GiştîHevpeyvînŞehîdBîranînên ŞehîdanVideo

Ji bo Bîranina Şehîd Tolhildan Qandîl

Gerîla Tolhildan Zîlan qala jiyana Şehit Tolhildan Qandîl dike:

“Di serî de di salvegera yekemîn a Şehadeta Rêhevalê Şehîd Tolhildan Qendîl de hemû Şehîdên rêya azadiyê bibîrtînim. Heman demê serê xwe li hember tevahî şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadî ditewînim. Rêheval Tolhildan yek ji van qehremanên welatê kû em pêwîste hem di gotin û hem kiryarê de heqê heval Tolhildan bidin kû ev heval çewa jiyan kir, çawa têkoşîn kir û heman demê de çewa gihişt asta şehadetê. Heval Tolhildan li malbatêk welatparêz, li bajarê Mehabad a bajarê kû bi qehremanî û wêrektiya xwe tê nasîn de dayîk bû. Ji zaroktiyê ve beramberê welatê xwe bi hestên dagirtî jiyan kihemanr,  demê li zaroktiyê jî evîndarê azadiya welatê xwe bû. Ji zaroktiyê xwe bi tu avayek politîkayên dewleta dagîrker a îranê qebûl nekir. Dema zarok bû soza buyina qehremana welatê xwe dabû. Ew dem dixwest têkoşîn bike. Bandora şehîdên ku di malbata vî de bûn ewqas ser kesayeta vî zêde bûn kû dema dest bi axaftinê dikir timî qala van dikir. Bi zimanê zigmakî em dikarin bibêjin bi zimanê welatparêzî mezin bûbû. Malbata Şehîd Tolhildan li bajarê Mehabadê weke malbatek welatparêz tê nasîn. Heval Tolhildan bo xwe jî wisa bû kesayetek welatparêz û xwedî şeref bû. Bê navber li heqîqeta azadî digeriya lê tu car berê xwe neda partiyên klasîk jiber kû asta pîwana vî bilind bû. Dema destpêkî Rêber APO nas dike û dibe şahîdê pirsgirikên Kurdistanê ew dem berçavê vî de jiyan zelaltir dibe û ew dem tevgera APO’yî weke bingehek esasî ji bo xwe hildibijêre. Rêya xwe di tevgera azadî de dibîne. Jiber kû tevgera APO’yî bi kiryar û pratîkên xwe îspat kir kû jibo azadiya gelê Kurd û her çar parçeya Kurdistanê di nava têkoşînêk mezin de ye.

Heta dawî şoreşgerekî sade û mutewazî bû!

Rêheval Tolhildan lêgerînvanek heqîqetê ya bi vê rengê bû. Tenê wisa nebû kû bibêje ez bibim şoreşgerek û ewqasî. Ne ev têrê heval Tolhildan nedikir. Tu car di jiyana xwe de tawîz nedida. Ji ber vê yekê bû di pîwanên jiyana xwe de tawîz neda û tevlî nava rêzên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Heqîqet çiye û ez pêwîste çi bikimDi hemû mijaran de xwendina vî bo xwe hebû, bi avayek zanistî û xwîner nêz dibû. Di hemû mijaran de lêkolîn û xwendina Heval Tolhildan hebû. Dema di mijarêkî de te bi heval Tolhildan re nîqaşek kiriba bêguman pêwîst bû asta zanabûna xwe nîşan daba. Jiber kû lêgerînvan û lêkolînvanek pir hêja bû. Ne tenê dema tevlî bû wisa bû, beriya tevlîbûn jî xwînerek taybet bû cudatiya Şehîd Tolhildan yek jî ev bû. Dema li mal bû her mijarek lêkolîn û lêpirsîn dikir. Bi vê lêgerînê Heval Tolhildan tevlî bû, tevlî buna wî îdeolojîk û zanistî bû. Heval Tolhildan ji bo dem û karên herê zehmet kesayetê xwe gorçûpêç kiribû. Di jiyanê xwe de weke derweşek bû. Dema mirov li jiyana Heval Tolhildan dinêre, dibîne ka jiyana şoreşgerî pêwîste çewa be. Derwêşbuyin û sadebuyin pêwîste çewa be. Heya dawî sade, serbilind û şoreşgerek dilnizm bû. Lê belê di heman demê de jî pir zana bû. Ewqas zanabû kû dikarî têrê dersên dehan mekteb kiriba. Ji aliyên felsefî, edebî bigre û heya beşên din zanabûnê xwe muhteşem bû. Gerîlayek bû kû di destek vî de çek û di destê viya din de jî pênûs hebû. Wêjevan û helbestvanêk bê mînak bû. Kêlek hemû van taybetmendiyan de jî di nava jiyanê de kedkarêk bêhesab bû.

Divê her ciwan li ser şopa fermandarê xwe bimeşe!

Demek bû rêxistin dixwest hundirê Rojhilat û Îranê terzê kar û xebatê de guhertin çêbike. Li ser van esasan jî kadroyên xwe bişîne nav bajarên Îranê de. Heval Tolhildan di nava jiyanê de ev ezmûn derbas kir û dilê rêxistinê bidest xist û got ez amade me. Rêxistin jî vê baweriyê da û heval Tolhildan jî ev bawerî biserxist. Ji çiyayên Merîwanê bigre heya Seqiz, ji çiyayên Mukriyanê bigre heya navçeyên Serdeşt, Mehaba û Bukan, heman demê bajarên weke Kirmaşan heya Sine û heya bajarên mezin weke Îsfehan, Tehran û Bakûrê Îranê de xebatên şoreşgerî meşand û ciwanan birêxistin kir. Vê biryarê dabû, ji ber vê çendê Heval Tolhildan îro buye fermandarê ciwanan. Heval Tolhildan bi ked û renca xwe buye fermandarê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê. Her ciwanek jî pêwîste li ser şopa fermandara xwe bimeşe. Ciwanên îro ya mehabadê kû dixwazin tola Qazî Mohemedan bistînin pêwîste bikevin ser rêya kû heval Tolhildan pey vê ketibû. Jiber kû heval Tolhildan, di jyana xwe de, di kiryarên xwe îspat kir kû şoreşgerî çewaye. Ew bingeha kû şehîd Tolhildan ji bo me ava kiriye pêwîste ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê esas be.

Bênavber kar û xebat dikir bê kû kêliyek biweste û cihê xwe bisekne. Di nava hemû hevalan de dihate hez kirin. Evîndarê zorî û zehmetiyê bû. Çi karê zor û zehmet heba heval Tolhildan yekem kes bû pey diket û bi fedakarî xwe berpirsyar didît. Di nava jiyanê de bi tevahî hevalên xwe de di bû yek. Rihêk tolhildêr bi heval Tolhildan re hebû, jiber vê yekê di nava jiyanê de weke navê xwe tolhildan bû. Heval Tolhildan ji malbatek dihat kû xwedî 7 şehîd bûn. Bapîrên vî jî zêde bikî ser dibin 9 şehîd. Malbatêk ne ji rêzê bû. Vana hemû kom kiribû û kiribû tolhildan. Digot ez pêwîste tola van hemûyan bistînim. Ew jî bi rêya heqîqet û azadiyê misoger didît. Jibo kû ciwanek Kurd tevlî nava rêzên gerîla bike. Jibo ku rêya azadiya nîşana ciwanek bide şev û roj difikrî. Difikrî çawa ciwanek bîne ser rêyek rast. Ji ber vî em dibêjin rêheval Tolhildan fermandar û pêşengê ciwana ne. Rêhevalê dema ked, westiyan û demên zehmete. Rêhevalê jiyanê ye. Rêhevalê çiyayên Kurdistane. Rêhevalê deşt, bajêr û navçeyên Kurdistanê ye. Aşiqê azadiya Kurdistanê ye. Aşiqê azadiya gelê Kurdistan û gelên bindeste. Aşiqê azadiyê bû. Ji ber vê çendê ciwanên Kurdistanê pêwîste Tolhildanan esas bigrin û jibo xwe mînak bigrin.

Tolhildanek ji Kurdistanê derbas bû û divê bi hezaran Tolhildan vê rêyê bidomînin!

Heval Tolhildan aşiqê kevir û çiyayên Kurdistanê bû. Jiber vê yekê jî yê kû ji heval Tolhildan hez dike pêwîste berê xwe bide çiyayên azad yê Kurdistanê. Ji ber kû li her bostek a axa Kurdistanê bedel hatiye dayin û ji bo Kurdistanek azad xwîn hatiye rijandin. Ji ber vê yekê ciwanên Kurdistanê pêwîste rêya hevalên weke heval Tolhildan ji bo xwe esas bigrin. Tolhildanek ji Kurdistanê derket û pêwîste hezaran Tolhildan rêya vî berdewam bikin. Pêdivî bi ciwanên Tolhildêr heye. Em weke gelê Kurd di demêk pir hestyar de jiyan dikin. Taybetî salê pêşiya me ewê salek pir hestiyar û hesas be. Em dikarin ked, renc û westandinê xwe ya sedsalî bigihnin asta zîrveyê. Rêheval Tolhildan xewna wî ew bû kû her çar parçeya Kurdistanê azad bibîne. Erka me eve kû xewn û xeyala heval Tolhildan pêk bînin.

Ev pêwajoyek kû em têde derbas dibin qonaxêk pir stratejîke. Ciwanên Kurd pêwîste di vê qonaxê de rêya heval Tolhildan bernedin û berdewam bikin. Heya niha jî di nava rûpelên dîrokê de di demên herê zehmet de ciwanên Kurd meydan vala nehiştin û her kû çûye sahê û rêya têkoşînê mezintir û bihêztir kirine. Îro jî weke erkê hemû tak û komên civakê ye û rêya Tolhildanan berdewam bikin û tevlî nava rêzên gerîla bibin. Hêza yekem a serxistina şoreşa Kurdistanê hêza gerîlayên azadiyê ye. Ev bi îrade û vîna gerîla di çeperên şer de îspat buye. Heval Tolhildan û rêhavalê vî vê rastiyê îspat kirine. Em pêwîste weke berdewamiya rêya şehîdan û tolhildanan di nava rêzên têkoşîna de cihê xwe bigrin. Bi tu avayê ciwanên Kurd pêwîste xwe nexapînin. Weke çawa dema Şehîd Tolhildan derbasê hundirê Rojhilatê kurdistanê dibû got; ez dixwazim li hember rûpelên dîrokê serbilind bim. Heman demê bi sozdariya rizgariya axa Kurdistanê ezê soz didim gelê xwe vegerînim ser axa azad a Kurdistanê.” Ev xîtab bi ciwanên Kurd li ewrûpa re digot. Jiber vê yekê çawa Heval Tolhildan îspat kir û rêya heqîqet û azadiyê nîşanê me da. Rêya azadî û serkeftin rêya Heval Tolhildan Qendîle. Pêwîste em jî rihê heval Tolhildan li çiyayên azad a Kurdistanê û li herêm û bajarên Rojhilatê kurdistanê bi rengêk azad bidin jiyan kirin. Emê îspat bikin kû rihê heval Tolhildan jiyan dike.”

 

Related Articles

Check Also

Close
Close