di vê astê de weke pêşeng nehatine pênase kirin û rol û mîsyonê pêşengtiyê negirtine. Pergala kapîtalîst dixwest bi êşkence û tecrîda li Îmraliyê Rêber Apo sînordar bike, lê encama ku derketiye tenê bê çarebûyina vê pergalê ye. Ev berxwedan niha bûye pîvanek ku pêwîste hemû ciwanên Kurdistanê ji xwe re esas bigrin, ji her demê zêdetir bi Rêber Apo re bijîn, li xeta Rêber Apo xwedî derkevin û sekna Rêber Apo ya ‘serî jî biçe ji nirx û pîvanên azadiyê tawîz nayê dayin’ bikin pespektîfa sereke ya têkoşîna xwe.
Ciwanên Bakurê Kurdistanê heta Rojavayê Kurdistanê, ciwanên Rojhilatê Kurdistanê heta Başur, Mexmur, Şengal û derveyî welat, ger dixwazin têbikoşin, berxwedanê bikin û azadiyê ava bikin, pêwîste berê xwe bidin Rêber Apo û li ser xeta RÊBER Apo ya serketinê pêşengiya şoreşê bikin.

‘JI BO HILANÎNA TOLÊ JI KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ; WERIN CENGA AZADIYÊ’

Îsal herî zêde ciwanên Kurdistanê deyindarê Rêber Apo ne. Herî zêde pêwîste ciwanên Kurdistanê bersiv bidin û layiqê vê berxwedaniya Rêber Apo bin. Em sala 2022’an weke derketineke nû binirxînin, her beşê Kurdistanê bi vî rol û misyonê rabe û salê bikin sala serketinê.

Sala serkeftinê, sala perçekirina Êşkence û tecrîda Îmraliyê ye, sala hilweşandina dîwarên Îmraliyê ye. Sala serketinê, sala li ser axa Kurdistanê bi Rêber Apo re azad jiyan kirinê ye. Tenê Roja Reş a 15’ê Sibatê na, her rojê bikin roja têkoşîna li dijî komployê. Her roj roja hesab pirsîna ji hêzên komploger û hegemonîk e. Rêber Apo li Îmraliyê weke arteşekê bi tena serê xwe berxwedanî pêş dixe û her roj di nava şereke mezin de ye, ciwanên Kurdistanê jî pêwîste ji her demê zêdetir di sala 24’emîn de têkoşîna xwe bi vî rengî binirxîne û tevlî şerê azadiyê bibe. Her ciwan destpêkê di şexsê xwe de vî şerî bide destpêkirin, dora xwe rêxistin bike û bikeve nava çalakiyê. Em di salvegera destana serketina Garê de, her der bikin qadên destan û serketinan. Îsal bikin sala dawî û têk birina faşîzma dewleta Tirk a qirker û dagirker. Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ tacidar bikin. Em rê nedin kû sala 24’emîn bibe saleke din ku bi komployê re jiyan bibe. Bi tarz, tempo û rêbazên Serokatî, salê bikin sala tolhildana ji komploya 15’ê Sibatê û mezin kirin û serxistina cenga azadiyê. Ji bo vê jî em berê xwe didin tevahî ciwanên Kurdistanê û bang dikin; ji bona tol girtina ji komplogeran û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ‘’Werin Cenga Azadiyê.”

KOMALÊN CİWAN

Related Articles

Check Also

Close
Close