Şehîd Kurtay Faraşîn

Kurtay Faraşin

Nasnav: Kurtay Faraşîn
Nav û Paşnav: Edip Arvas
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 03.09.1992 Çatak
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 2015 Wan
Cih û Dîroka Şehadete: Adar 2016 Mêrdîn

 

Şehîd Baran Mawa:

“Heval Kurtay heye li Cizîrê. Heval Kurtay bi HEVAL Botan re li Nisêbînê dima. Heval Botan dema Şehîd ket ew jî birîndar bû. Heval jî wî ji bo tedaviyê dişînin Cizîrê. Di vê pêvajoya ku tedavi dibîne de dorpêç destpê dike. HevaL Kurtay di sala 2015 ande di Akademiya Şehîd ELÎ Çîçek de bû. Berê jî di gelek qadên cuda de xebat meşandibû. Hevalekî ji Şaxê ( çatak) bû. Bavê wî sercerdevan bû. Malbata wî û derdora wî ne welatparêzbûn. Lêbelê dema ku mirov girêdanbûna wî ya rêxistinê mêze dikir, tevlêbûna wî mêze dikir, te digot qey ji dayîkbûnê de rêxistin naskiriye. Di wî astê de rêxistin naskiribû û xwe tevlêdikir. Jiber rewşa bavê xwe gher di rewşeke şermê de dima; lêbelê vê rewşê dihîst ku xwe hîn zêdetir tevli partiyê bike. Hîn zêdetir xemat meşandinê hîsdikir. Digot ez çi jî bikim kême. Pêwîste ez hîn zêdetir bikim. Piştî dewreyê perwerdeyeke leşkerî dît û wek berpirsiyar çû Mêrdînê. Li Nisêbînê bicîh bû. Piştî demekî kin birîndar dibe û derbasê Cizîrê dibe. Wek roj em wî jî tam nizanin kîjan rojê şehîd ket.”

Fermandar Baran Mawa şehîdên Cizîrê vedibêje – Ş. Felat, Ş. Kurtay û Ş. Egîd

Close