Şehîd Nûrhak Serhed

Nurhak Serhed

Nasnav: Nûrhak Serhed
Nav û Paşnav: Mehmet Guler
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Wan
Cih û Dîroka Şehadete: 11.05.2017 Serhed

Hevrêyê me Nurhak li Wanê li nav malbateke welatpêz çêbûye û mezin bûye. Ji ber ku malbat, derdora ku lê dijî bi ser nirxên welatparêz û netewî ve ne hevrêyê me Nurhak hay ji dijmin, têkoşîna azadiyê ya li dijî dijmin çêbûye û wiha mezin bûye. Hê ji zaroktî bûye heyranê gerîla, xeyala xwe ya herî mezin weke tevlêbûna nav gerîla diyar kiriye. Hevrêyê me Nurhak jî weke her ciwanê Kurd ê xwedî rûmet, li dijî kirinên qirkirinê yên li ser gelê me bêdeng nemaye, weke peywira welatparêzî hê dema ciwan tevlî nav xebatên şoreşger bûye. Hevrêyê me Nurhak pêşî li nav xebatên Komalên Ciwan cih girtiye, xaseta radîkal a ciwanê Kurd di cih de hemandiye û li dijî dijmin bûye xwedî têkoşîneke dijwar. Li dijî dewleta Tirk a qirker di serî de li bajarên Kurdistanê li gelek deveran pêşengiya wan çalakiyan kiriye ku dor li dijmin teng kiriye. Hevrêyê me Nurhak her demê bi îdîaya milîtaniya pêşeng rabûye, bi helwesta bêtawazî ya li bara dijimn bûye mînak. Xebatên serkeftî yên li nav xebatên ciwanan pir zor li dijmin kiiye û dijmin bi rengekî nemerdî hevêyê me Nurhak êsîr digire.

Hevrêyê me Nurhak 5 salan li zindanên dijmin têkoşîna xwe domandiye, di pêvajoya zindanê de li gel êşkence û zextên dijimn ji helwesta milîtaniya Apoyî nehatiya xwarê, çawa ku ji zindanê derdikeve, ji bo ku xeyala xwe ya zaroktî pêk bîne, tevlî nav refên gerîla dibe, kîna û hêrsa xwe ya li bara dijimn ku di serî de di pêvajoya zindanê de kirî ser hev, xwestiye ku bi çalakiyeke fedayî bimane bike. Hevrêyê me Nurah li qada Serhedê ku xebat kirî tevlî nav gelek pratîka şer bûye û bûye fermandarekî zîrek. Ji xasetên beloq ê milîtanên Apoyî dilnizmiyê qet tawîz nedaye, her demê li bara gelê me, Rêbertiya me û şehîdan xwe deyndar dîtiye. Ji bo vê jî her demê temsîla rihên fedayî yên şehîdên me kiriye. Hevrêyê me Nurhak hewl daye ku bibe layiqî keda ku gelê me û rêxistinya me ji bo wî dayî. Bi vê bingehê bi îdîayeke mezin tevlî nav xebatan bûye, bi tempoyeke zêde xebat kiriye û tenê serkeftin li ber xwe daniye.

Di serî de serê malbatên hêja hevrêyên me yên fedayî Argeş, Canfeda, Çekdar, Cemal û Nurhak, ku bi şervaniya xwe li qada Serhedê destan nivîsin û xeyalên dijimn ku qira gelê me bînin pûç kirin, serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be.

Close