ŞehîdBîranînên Şehîdan
Çekdar Botan: Min heta naha ji bo azadiya Serokê xwe tiştek nekir‘
Rêhevalên Şehîd Çekdar Botan bîraninê xwe anîn ziman.
Heval Çekdar Botan wekî ciwanêkê Kurd ku li Ewropa mezin bû tevlî xebatên tevgera ciwanên şoreşger dibû. Dema ku di sala 2014‘an de şerê Kobanê û Şengal li hember hêzên çeteyên DAÎŞ derket, biryara xwe ya tevlî bûne dayê. Heval Çekdar Botan piştî ku tevlî bû demekê li Ewropa xebatên ciwanan meşand û piştî demekê berxwê dide welat. Dema ku Heval Çekdar li çiyayên azad dimîne di 5‘ê Haziranê 2016 li çiyayên azad ji ber êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd dikeve.
Rêhevalê Şehîd Çekdar ku Şehîd Çekdar berê û piştî tevlî bûye li Ewropa naskir bîraninên xwe bi Heval Çekdar re parve kir û got:
Heval Çekdar bi giştî hêza xwe ve tevlî dibû
“Ez hewl bidim kêmek behsa Şehîd Çekdar Botan bikim. Navê wê yê rastî Heval Rohat bû. Bi emrekê ciwan di sala 2014‘an de di pevajoya şerê dijî DAÎŞ’ê li Şengal û Kobanê biryara xwe ya tevlî bûnê bi heyecaneke xurt û coşeke pir mezin da. Berê wê Heval Çekdar wekî heremî wisa pir aktîf kar nedikir. Raste nav de bû, giredayî bû, xebat dikir, lê çawa pevajoya Kobanê û Şengalê despê kir bi wî rengî tevlîbûna xwe xûrt kir. Heval Çekdar Botan mijara hebûn û tinebûn ji bo gelê Kurd bi wî awayî digirt dest. Femkir rewşa me edî ew ê. Digot tu tevlî bibî namûs û şeref bi te de ye, tu tevlî nebe, nine. Ji ber we yeke bi giştî hêza xwe tevlî dibû.
Şehîd Çekdar bi kelecan û hevaltî ve tevdigeriya
Perwerdeya ku Heval Çekdar piştî tevlî bû dit dewreyekê weke seretayî bû. Derfet û îmkan di wê demê de li Ewropa tene ji bo dewreyeke demkin hebû. Lê Heval Çekdar di wê dewre çavkaniya moralê bû. Bi heyecan, moral û coş li pêş bû û wusa hatiye nasîn. Heval Çekdar hem aliyê hevalên xort pir zede dihat hezkirin, hem jî aliyê hevalên jin pir zêde hat hezkirin û aliyê din jî aliyê hevalên kevin jî pir zêde dihat hezkirin. Tê bîra min dema festîvala ciwanan çebû, hevalên kevin jî hatin festîvalê hemûyan digotin “em nehatinê ji bo festîvalê, em ji bo Heval Çekdar hatinê”. Dixwaztin Heval Çekdar bibînin.
Heval Çedkar di nava civakê de jî bi kelecana xwe û hevaltiya xwe tevdigeriya. Hevalekî pir sempatîk bû. Heman demê de Heval Çekdar hevalekî ku di milê empatî de pir xurt bû. Dikarî derdora xwe hîs bike û wî mijarê de pir xûrt bû. Hevalê xwe difikirî û hewl dida rast hevaltî avabike. Temenê wê yê dinav Partiyê de ne dirêj bû, lê di cewhera partiyê çi femkir wê di nav xwe de avakir û da jiyan kirin.
Hevalekî nû ku valatî ne hiştiyê
Aliyê berpirsyartî girtina ser xwe, erk girtin Heval Çekdar jî li pêş bû. Heval Çekdar hevalekî nû bû lê li qada sahaya navîn wek Köln, Düsseldorf xebat da meşandin. Ew qadana qadên zehmetin, ji ber pir mezine, lê Heval Çekdar civak hembez kir, naskir û bi rexistinê ve dida girêdan. Aliyê taybetmediyên Heval Çekdar pir heyecan, aktîon û ajitasyon pir xûrt bu. Gel Heval Çekdar pewist nedikir tu wê re bejî biçe we bike, Heval Çekdar bi xwe didît, biryar digirt û dikir. Cihek ku pewist bû PKK helwest dayne Heval Çekdar li vir bû. Cihekê ku pewiste tekoşîn were meşandin, refleks were nîşan dayin, Heval Çekdar li wir bû. Hazir bû. Cihekê ku Heval Çekdar te de bû, tu dikarî bawer bike ixanet li vir çênabe. Ev valatî tu carî ne hiştiyê. Di wi milî de Heval Çekdar pir radîkal jî bû. Digot ‘kesek ku nanê partî bixwe, pewiste hewl bide ev parçê nan jî vala naçe.’
Heval Çekdar ciwanekî 18’ê salî bû, li Elmanya mezin bû û li vir dibistan xwendibû. Hevalên pir kevin û tecrubelî hebûn, lê ye ku ços dida, moral dida û hevî dida hevalê kevin Heval Çekdar bû. Wî milî de Heval Çekdar rastî nimûnê bû û pir zirêk bû jî. Ruxme ku Heval Çekdar hevalekî nû bû bandor dikir û heyecan dida avakirin.
Roj bi roj bi xwesteka çiya jiyan kir
Aliyê fîzîkî jî Heval Çekdar pir xûrt bû û bi wê re giredayî hertim bi hesreta vegera welat, çûyina çiya, nava rêfen gerîla bîjî dijmin re şer kirin jiyan kir. Roj bi roj, sanî bi sanî bi wî xwestekî ve jiyan dikir. Rûxmê ku Heval Çekdar di qadekê weke Ewropa kar dikir, lê ji bo xwe medenîbûyin, sivileşme haram didît. Heval Çekdar bi xwe di bajarê Stuttgartê mezin bû, li Stuttgart zemînê çetebûyine pir zêde, zemînê faliyetên dijmin yên şerê taybet wek meşrû her wekî din pir xûrt bû û taybet ser ciwanên kurd bi wan faliyetên pir zêde tê bandor kirin. Heval Çekdar di rewşeke wisa de mezin dibû û derve jî dişîbe we, lê tu car wê jiyan nekiriyê û di tevlîbûna xwe de jî diyar dibû, pir cewhera xwe parastiye. Pir sade mabû, pir paqij mabû.
Di nava rojekê de taybetmediyên xwe yên burjûva guhert
Aliyê din de jî malbata Heval Çekdar malbateke pir dewlemend e. Malbata wê xwedî mûlkê. Aidê bavê we şirketa taxî hebû û dayika wê hotelekê rêve dibir. Berê Heval Çekdar tevlî bibe her xwarin nedixwar, her tiştî xwe xwenedikir ama piştî ku tevlî bû wekî di nava rojekê were guhertin, edî pir sade bû. Eger te Heval Çekdar nasnekiriba teyê fikirîba ku Heval Çekdar di malbatekê feqîr de mezin bûye. Teyê gotiba qey Kurdistanê li gundekî de jiyan kiriye. Heval Çekdar partî zu naskir, zu femkir û li gorî wê jiyan dikir. Her kes nikarî wisa tevbigerê û tevlî bibe, pir zehmetî dikşînê, le Heval Çekdar ne wisa bû. Heval Çekdar tu astengî di tevlî bûna xwe de nedidît ji ber bi awayekî rast tevlî dibû.
Dema pirsgirekê çebû, minak di nava hindik hevalan de, kî xwe li hember wê berpirsyar didît Heval Çekdar bû. Heval Çekdar rûxmî ku nû tevlî dibû, xwe li hemberî her pirsgirekê berpirsyar didît û rexnedayna xwe li hember we dida. Rûxmê ku Heval Çekdar di we pirsgirekê herî kêm para xwe hebû.
Eger dirêjtir li çiya bimana, wê bibûya fermandarekê mezin
Heval Çekdar kem-zede salêk û niv li Ewropa bi awayekê aktîf kar û xebat meşand û di bihara 2016’an de derbasî qada çiya dibû. Mixabîn Heval Çekdar demekê pir kin wir dimîne. Em bawerîn eger derfet ji bo Heval Çekdar hebûya hin zêdetir li çiya jiyan kiriba wê îspat kiriba çawa gerîlayekê xûrt jê derketiba, çawa fermandarekê derket, çawa şerkerekê xurt derketiba. Lê êrîşên hawayî çebûn û bi wî rengî Heval Çekdar li çiya giran birindar dibe. Heval Çekdar berê ku şehîd dikeve gotina dawî dike. Ev gotin ji bo me wek perspektîfekê û talîmatekê. Dema birindar dibe dibêje: ‘ez hin ciwan bûm, min hin ji bo azadiya Serokê xwe tiştek nekiriyê.’ Bi vê gotina Heval Çekdar em edî deyndarê wê doza ku Heval Çekdar dayê despê kirin. Heval Çekdar jî bi vê gotinê diyar kir ku bi temamî tevlî bibû, bi îdeolojîk tevlî bibû û xwe li hember doza azadiya Rêber APO deyndar didît. Heval Çekdar na kesekê ku pir aliyê teorî de şirove dikîr, lê net û keskîn bû. Bi wi rengî jiyan dikir û hevaltiya xwe jî bi wî rengî meşand.
Em jî bi we wesileyê Heval Çekdar bi bîrtînin û soza Tolhildana wî didim.”