GiştîDirok

Dosya Taybet: Welatek bê mirov nabe û mirov bê welat nabe!

 

Welatek bê mirov nabe û mirov bê welat nabe. Axekî ku her tim rû bi rûyê şewatê, dagirkirinê û destdirêjiya  hatiye. Mirovên ku xwediyê vê axê ne her tim neçar bûn ber bi bayê xeribiyê welatên din ve biçin. Çiqas hatibe talan û werankirin jî bi pîroziya axa xwe nirxên xwe yên exlaqî û çandî tê naskirin. Ev ax jî axa Kurdîstanê ye. Di herîkîna dîrokê de taybetî diroka Kurdîstanê de; Kurdîstan û gelê Kurd rû bi rûyê komkujiyên hov hat. Û li ser de jî bişawtinekî kûr bi hemû ziravtiyên xwe li ser gelê Kurd hatiye ferz kirin.

Bê dengî tû car nebû mijara gotinê. Her tim bersîvekî ji aliyê tekoşerên Kurdîstanê de dihat. Ji ber ku dijmin û artêşên qirker ên ku xwestin welatê me dagir bikin baş dizanin Kurdîstan çiqasî dewlemend û bi nirx e. Hewildanê dagirkirin û bi metingirkirina wan sal bi sal zêdetir bûn. Li aliyêkî gelê Kurd  wekî mirovên bê zane û bê welat tê pênasekirin. Li aliyê din jî ew welat û ew gelê ku wekî bê berhem tê pênasekirin, ew gele ku nirxên bi herî mirovî û bi exlaqî di nava xwe de di xewîne. Mirovê ku berhemê wî ji wî hatiye dîzin nikare wekî bê berhem were pênasekirin. Çiqas êrîş li ser xak û axa pîroz hatibin kirin jî dijmirovî nikare tûne bike.

Nirxên çandî yên gelê Kurd û hezkirina ji bo Kurdîstanê ye. Dema ku behsa evîna ji bo welat dikin em behsa nijadaperestiyekî teqekesî nakin. Ji ber ku di şexsê Kurdîstanê de tevahî mirovatî hatiye dagikirin. Em nikarin bêjin ku tenê Kurdîstan dibe mijara gotinê. Ji ber ku civakekî tê esîr girtin. Dijminê hov û qirker dixwaze taybetî di 20 salên dawî de bişewtinê xwe ziravtir bide meşandin. Evîn û girêdanbûna mirovan ji bo welatê xwe dixwaze tûne bike. Dixweze welatê pîroz ber çavê gelê Kurd reş bike. Kurd hem jî hêla fizikî ve hem jî ji hêla ruhî ve tê tengkirin û neçarî koçberkirinê dikin. Li aliyêki din dixwezin Kurdîstan were hiştin û Kurdê ku dimine jî ji rê derketinekî jiyan dike.

Rastiyên ku em jiyan dikin rixmê ku ewqas zelal e dîsa her tim tên veşartin. Pergala qirker û faşsit dixwaze hestên welatpareziyê tûne bike. Hestên ku nîşan didin helînek çiqasî rûxiya be jî Kurdê ku ne bi tenê azadîxwez e, xwe dispêre azadiyê, amadeye jiyana xwe di uxra welat de feda bike. Rûmet ji bo gelê Kurd her welat bû. Di heman demê de dayîk helîn û evîn e. Heskirina ji bo welat ne be parastina welat jî nabe. Xwedî derketin heskirin e û heskirin şerekî dijwar e. Şehîd Hozan Serhat digot: “Erka her şoreşgerekî vegera welat e”. Ev yek ne bi tenê ji bo şoreşgerekî derbasdare ji bo her Kurdekî ku xwe dispêre azadiyê bi vî awayê ye. Axekî ku ewqas xwin li ser ji bo serxwebûnê hatiye rijandin nikare bi tenê were hiştin. Di roja me ya îro de em dikarin bêjin ku Kurd bi saya keda Rêbertî û bi tekoşîna Partiya Karkerên Kurdîstan (PKK) nasnameya xwe bi ser xistiye.

Lê bi kêleka ewqas êrîşa bê guman her tim berxwedanya şerwanên Kurd hebû. Gelê Kurd berxwe daye û nirxê şerwanên xwe her tim parastiye. Xayalên me yên ku berî hebûn edî bûne rastî. Û rastiyên ku em di roja îro de jiyan dikin dibin bingêha xeyalên rojên pêşarojê. Eger  hêrs, êş û tramvayên salane ji zordariyan hebe welataparêzî bingeha tekoşînê ye. Ji ber ku welataparêzî wijdan e. Wijdanên ku qebûl nakin êdî ala Tirkiyê li ser çiyayên Kurdîstanê de be. Ev eger hebin çî dibe bila bibe tekoşîn wê dijwartir bibe.

Welataparêzî, parastina welat e. Parastina ji êrîşên fizikî heta ruhî. Eger şitla darêkî koka me Kurdan be govdeya wî jî heskirina me ji bo welat e. Çiklên ku dertên û her roj pel û fekî tînin encama berxwedan û tekoşîna me Kurdan e. Eger hebe heskirin wê hest derbas bike. Ne bi tenê lêdana dilekî ji bo welat hebe, wê serî rakirin hebe, tiştên bi rumet hebe. Yên ku ev meşa rumetê berdewam dikin jin û ciwanên Kurdîstanê ne. Yên ku nîşan didin ku ev meşa serfiraziyê nasekine em in. Nifşên ku nêzan tê pênasekirin ew nîfşe ku darbeyêkî mezin rûyê dijmin bide ye. Evîna me eşqa me ji bo welat kes nikare binbixe. Ew leşkerê Tirk be, ew Erdon be an hevkarê bê rûmet be, ferq nake. Jin û ciwanên Kurdîstanê çî dibe bila bibe ji bo tekoşîna xwe wê her tim bibin parazwanên vê welatê.

Related Articles

Close