Giştî

Berîtan Xwedawenda Parastina Jin û Civaka Azad’e

 

Di dîroka azadiya mirovan de hertim pêşeng hene , riya azadiyê ji mirovan re ronî dikin û wan ber bi rastî û heqîqetê ve dibin .Yek ji wan jinên berxwedêr ya ku çanda dayikên xwedawend vegerand û himbêzkir  Ş.Bêrîtan bû. Heval Berîtan weke  keça  Dêrsimê xwedî dîrokek berxwedaniyê ye. Xwendevan û zanko ya fakulta zimanê înglîsî û di dibistanê de xwendevana evîndara xwendina pirtûkan e. Ji ber ku kesayetek xwedî sekinbû  û gelek bi hişbû, di naskirina kesayeta mirovan û şîrovekirina wan kesên durist û kesên xayin bi hesanî ji hev nasdikirin, di sala 1991 de tevlî hereketa partiya karkerê kurdistan bû , kesayetek xwedî hêz û îrade bû , di pêşengtiyê de û rêveberyê de pir jîr bû, jina yekem a karibû xwe ji koletî û hişmendiya desthilatdar xelas kir , wek ku me di filmê wê de dît çawa serê jinên şoreşger vedike li ser esasê fikrekî azad û paqij , ticarî ji mirinê neditirsiya û hertim tirs ji dilê hevalên xwe dûrdixist û hêza tekoşînê li cem wan avadikir. Her wiha rihê hezkirinê û îrada azad di hevalê xwede dida avakirin , Heval bêrîtan bi pêşengtiyê dihat naskirin û di kîjan li kuderê ba, rola jina xwedawend dilîst, di şerê di navbera Partiya Karkerê Kurdistan û Partiya Demokratî Kurdistanê bi hevpeymana di navbera Başûr û dewleta turkî û dewleta îranê ,hersî alîgiran pilanên xwe danîbûn ku di vî şerîda PKK tunebikin.

Di vî şerî de hemû sîlahên xurt û giran hatin şuxlandin û bikaranîn. Ketîba şehîd Bêrîtan ya ku şehîd nedan ,tu heval jî neketin destê dijmin, bi saxî ji ber ku heval Bêrîtan tektîkê wê yê şer û hilkişandina çiyan pir xwirt bûn. Dema cebxana wê namîne, dîbine ku  dijmin nêzî wê dibe( ji bo wê bidest bigirin) fikrandinek ku destên pêşmergeyîn xiyanetkar, neghije bedena wê, qilêşa xwe şikand û herdû destên xwe yê zêrin ber bi ezmanan ve vekir û bi dengê xweyê bilbilî lîland, dengê azadiyê li çiyayê kurdistanê belavkir. Bi rihê jiyanek bi rûmet xwe ji zinarê çiyayê Kurdîstanê avêt û bû ji bo me jiyana bû sembola berxwedanî û teyara azadiyê. Hevala Bêrîtan bi vê berxwedanî û helwesta xwe  weke teyrek azad  ket nava rihê her jineke azad. Heval Berîtan bi vê lehengiya xwe bi hezaran bêrîtan da avakirin. Li ser vê bingehê jina Kurd tekoşîn dan meşandin. Mînaka li ber çavan YPJ (Yekîneyên Parastina Jin )li Rojavayê kurdistanê yê ku riya Bêrîtan dişopînin ew riya ku bi xwîna durist hatiye neqişandin, bûye sembola şopa rizgariyê her jinek bi navê Bêrîtan tê nîşandan bi zengelolka wê bandike û li ser armanca wê tekoşînê dike. Ş.Bêrîtan bingeha ramana jinên tekoşer û azad şopand. Mînaka jina kurd a serhildêr, weke Besê ji bo ku nekeve destê leşkerê komara tirk, xwe ji zinaranê Dirsimê avit çemê Munzûrê, Zerîfeya ku li beranberî qetilkariya komara tirkan serî netewand û mil bi mil bi Elîşêr re têkoşîna azadiya Kurdîstanê da meşandin û her wiha qazî û Gulnaz û bi dehan jinên bi qehremantiyek mezin dîrok li pê şopa xwe hiştin. Belê qehremaniya heval Ş.Bêrîtan pêvajoyek dîrokî bû di dîroka Partiya Karkirê Kurdistan de ev jina Kurd, serokatî û rastiya dîroka berxwedaniya gelê kurd û qehremantiya keçên dêrsimê bi hevre kirin yek û van  rastiyana hemû anî gel hev. Careke din ji desthilatdariyê û  xiyanetê re got:na! ji tunekirina jinê re got:na!

hevala Bêrîtan ji wê pêwîstîya mezin a jina kû azadî dixwest destpêkir û destanek mezin ji jinê re ava kir. Beriya her tiştî li hember xiyanetê helwesteke dîrokî bû. Xiyanetkaran ku dixwest nirxên şoreşê bixe dest û şoreşê tesfiyebikin (PDK) ji milekî êrîş dikir û dixwest jinên berxwedêr teslîmî dewleta turk bikin û tevgera azadiyê tunebikin.  Wan pêşmergeyên ku dixwestin heval Bêrîtan sax bigrin her wiha teslîmî dewleta turk bikin û xeta teslîmkariyê feriz bikin. Lê hevala Bêrîtan li şûna teslîmkariyê bû bersiva berxwedaniyek dîrokî. Çalakiya wê bû helwesta ferzkirina rihê berxwedanê û israr jiyana azad, bû felsefa jiyanek bi rûmet. Rêheval Bêrîtan bi rewşa xwe ya birîndarî jî piştî berxwedaniyek hêja rêka şehîdbûnê li dijî teslîmiyetê qebûl nekir li Herêma Başûrê Kurdîstanê, li çiyayê Xakurkê tevlî refê şehîdên nemir bû. Heval Bêrîtan di dîroka jina şerker de bû destpêkek xeta parastina jin a nû. Ew bû dananasîna keda hemû jinên windabûyî. Li ser bingeha berxwedana heval Bêrîtan bi fikir û felsefa Rêber Apo yê bingeha (Artêşbûna jinê) hat avakirin.

Li ser xeta Berîtanan îro  tekoşîna jina  Kurd weke xeta bîr û bawerî û  felsefa jiyanek çawa? ango riya jiyana nû hate avakirin. Tevgerîna jin tevegerîna jinên ciwan îro li her çar perçeyên welata û dervî welat têkoşîna jiyana azad û îradeya azad tê birê ve birin. YPJ, jî li ser vê xeta berxwedêr îro navê xwe li dîrokê nivîsan û dinivîsîne.

BÊRÎTAN MÊRDÎN

Related Articles

Leave a Reply

Close