GiştîRêber ApoŞehîdBîranînên ŞehîdanVideo
Ciwanên Rojê
Ciwanên Rojê
Dosya:
“Her fikir û armanca ku xwe bi rêxistinbûnek xurt ve nemeşîne idia çiqasî mezin jî be wê negihe encamê. Çima?dema em li pêvajoya ku niha rojhilata navîn, bakur û Tirkiye mêze dikin girînngiya wê zêdetir derdixe pêş. Mînak; eger li Surye gelên Elewî rêxistinbÛnek xwe ya xurt hebuya wê bi rehetî çeteyên dewleta Tirk qetliyaman ser wan nemeşandiba. Dîsa eger gelê me li rojavayê kursdistanê ne xwedî rêxistinbûnek xurt bûya em bihêlin bendava tişrînê wê li ser giştî rojava qetliyamên mezin pêkbi anya. Dîsa eger li bakurê Kurdistanê ciwan xwedî rêxistinbûnek xurt bûya ku bihişta bertekek xurt pêkbê wê rejîma qirker nekarîba qeyûman bavêje ser şaredariyan. Yanî eger dewlet zextên xwe nikare zêdetir bike ev jiber rêxistinbûna civakê ye û berovajî wê jî raste eger zextên xwe ser civakê xurt dike jiber lewaziya civakê yê rêixstinbûnê ye.
Niha di vê were zanîn eger îro rejîma qirker dawî de behsa biratiya gelê Kurd û Tirk dike ev bi saya hêza rêxistinkirinê ya ku Rêber Apo jê re pêşengtî kirî ve pêk hat. Ev hêza rêxistinkirinê dewletê anî ber rewşekî wisa. Berê jibo Kurdan digotin bêrêxistinin, bi parçe ne nabin yek, yan jî şivanin ango biçûk dihate dîtin. Lê Rêber Apo bi tekoşîna xwe ya 52 salan ve vê guhert. Êdî di şerê niha li rojhilata navîn de diqewime gelê Kurd wekî aktorekê sereke tê dîtin. Ev ne tiştek hêsan e. Di vê were zanîn ev rewşeke ku bi serê xwe pêknehat, yan jî bi piştgiriya hêzên derve pêknehat. Ev bi saya Rêber Apo ya bi îradekirina gelê Kurd pêkhat. Ev îrade û rêxstinbûn di civaka Kurd de çawa xwe da nîşan kirin. Gelê Kurd yê ku dibin pencên qirkirina çandî û fîzîkî de bû, roja me ya îro jibo doza xwe di hemû qadên siyasî, leşkerî, çandî, wêjeyî de destkeftiyên mezin bidestxistiye. Heta gihiştiye rewşekê wisa êdî jibo mirovahiyê jî bûye hêvî.
Rêber Apo di nameya xwe ya dawî jibo ciwanan ku di meşa Amarayê de hate xwedin de bi taybetî bal kişand ser rêxistinbûn û xwe rêxistin kirinê. Niha tecrubeya tekoşîna ku di pêşengtiya Rêber Apo de derketî, ne tenê girêdayî van 52 salên dawiyê ye. Rêber Apo dema baldilşîne ser zarokatiya xwe, hîn di têkiliyên xwe yên hevaltiyê ya zarokatiyê de wisa digre dest û heta roja me ya îro tê. Ev tê çi wateyê li derdora xwe zarokan kom dike, hem jî jiber mereq û jîrbûna xwe ji aliyê derdor ve jî bal dikşîne, ev taybetmendiyên Rêber Apo dihêle ku herkes derdora Rêber Apo de kombibin. Rêber Apo hîn ji zarokatiyê ve nirxê herîmezin dide têkiliyên hevaltiyê, ev taybetmendî dihêle ku rûxmê navbera malbata Rêbertî û Hasan Bindal pirsgirêk hene lê sekna Rêbertî dihêle ku Hasan Bindal heta şehadeta xwe bi Rêbertî re bi meşe. Ev encama çiye? Heta nêzîkatiya Rêber Apo dihêle ku du şoreşgerên mezin wekî Haki Karer û Kemal Pîr ku bi xwe ji Netewa Tirkin jî bi Rêber Apo ve heta dawiyê werin girêdan. Rêber Apo van hemû taybetmendiya xwe ya rêxistin kirinê çawa pêkanî? çavê xwe ji pirsgirêkan re negirt, neket pey berjewendiyên şexsî û dît ku eger bi civatek ya rêhevalên rêxistinî destpê bike. Wê berê dîrokê biguherîne. Bi vê şêwazê tevgerandina Rêber Apo dihêle ku di pêvajoya zîndana Amedê de pêşengên wekî Mazlum Doxan, Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş, Ferhat Kurtay, Akif Yılmaz û Alî Çîçekan ruxmê ku qet peywendiya wan bi rêbertî û tevgerê re nebû jî jiber hevdu hîskirinê û rêhevaltiya rast birayrên dîrokî û çalakiyên dîrokî bigrin,. Heta Rêber Apo li beramberî şehadeta hevalên wekî Haki Karer birayara rêxsitnbûnek mezintir PKK’ê dide. Ango tola şehîdan berpirsyartiya li beramberî şehadetê bi mezinkirina rêxistinbûnê dide. Jibo wê ev dibekarekterê tevgera Apoyî bi şehadeta Heval Bêrîtan û H. Zîlan re artêşbûn û ber bi partîbûna jinê ve diçe. Ev pêşketin hemû Rêbertî dema hîn di temenek ciwandeye dike.
Hêza ku bi milyonan li meydanên Newrozê komdike, hêza rêxistinbûnê ye. Îro eger li welatekê, li cihekê wekî rojhilata navîn jin di qadên wekî leşkerî, siyasî, wêje çandî de pêşengtî dike, ev hêza rêxistinbûnê ye. Gelê Kurd, qirkirinên wekî Roboskî jiyan kir, di rêveberiya xweser de bisaxî di bodruman de hatin şewitandin, cenazeyê gelek pêşengên civaka Kurd di li peye maşîneyan hatin kaşkirin, di zîndanan de gelek mirov tevahî temenê xwe yê ciwantî li wir derbas kirin lê dest ji doza xwe bernedan, ev hêza rêxistinbûnê ye. Îro eger dijminê qirker êrişî cihên wekî saziyên ziman, şaredarî, navendên çandî, meclis û komînên herêman dike û digre jiber ev cihên xwe rêxistinkirina civakê ne jibo wê ye, ev heman demê tirsa wê ye jî.
Wekî encam rêxistinbûn her bi me daye qezenc kirin. Ango eger rejîma qirker ya Tirk ji red kirinê mecbûr maye were ber naskirina mafê gelê Kurd, ev xutkirina îradeya gelê kurd e. Heqîqet jibo ciwanên gelê Kurd ew yeke ku Rêber Apo dema destbi vê meşa azadiyê kirî wekî biyolojîk di temenek ciwan de bû. Rejîma şerê taybet jî jibo ku rêxistinbûna gelê Kurd û ciwanan parçe bike û bê bandor bike kesayetê di aliyê exlaqî de dixin. Di nava ciwanan de, di kolan û dibistanan de bi destê polÎsan çawa madeên hişbir tên belav kirin tê dîtin. Jixwe kuştina jinan û tecawuz ser jinan jibo civakekî seqet avabike tu sînoran nasnake bi destê zilam-dewlet ê desthiatdar. Armanc ew e ku civak nebe xwedî îrade her wekî keriyekê werin rêvebirin. Di pêşengtiya Rêber Apo de ciwanên Kurdistanê, jinên Kurdistanê gelê Kurdistanê ev 50 sale îsyaneke li beramberî vê yekê.
Bedena mirovan li beramberî nexweşiyan, ango li beramberî êrişên mîkrobiyal laş xwedî parstinek muhteşem e. Marîfet û fena vê diyardeya bedena mirovan jiber hevdu temam kirin, yekitiya lebatên laş, valatî nedayîna êrişên derdor e. Ev dide nîşan kirin ku bedena zindiyan jiber tekûzbûyîna rêxistinbûna wê xwe di parrêzê û dide berdewam kirin. Ev tevgerandin û zimanê xwezayê ye. Heqîqeta wê ya civakî xwe çawa dide nîşan kirin, dibe mÎnakka hevsengiya mêşên hingiv çawa dina va rêxitinbûnekê de ye û Rêber Apo jî bicivaka PKK avakirî vê di heqîqeta civakî nîşan kir.
PORTREYA ŞEHÎD BRÛSK BARAN
Dîsa bihar hat çol û der û deştan,
Ciwanî hat û çû her wekî biharan,
Li ser gorên ciwanan lale şîn dibin,
Deme ku heyverû biçin gûlistanan…
Di vê çarîna xwe de bi vî rengî behsa ziravtîya di navbera çêbûn, hebûn û mirinê dike Bava Tahirê Uryan. Gelo ew pirsên kû; jîyan çî ye û çawa tê jîyîn, berê jîyanê ber bi kuderê ye çima her tim bûye xem, kûl û derdê hinek însanan ? Ecaba sirra vê di rast jîndar kirina yên rast jîyan kirîde dîtin pêkan e?..
Jîyan, hem tê wateya kêlîyek pir kurt hem jî tê wateya herikbarîyek bêdawî . Tiştên ku rih didin zindîyan jî bêywestan xwe bi nû kirinê didomînin. Mînak di xwezaya avê de rawestan û yan jî qutbûn nîne. Di çêbûna nebat û ajalanda jî demkî bûyîn, walatî û navber nîne. Eger sekinandin di vê pêvajoyê de çêbibe dê bibe felaketa wî tiştî. Ango dema li gorî şert û mercên çêbûnê xwe sazkirin çênebe tunebûn destpê dike..
Di rastîya civakanda jî heman rastî derbazdar e. Li gorî şertên jiyana civakan eger tekoşîna çareseriyan bicemide, civak dişibin ava ku genî dibe. Tenê ferqek vê heye. Ew jî ewe kû, ji derve bi awayek pergalî û plankirî qirkirin yan jî desteserkirina nirxên civakê ye. Di dîrokê de jî li beramberî rewşên wisa parastina cewherî û çanda qedîm ya serî rakirinê her tim hebû ye. Ji bo nirxên xwe yên maddî û manevî ji dest nede li berxwe da ye. Ango dev ji heqîqeta xwe bernedan bûye nasnameya civakbûyînê. Ji serî rakirina yekmîn heta niha bûye tovên fikra sosyalîzmê. Bêgûman li gorî roja me ya îro cudahîya heye, lê di esas de çavkanîya hişt ku civakbûyîn çanda xwe veguhêze roja îro û li ser lingan bimîne rêxistin û rêxistinbûyîna nav civakê de bû.
Derketin û meşa serfiraziya Rêber Apo jî li ser heman hîmê şîn bû û Rêbertî dibêje kû; ‘’ Heger rêxistinbûyîn nîn be li Kurdistanê pelek jî naheje. ‘’ Hovîtîya emperyalîzmê û mêtingerîyê ji Kurdistanê derxistin û gelê ku anîbûn li ber asta mirinê jîndar kirin dê nehêsan bûya. Hîna bi hîskirina dijwariya du peyvên ku ‘’ Kurdistan mêtingehe ‘’ dîyar bibû ku ew meş ne meşek ji rêzê û asayîye ne jî rêwîyên vê rêyê dikarin bi hêsanî ev kirasê ji agir li xwe bikin. Pergalê di herêmê û welat de bi avakirina dojehekî, xwest bi navê jiyan û rumetê tiştekî nehêle.
Rêber Apo dijwarîya tîna vî agirî bi hişmendîya xwe ya dîrokî ve bi hostahî hunand. Di şexsê xwe de mîlîtanên xwe, gelê xwe û fikra xwe ava kir. İsrar û keda ku di zanista sosyalîzma demokratîkde kirî, berhemên wekî mirovên azad, fedaî û xweşik bi xwe re anî.
Yek ji wan hevalan jî Ş.Brûsk bû.. Di nava germahîya şoreşa Kurdistanê de jî kesayetekî bikaribe xwe li hemû zihmetîyên şoreşê re ragire ava kiri bû. Ji Bakurê welêt heya çiyayên azad ji wê derê heya Rojava yê Kurdistanê gelek li gelek qadan têkoşîya û xebat da meşandin. Bi şêwazê; çanda kû ji dîroka cîvakî girti bû û ezmûnên jîyana xwe ya şoreşgertîyê kire yek û wekî pêşengek ciwan erkên mezin rakir. Taybetmendiya Şehîd Brusk a herî sereke hostatîya wî ya rêxistinkirinê bû. Jiber ku cewherî kiribû û giringîya wê jî fam kiribû. Êdî ew bibû katakterê wî yê xwezayî. Bi dilnizmîya xwe di dilê herkesê de cih cihê xwe digirt. Bi sebir û çanda xwe ya hurmetdarî û guhdarvaniyê pir bi rihetî dikarî li gel herkesê têkilî ava bike û îqna bike. Ji ber ku qîmet dida insanên beramberê xwe, pir guhdar dikir u kêm diaxivt. Ango, çanda dayîk xwedawendê kû fêrî wî kiri bû; ya ku digot, gotinên xwe bipêje paşê bibêje dihişt kû hevalê Brusk bibe navendek ku ciwan, jin, zarok kal ango hemû kes dil û keserên xwe jê re parve bike . Ew gelê ku sedan salan lal kiribûn dema didîtin ku gotinên wan giranbuha têne dîtin pê şad dibûn û wan jî gelekî qedrê hevalê Brûsk digirt. Bi kuraniya xwe ya îdeolojîk jî di hêza perwerdekariya Apoyî de xwe pir pêş xistibû. Sedan kes bi vî rengî perwerde kir û guhertinên bingehîn di civakê de çêkir. Bi eşq, azwerî û moralek pir bilind ew kar serkeftî bi cih anî. Jiber ku hevalê Brusk jibo avakirina civaka exaqî û polîtîk di zanî perwerde kirin û rêxistin kirin dibe serkeftinê.
Bi dilpakî û fezîletên xwe yên Apoyî dihişt kû zû aîdê cihên xebatê lê dida meşandin bibe û were qebûl kirin. Tenê bi alîyên xwe yên civakî û çandî ne, bi xweşmêrî û şerkertiya xwe jî civak û rêxistinbûyîna xwe ava dikir. Tu carî neheqî, bê edaletî û zilm qebûl nedikir û beramberê vê bê deng nedima. Ji xwe bawerbûn û zîrektiya wî; wêrektî nav gel û ciwanan de belav dikir. Ji ber vê jî di kêlîyên dijwar û girande kesek bû kû çavê herkesê lê digeriya. Ango wekî; Karkeran, Fazilan, Egît û Dîlşêran xweşmêrekî rojên giran bû. Kesayet û rastiya însanan herî zêde di rewşên awarte de zelal dibe. Ji ber vê jî di şerê berxwedana serdemê ya Efrînê de hevalê Brûsk jî wekî Derwêşek vê serdemê derkete pêş. Li kêleka Ş.Avesta Xabûran, bû îspata têkneçûyîn û teslîm nebûna îradeya Apoyî. Di vî şerî de pêşengtiya sedan ciwanan kir û wekî siwarê pêşîn di enîya herî pêş de cihê xwe girt. 12 siwarên wî yên ciwan di şer de gihîştin asta şehadetê. Heval Brûsk şehadetên ku çêbûne û fermana li ser gelê Efrînê bi deste dewleta tirk û hêzên hegemon pêkhatibû, hêrsek mezin tê de avakiribû. Ji bo tol girtinê û rizgarkirina Efrînê bêy rawestan tekoşîn kir. Rastî jî xwe bi gelê Efrînê re kiribû yek û pê ve hatibû girêdan. Gotinek heye tê gotin kû, car hene gel dişibe pêşengê xwe, carna jî pêşeng gele xwe dişibîne xwe. Rastîya hevalê Brûsk ji şibandinê wêdetir e. Ew senteza yêkîtiya gel û gerîla ango mînaka bêhempatiya Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Dema ku Ş. Brusk, Ş. Hawar û Ş.Garzan şehit dikevin gel wekî lêhiyekî li pey wan meşiya. Tê gotin kû di wê rojê de kesek li malên xwe nema bû. Ew her sê heval li ser milên sedhezaran ber bi bêdawitiyê ve bi tîlî û diruşmeyan dihatin oxir kirin. Ew xwedî derketin hem nîşaneya berhema keda rêxistin kirina gel bû, heman demê jî mîsogertiya serketina mîlîtantiya şerê gelê şoreşgerî bû.
Rêber Apo, dibêje yê kû serkevtina vî nebe eşqa vî jî nabe. Heman demê di paraznameyên xwe de jÎ baldikşîne ser girêdanbûna wate, heqîqet, eşq û jîyanê. Navbera jiyan û wateyê de girêdanbûn û lêpirsînên kûr ava dike. Maneyê wekî potansîyela heqîqetê pênase dike. Wekî din Rêber Apo wiha dibêje; dema ku aşiq digihîje Maşuq ev kêlî kêlîya kû wate xilas dibe ye. Ango eşqê wek lêgerek berbi heqîqetê, heqîqetê jî jîyanekî kû bi azad û rumet were jîyîn destnîşan dike. Wateyê jî; sir û zewqa kû însanan ber bi armancê ve bê tirs û bêy fikar dimeşîne û diherikîne dîyar dike. Di bin ronahîya wan şîroveyan de rastiya hevalê Brûsk jî hîn zelaltir xwe dide der. Dest, dil û maneviyata heval brusk di li kîjan hevalû ketibe, şopên kû nayên ji bîr kirin di bîra wan de hişti ye û yên ku Heval Brusk nedîtine jî jî heman hest zindî heman hest di wan zindî bûye. Taybet jî, di rastiya Rêbertî de xwe kirina yek hiştiye ku di heval Brusk de eşqa gel û welatê wî mezintir bibe. Dikarin were gotin kû, rastî jî di şexsê gelê Efrînê de bibû aşiqê gelê xwe û mirovatiyê. Ango, di evîna gerdûntiya Rêbertîde xwe kiribû sîmûrgekî ciwan… Bi sebrek derwêşane, bi zanebûnek alimane bi kelecana xeyalên zarokane û bi dînamîzma cîwantiyê, hemû merhele û derîyên berbi heqîqetê ve derbaskirin û navê xwe di nemirtiya bîra dîroka civakîde neqişand.
Bêguman her heskirin ked, şer û berdêl dixwaze. Hevalê Brûsk jî di giştî jîyana xwe de nişanda kû lazime mirov çawa bijî, çi bike û ji kuderê destpê bike. Ya herî girîng jî lazime mirov çawa hez bike, ji çi hezbike û ji bo heskirina xwe çi bike… Dê bila carek din jî beytên Bava Tahir bersivên xwe di pakrewantiya Ş.Brûskan de bibîne û wateya jiyan û eşqê di fedaîtîya Rêber Apo xwe heqîqî bike.
Kesê aşiq be, ji canê xwe natirse,
Aşiq ji zincîr û zindanan natirse,
Dilê aşiq, mîna dilê gurê birçî ye
Gur ji hey heyên şivan natirse…