DaxuyanîGiştîŞehîdBîranînên Şehîdan

“EW ZAROKÊ ÇİYAYÊN SERHİLDÊR, FERMANDARÊ BERXWEDANA NİSÊBÎNÊ”

Ji Hemû Gelê Me Yê Binirx Yê Kurdistanê û Hemû Ciwanên Welatparêz Yên Kurdistanê re.

Tekoşîna me ya azadiyê ya ku bi salane bê navber berdewam dike her ku diçe mezin dibe ya ku xeta wê ya berxwedanê diyar dike, di serî de Rêberitya me û şehîdên me yên qehremanin. Bi saya şehîdên me, ked û berdêlên ku wan daye û bi berxwedayîna wan ya destanwarî re tekoşîna me ya azadiyê, di vê astê de gerdûnî dibe û ji hemû cîhanê re dibe hêvî û çavkaniya berxwedaniyê. Tekoşîna me ya bi rûmet û jiyana azad, di hemû dîroka mirovahiyê de cihekê mezin girtiye. Nirxên ku hatine avakirin, hişmendiya azadiyê ku avabûye û hemû berdêlên ku hatine dayîn di encama tekoşînekê mezin de hatine bidestxistin. Rastiya Rêbertiya ku serdixe, veguheriye rastiya sereftina jinan û ciwanan. Bê guman tu tekoşîn bi hêsanî ne hatiye bidestxistin. Divê wateyê de tekoşîna me di giştî cîhanê de deng vedaye. Wekî ku Rêberitya me dide nîşandan “ li ser van xakan, berxwedanî vediguhere çandê”. Di şexsê Rêbertiyê de rastiya gêrîlayê ku berxwe dide, jin, ciwan û gelê ku berxwe dide derketiye holê.

Tekoşîna me ya nîv esir di her wateyê de ji Tevgera Ciwanên Apoyî re mîras û nirxekê mezin hiştiye. Wekî Tegera Ciwanên Apoyî carekê din em dubare dikin ku li hemberî her şehîdek, soza xwe, girêdanbûyîna xwe, biryardariya xwe, em ê pê xurtir bibin. Mîrasa tekoşîna me ya 52 salan a şehîdan, wê bibe hêza esasî ya ku meşa me diyar dike.

Li ser vê easê di 25’ê Tebax a 2025’an de li qada ku lê tedawî didît, yek ji pêşengên tevgera me ya ciwanan, rêhevalê me Çiya Rizgar ku gihişte şehadetê bi hurmet û minetdarî bi bîrtînin û li beramberî bîranîna wî em bejna xwe ditewînin. Di serî de malabata me ya binirx a Rêhevalê me yê Şehîd, Çiya Rizgar re, hemû gelên Kurdistanê û ciwanan re sersaxiyê dixwazin.

Ji kêliya ku tevlî tevgera Apoyî bû heta kelîya ku gihişt şehadetê, rêhevalê me Şehîd Çiya Rizgar bi tekoşînekê bê emsal û bi tevlîbûnekê xurt, israra wê ya di jiyana azad û bi kesayeta xwe ya tekoşer, bû rêhevalek yê jiyana azad. Rêhevalê me Şehîd Çiya Rizgar ji Bakurê Kurdisranê heta Rojavayê Kurdistanê û hemû qadên ku lê xebat meşand, bû mînakek ya milîtantiya Apoyî. Bi rêhevaltî, ked û hewildanên xwe û sekna xwe ya fedayî, ji hemû gel û ciwanên Kurdistanê re pêşengtiyekê xurt kir.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yên şehîd bûye bi vî rengî ye:

 

Nasnav: Çiya Rizgar
Nav paşnav: Arjen Yavuz
Cihê jidayikbûnê: Merdîn- Şemrex
Dayik-Bav: Ayten-Hesen
Cîh û Dîroka Tevlîbûyinê: Amed-2013                                                                                                                    
Dîroka şehadetê: 25’ê Tebaxê 2025

EW ZAROKÊ ÇİYAYÊN SERHİLDÊR, FERMANDARÊ BERXWEDANA NİSÊBÎNÊ

Ji Bo Wî Jiyan Tê Wateya Rêhevaltıyê

Rêhevalê me Çiya Rizgar, di sala 1992’an de li navçeya Şemrex a Mêrdînê di nava malbatekê nirxên xwe yên Kurdistanî diparast û girêdayî nirxên xwe yên welatparêziyê bû, ji diayîk dibe. Li dijî her cure polîtîkayên dijmin yên qirkirin, bişaftin, koçberkirin, şewitandina gundan, dibe yek ji milyonan ewladên Kurdistanê ku mecbur tê hiştin ji xaka xwe koçbibe. Qutbûyîna ji xaka xwe di wî de kîn û hêrsekê mezin avadike û tu carî ji xwe re bûyîna yekê din qebûl nekiriye. Bi nasname, hebûn û fikra xwe ya cewherî karî jiyan bike û hîn di zarokatiyê de taybetmendiyên Kurdistanî di wî de serhildêriyek avadike. Dema hîn ciwan bû polîtîkayên qirkirinê yên ser Kurdistanê dihate meşadin ferq dike û dikeve nava lêgerîna çawa jiyan bike. Pergal û rastiya malbata heyî di wî de nakokiyekê mezin avadike, lêgerîna wê ya xwe gihandina heqîqetê dihêle veguhere lêgerîna xwebûnê. Bİ taybetî di salên ku zanîngeh di xwend de, dema ku dest bi xebatên ciwanan dikir, lêgerîna wê ya azadiyê kûrtir dibe û dest bi xwegihandina wateya hezkirina jiyana ku jêre digot “tu dê tama vê jiyanê bigrî” dike. Lewra wate di wî de rewşek wisa ya cewherî pêktîne kû ev wate vediguhere eşqa tekoşînê ku qet êdî dest jê bernade. Xwe gihandina cewherê, xwe gihandina heqîqetê bû û ev meznahiya zanabûna ku di wî de, veguherîbû tolhildanekê mezin. Her tolhildanek jî bibû navê vegera li cewherê. Tolhildana xwe ya yekemîn li hemberî pergala ku ew ji xaka wî qutkiriye, bi tevlîbûna xwe ya nava refên azadiyê digre. Qada Heftanînê ku destpêkê berê xwe dide wir, li wêderê xwe digihîne sirra rêhevaltiyê. Ya ku wî gihandî vê sirê, dema ku wekî mirovekê xweşik dest bi vê riyê dike, wekî şoreşgerekê xweşik, wekî deynekê li çiyayan, navê ÇIYA digre. Ev yekemîn navê lêgerîna xwebûyînê bû

Ji 2013’an roja ku wekî şoreşgerekê profesyonel dest bi rêwîtiya xwe ya Tvgera Azadiyê kirî heta bi roja ku şehîd ketiye, karî bibe gerîlayekê zaferê û sembola rêhevaltiyê. Ji 2013’an heta 2016’an cihê xwe dinava xebatên Bakur de girtiye û di her qada ku têde xebat meşandiye, di hemû rêhevalên xwe de, di her ciwan û malbata ku danûstandin bi wan re kiriye teqez şopekê di wan de hiştiye û rêzdariyekê muaazam avadike. Ciwanên Bakurê Kurdistanê perwerde dike, rêxistin dike bi vê rengî zanabûnekê mezin avadike, Herwiha li beramberî dijmin di berê xwe dayîna ciwanan ya nava refên berxwedanê de, dîsa pêl bi pêl berê xwe dayîna refên gêrîla ya ciwanên Kurd de dibe xwedî rolekê bi bandor.

Di sala 2015’an de li qada Garê bêy ku akademiya Alî Çîçek temam bike, li Bakurê Kurdistanê cihê xwe dinava refên berxwedanê ya rêveberiyên xweser de digre. Rûxmê demek dirêj di perwerdeyê de namîne jî, bi rêgeza “eger rast fêmbikî, tû dê rast pêkbînî jî” her kêliya xwe ya jiyanê hewildanekê mezin raber dike jibo ku Rêbertiyê fêm bike û pêkbîne. Perwerdeyekê yek rojî, jibo serkeftinên mezin bes bû. Lewra Heval Çiya bi pratîka xwe vê îspat dike û ji hemû rêhevalên xwe re di vê wateyê de dibe mînakekê mezin. Li Nisêbînê ji roja ku pêvajoya rêveberiyên xweser destpêdike heta dawiyê, cihê xwe di navê de digre û di pêvajoya ku digot “em diçin şoreşê bikin, emê bibin navê serxistin û serkeftinê” de, karî bibe qadroyê zaferê. Bû yek ji fermandarên mezin yên Nisêbîna ku bi berdêlên mezin dibe navê berxwedanekê bi heybet û ji dijmin re sendromê dide jiyan kirin. Rêhevalên xwe yên ku nas dikir, dîtî, bi hevdure li heman mewziyê de şerkirî, bi destê xwe wane emanetî xaka pîroz kirî, bi sozekê mezin ya “berxwedan jiyane” dibe bersiv û heta şehadetê girêdanbûyîna xwe ya ji van rêhevalên xwe re, bi ked û tekoşîna bersivbûyînê ya ji rastiy wan re jiyan dike. Heval Çiya li gel hemû rêhevalên xwe bi yek gotinê tê bibîranîn; sembola rêhevaltiya rast, ew “RÊHEVALEK” bû. Bi pênasekirin xwe nîşan dide ku; “rêhevaltiyekê wekî me di dîrokê de jî ez texmîn nakim ku hatibe jiyan kirin. Bi taybetî rêhevaltiya bi jinê re. Ya herî rehet û hêsan ji bo hevdu canê xwe feda kirin e. Jibo rêhevaltiyê ez çi bînim ser ziman jî wê nikaribe pênase bike. Ya esas hevdu hîs kirin, mezin kirin û tekoşîn kirin e. Demên ku wekî fîzîkî ez ji rêhevalên xwe dûr dimam nefesa min qut bû û min hîs kir ku ez bê nefes dimînim”. Rêheval Çiya karî bibe tevahiyek ya hemû şehîdên rêveberiya xweser. Her rêhevalek şehîd jiber ku parçeyek ya wê tevahiyê ye, van parçeyan giştî di xwe de dayîna jiyan kirin û her rêhevalekê bi vê şêwazê tekoşînê bêmirinî kirin dinava rêhevalên xwe de wekî ÇIYA NISÊBÎN karî nirxên şehîdan hilgire. Bersiva herî mezin da erkê herî pîroz, dema ku jiyan dikir vê rêzdariyê avakir lewra bûye derstanekê berxwedaniyê a Nisêbînê

Pêvajoya rêveberiyên xweser wekî navên qehremantî û berxwedanên mezin dema ku di dîroka azadiyê de cihê xwe digre Rêheval Çiya ku heta kêliya dawî di rêveberiya xweser de tekoşîn dike, dema di xwestin gelê Kurd yê Egîd û Qehreman dîsa ciwanên Kurd dinava enkazan de bin axbikin, bi ji nû ve jidayîkbûnê re mirinê, kire jiyan. Dibin enkazan de karî wekî navê xwe bibe ÇIYA û tu carî dest ji rêwîtiya çiyayên azad bernade. Ji 2016’an heta şehadeta xwe jî vê rêwîtiya xwe tu dest jê berneda. Li deştan bû Çiya, li Çiyan jiyanê xweşik kir, li deştan mirovên çiyayî avakir û tu carî ji dervey Kurdistanê ji dervey Çiyayan li cihekê cuda jiyan kirin ji xwe re qebûl nekiriye. Di pêvajoya nexweşiyê de, li qada ku lê tedawî didît, heta kêliya dawiyê ferzkiriye û di xakên Kurdistanê ku aşiqê wê ye de “divê riya ku bi pirsa çawa bê jiyan kirin destpêkirî de, zanî çawa jiyan bike, DI KÛRANİYA WATEYÊ DE xwe gihand heqîqetê”.

Di sala 2021’an de perwerdeya Ocaxa Sakîne Cansız ya PKK’ê dibîne û bi vê perwerdeyê re bêhtir bi felsefeya Rêber Apo re bû yek, rêhevaltiya rast ya bi Rêbertiyê re, jibo ku sekna rêhevaltiya azad di kesayeta xwe de avabike, dibe xwedî tevlîbûnekê mezin. Piştî wê, jibo ku bêhtir direfên pêş de tevlî şoreşa rojava bibe, jibo ku gel û ciwanan bi fikrê Rêber Apo perwerde bike, berê xwe dide Rojava. Li ruxmê nexweşiya xwe jî bi bê navber salên xwe yên tije tekoşîn bêy ku bi weste, bi coş û eşqek ya jiyanê karî bibe xwedî meşekê mezin

DI RIYA KU DEST BI AZADIYÊ KIRÎ DE bi gotina “YÊ KU ME DİDE MEŞANDIN RÊBERTIYE” re

BI ENERJIYA XWE YA POZÎTÎF WEKÎ PÊLEK YA COŞÊ HERIKÎ

Rêheval Çiya di dîroka xwe ya tekoşîna xwe ya nefes bi nefese de rêhevaltiyekê bêdawî bi cih kir. Her kêlî bi wate, her kêlî bi kûrahiya wateyê jiyan kir. Li hemberî nêzîkatiyên neyênî tekoşînekê mezin meşand û ji her pratîkê terûbe derxist. Di jiyana azad ku Rêbertî avakirî de, bi gotina “yê ku me dide meşadin Rêbertiye û erkê ku dikeve ser mile me jî fîzîkî azadiya Rêbertî pêkanîn e” hertim bû xwediyê tekoşînekê ku Rêberityê zêdetir hîs bike û pêre bibe yek. Ji dervey pirtûkên Rêbertiyê pirtûk nedixwend, di hemû tekoşîn xwe û perwerdeyên ku dida de yek hedefa wê hebû ew jî dayîna fêmkirin û dayîna nasîna Rêbertiyê bû. Wekî pêşengê ciwanên Apoyî bi Rêberityê re bû xwediyê meşek ya azadiyê. Rêheval Çiya di hemû nirxandinên xwe de dide nîşankirin ku fedayîyek yê Rêber Apo ye û hertim bi guhertin û veguhertinek dayîmî re bû xwediyê seknek fedayî. Wekî navê xwe bû xwediyê seknek bi heybet û hertim ji derdora xwe re bû çavkaniya moralê.

Nirxekê mezin dida rêhevaltiya xwe ya bi jinê re û di xeta azadiya jinê de kûrbûyînê ji xwe re esas digirt. Hevalê Çiya ku digot “ yek kêliya me jî divê bê tekoşîn derbas nebe.” Lewma tekoşînekê mezin jibo têkiliyê rêhevaltiyê da avakirin.

Rêheval Çiya rêgeza Rêber Apo ya ku “rêheval ewe ku eniya rêhevalê xwe digihîne stêrkan” wek felsefeyek jiyanê di xwe de jiyanî kir, têkiliyên rêhevaltiyê di tekoşînê de mezinkirina wê hertim ji xwe re esas girt. Di heya roja şehadeta xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rêhevaltiya komûnalîst û jiyana komünal ji xwe re kir armac. Ji me re rêhevaltiyekê ku tu carî xilas nabe diyarî kir. Rêhevaltiya jiyanî ku dewrî me kirî, em soz didin ku bigihînin azadiya Rêber Apo.

Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê, hemû ciwanên sosyalist dikin ku bi xwedî derketina li wesiyeta şehîdan re tekoşînê, bi rihê Rêheval Çiya mezin bikin. Riya bersivbûyîna ji şehîdan re xwedî li mîrasa wan derketine. Bi her kêlî tekoşîn kirin û berxwedyînê tola şehîdan rakirin, erkê me yê esasiye. Li ser vê esasê em dubare rêhevaltiya jiyana azad û fedayîtiya Şehîd Çiya Rizgar, di serî de ji malbata wî re ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, soza girêdanbûyîna xwe ya bîranîna şehîdan re nû dikin û em soz didin ku emê armancên wan yên serkeftinê pêkbînin.”

Related Articles

Close