Şehîd Rêzan Dêrsim

Rêzan Dêrsim

Nasnav: Rêzan Dêrsim
Nav û Paşnav: Serdar Sumbul
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Erzirom
Cih û Dîroka Şehadete: 10.12.2022 Metîna

 

“Hevrêyê me Rêzan li navçeya Qereyazî ya Erziromê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Rêzan ku li herêmeke ku li Kurdistanê zextên dijmin herî zêde lê dijîn, serî li ber zext û êşkenceyan netewandin; karîbûn rûmet û nasnameya xwe ya welatparêzî biparêzin. Malbata giranbuha ya hevrêyê me Rêzan ku ji ber her kêliyê di bin zext û zordariya dijmin de ne û ev zilm û êşkence roj bi roj zêde dibin, neçar man warên xwe biterikînin û biçin metropolên Tirkiyeyê. Lê li vir jî hişmendiya kurdayetiyê parastiye û çand û erdnîgariya xwe ji bîr nekirine. Hevrêyê me Rêzan ku di malbateke wisa hêja de ji dayik bû û mezin bû, bêguman ji taybetmendiyên welatparêziya malbat û derdora xwe bandor bû. Hevrêyê me yê ku ji zarokatiya xwe de girîngiya gerîlatiyê ji bo gelê me dizanibû, xeyal dikir ku bibe gerîla. Wî ev xewna xwe bi xwe re mezin kir û dema wext hat, ji pêkanîna vê xewnê dudilî nebû, lê bi taybetî jî piştî koçî Stenbolê bûye, nakokiyên wî zêde bûye û li aliyê din jî firsend dît ku rastiya dijmin ji nêz ve bibîne. Hevrêyê me yê ku di demên ku lêgerînên wî zêde bûn de di nava xebatên ciwanan de cih girt û demekê di vî warî de xebat meşandin. Ji ber ku xizmên hevrêyê me yên nêzîk tevlî nava refên gerîla bûne, hevrêyê me Rêzan gelekî bandor kiriye, lewma fikiriye ku di zûtirîn dem de tevlî nava refên gerîla bibe û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne û berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Li ser vê bingehê di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, pêşî di nava xebatên Komalên Ciwan de cih girt. Bi perwerdeya ku li vir dît re jiyana çiya û gerîla nas kir û bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyanê bû. Her kêliya xwe bi xwe perwerdekirinê re derbas kiriye, ji bo bibe xwedî taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ked û hewldaneke mezin daye. Her wiha beşdarî xebatên binesaziya şerê tunelan bû ku îro yek ji stûnên girîng ên şerê me ye. Bi baweriya serkeftina şerê tunelan bê rawestan xebitî û bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me vê pêvajoya lêhûrbûnê ji bo xwe weke pêvajoya herî watedar ên jiyanê pênase kiriye û diyar kiriye ku divê her ciwanê Kurd vê jiyana watedar bijî. Hevrê Rêzan ku ji ber meraq û daxwaza xwe ya qada leşkerî timî pêşniyaz dikir, gihişt vê armancê û derbasî qada leşkerî bû. Hevrêyê me Rêzan ku tu carî tevlîbûneke asayî ji bo xwe qebûl nedikir, ji bo bibe gerîlayekî jêhatî her tim hewl da û xwe perwerde kir. Bi taybetî di gerîlatiya serdema nû de ji bo bigihêje asteke profesyonel xwedî kedeke bêhempa bû. Ji bo vê jî tevlî perwerdeyên pisporiya leşkerî bûye û bi perwerdeya ku dîtine, hîn bûye ku gerîlatî ne tenê ji fêrbûna zanyariyên teknîkî pêk tê, lê divê di warê bîrdozî û kesayetî de xwediyê avahiyeke gihîştî be. Ji bo vê jî lêhûrbûnên xwe kûrtir kir û karî bibe milîtanekî pêşeng ê serdema nû û ji bo fermandariyê bibe namzetekî bi hêvî. Ji ber ku di demeke ku şer dijwar bû de tevlî nava refên gerîla bû, xwest biçe herêmên ku şer lê germ bû. Bi taybetî jî xwest biçe Bakurê Kurdistanê û derbeyên giran li dijmin bide û tola gelê me hilîne. Ji bo vê yekê li ser hûrgiliyên herî biçûk rawestiyaye û biryar daye ku li Bakurê Kurdistanê destkeftiyên girîng pêk bîne.

Lê dema ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, di berxwedana dîrokî de cih girt. Di her firsendê de derbe li dagirkeran dixist û bi ruhê xwe yê bilind ê êrîşkar pêşengiya hevrêyên xwe dikir. Dîsa di 10’ê Kanûna 2022’yan de dema ku êrîşên dijmin dijwar bûn, bi komek hevrêyên xwe re li dijî dijmin çalakiyek pêk anîn û di vê çalakiyê de, di cezakirina gelek dagirkeran de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Rêzan ku bi kesayeta xwe ya zelal, dilnizm û kedkar kariye nûnertiya taybetmendiyên milîtanên Apoyî bike, di vê çalakiyê de heta nefesa xwe ya dawî bi awayeke fedaî şer kiriye û têkneçûyîna partiya me PKK’ê careke din di şexsê xwe de îspat kiriye.”

Close