Şehîd Sara Hogir Riha
Nasnav: Sara Hogir Riha
Nav û Paşnav: Gulsun Silgir
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 29.08.1990 Wêranşar Riha
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 2011 Mersin
Cih û Dîroka Şehadete: 28.07.2023 Herêmên Parastinê yên Medyayê
Jiyaneke Manewî, Hişmendî û bi Kedê Hûnandî: Sara Hogir Riha
Rêhevala me Sara Hogir Riha; Li Rihaya ku Rêbertiya me jê re dibêje cihê lanet û pîroziyê ye, di malbateke welatparêz a ji koka pîroziyê mezin bûye de hatiye dinê. Kesayetiyeke wî ya ku girêdayî nirxên Kurdistanî ye û bi vê cewherê mezin dibe. Ji biçûkaniya xwe de dilsozî û hezkirina wî ya ji bo Rêber APO gav bi gav mezin dibû û dizanibû ku çawa di nava xwe de mezin bibe. Dizanibû ku rêya îdiakirina Rêbertiyê li ser bingeheke rastir bi têkoşîna aktîf e. Bandora birayê wî Şehîd Hogir Riha ê ku di sala 1992’an de li Mêrdîn-Qoserê di şerê bi artêşa Tirk a faşîst re di dema pêvçûnekî de şehîd bû. Rêhevala me Sara her tim armanc dikir ku rojekê çeka birayê xwe rake. Di sala 2009’an de çû zanîngeha li Mêrsînê. Ji bo hîn bêhtir di xeta Rêbertî û şehîdan de tevlîbûneke rasttir raber bike, beşdarî çalakiyên ciwanên APO’yî bû û û di sala 2009’an de çû zanîngehê.
Şehîd Sara ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên şerê taybet li metropolên Tirkiyeyê bi rastiya wî ya sotîmendtir de dît û fêm kir ku yekane bersiva pêwîst tevlîbûna têkoşînê û asta milîtantiyê di xwe de avakirin e. Li ser van esasan di sala 2011’an de li Mêrsînê tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Ji bo birêxistinkirina ciwanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kedeke mezin da û di demeke kurt de bû pêşenga gelê xwe û jinan. Gelek caran ji aliyê dijmin ve hat binçavkirin û girtin, lê kesî nikarîbû kelepçeyê li daxwazên wî yên azadiyê bide.
Rêhevala me Sara di sala 2013’an de bi biryardariya ku bibe xwedî helwesteke milîtanî ya layiqî Sakîne Cansiz, di demekê de ku dewleta Tirk a faşîst bi Komkujiya Parîsê re Têkoşîna me ya Azadiyê ya Jinan hedef digirt, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi navê Sara, armanc kir ku tola Komkujiya Parîsê hilîne û di Têkoşîna Azadiya Jinê de bibe milîtanek pêşeng. Bi hilgirtina navê Hogir Riha xeyala xwe ya zarokatiyê ya ku bû layîqê şehîdan pêk anî.
Rêgeza ‘Jiyana min her tim şer bû’ ji xwe re esas girt û her tim rûmet û serbilindiya bûyîna jineke APO’yî jiyan kir. Serbilindiya APO’yî bûnê bi her hevalê ku pêre têkilî danîbû hîs kir. Ji bo ku paradîgmaya Rêber APO hîn jêhatîtir têbigihê û bi beşdariyeke afrînertir layiqî navê APO’yî bibe, xwe di akademiyên ciwanan de perwerde kir. Bi demê re xwe gihand asta perwerdekirina bi sedan milîtanên ku nû pêngava şoreşgeriyê avêtibûn.
Rêheval Sara ku weke milîtaneke jin a Apoyî li hemberî êrîşên dijmin ên pêş dikevin, xwest bersiva pêwîst bide, xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Rêhevalê me yê ku bi taybetî xeyala xwe ya herî mezin li herêma Bakur gerîlatiyê kirin e, ji bo pêkanîna vê xeyalê israrek mezin nîşan da. Bi jêhatiya ku hem di warê leşkerî hem jî di warê bîrdozî de bi dest xist, ji bo di sala 2015’an de Şoreşa Bakur bi rêxistin bike û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike, berê xwe da çiyayên Cîlo. Şehîd Sara ku xwedî pratîkeke dijwar û hînker e, li çiyayên Cîlo weke ku ji nû ve ji dayik bû.
Bi salane li Herêmên Parastinê yên Medyayê li akademiyên Şehîd Alî Çîçek û Şehîd Leyla Şaylemez bi perwerdekirina bi sedan ciwanên şervan ve, darbeyeke mezin dijmin da û roleke xurt û bi bandor lîst.
Piştre jî ji bo gelê Botanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê biparêze berê xwe dide Mexmûrê.
Rêhevala me Sara bi tevlêbûna xwe ya kedkar, manewî û exlaqî di her qada ku tevlî bûye de ji bo rêhevalên xwe, ciwan û jinên ciwan bûye çavkaniya îlhamê. Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê xebatên ciwanan meşand û kedeke girîng da rêxistinkirina ciwan û jinan ku bi çandeke layiqî gelê Botanê bijîn.
Di sala 2019’an detevlî Akademiya Şehîd Zeynep Kinaci a Jina Azad bû. Bi vê perwerdeyê re ji bo ku karibe barê li eniyên herî pêş ên Şoreşa Jinê rake, hişmendiya xwe ya li ser dîrok û azadiya jinê kûrtir kir. Perspektîfa Rêbertiya me ya ‘Dîroka jinê jiyana Sara ye’ ji xwe re esas girt û ji bo bi rastî bibe Sara her tim girîngiyê da perwerdeyê. Piştî perwerdeyê bi armanca birêxistinkirina jinên ciwan û ciwanan berê xwe da qada Rojhilat. Pêşengtî kir ku bi sedhezaran jin felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ nas bikin. Heval Sara her tim xwedî helwesteke bi biryar û bûye îrade û di qadên xwe de ji rêhevalên xwe re bûye rênîşan. Di têkoşînê de her tim bi baweriya ‘Rêhevaltî tê wateya par girtina ji heqîqetê’ ve mezinkirina têkiliyên hevaltiyê esas girtiye. Ew xwediyê meşeke bê tirs û biryar bû. Bi saya rûyê xwe yê ken û bi kesayetiya xwe ya jidil di her rêhevalê ku pê re ket têkiliyê de şopeke kûr hişt. Rêhevala me Sara ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de bi hevrê Bişeng re şehîd bû; Di dîroka azadiya gelê me de bi helwesta xwe ya milîtanî, bi tevlîbûna fedaî, rêhevaltiya xwe ya xurt û ji dil cihê xwe yê bi rûmet girtiye. Weke rêhevalên wê em soz didin ku em ê têkoşîna rêheval Sara bigihînin serkeftinê.
”Em rêhevalên xwe Ş.Bişeng Brûsk û Ş.Sara Hogir Riha bi rêzdarî bi bîr tînin”