Şehîd Hêvî Gabar

Hevî Gabar

Nasnav: Hêvî Gabar
Nav û Paşnav: Gulistan Aksoy
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 25.01.1987 Bağyaka (Baqistan), Savur, Merdin
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 2002
Cih û Dîroka Şehadete: 26.07.2020 Ewropa

 

Jina ku bi tilîliyan çeteyên DAÎŞ’ê têk birî

Gulistan Aksoy yan jî bi navê têkoşînê Hêvî Gabar, li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelan şer kir. Di parastina Rovaja de weke jina ku bi tilîliyan çeteyên DAÎŞ’ê têk dibe, di bîra mirov de zindî ma…

Hêvî (Umut) a ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurd bûyî navê xwe bi tesadûfî girtibû, em nizanîn lê di wêrekiya xwe de çîroka şoreşeke ku mizgîniya wê dayin bi navê dilê xwe de dihilgirt. Çawa bibe jî, 18 salî çîroka xwe li rêze çiyayên Kurdistanê, li girên bê serî û bê binî, li dolên bê binî wê bihişta. Her wekû navê Gulistan a ku dayik û bavê wê lê kirî jî wê gulên di nava baxçeyê wêrekiya xwe de veşartî, wê di baya Kurdistanê de bifiranda.

Dema rojnamevanek ciwan bû, dema ku bê sekin telefona ajansekê dikir, dengê li beramberî wê dema digot, ‘Ez ji Hezexê li we digerim, ez ê nûçeyek girîng bidim,’ dema bersiv dida, digot; ‘Hezex kûderê ye, nizanim,’ bi gotina; ‘Dema ku nezanî Hezex kûdere, li wê baroyê çi kar heye?” pir şikestî bû, piştre soza ku naskirina hemû bajarok, navçe û bajarokên Kurdistanê dabû.

Hêvî wê ne bicihanîna soza xwe ya di salên derbasbûyî re bimîne, wê her rêya ji Amedê heta Zagrozan, ji Efrînê heta Şengalê, ji Qamişloyê heta Urmiyê, ji Behdînanê heta Kirmanşahê dirêj dibe, heta rêya wê ya bi keve bajar û bajarokan, wê her cihê ku biçiyê nîşaneyan bihêle, nav û bîranînên bi hevalên xwe re wê li ser deriyê ku lê dide binivîse. Halbûkî çavê xwe li gundek ê Anatoliya ya bi sedan kîlometre ji Kurdistanê dûr li cîhanê vekiribû.

Dema ku malbata wê di salên 1980’yî de ji gundê Baqîstan ê girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê koçî Keşan a navçeya Edîrneyê kiribûn, her wekû di çenteyên xwe de welatek mezin; Kurdistan cih kiribûn. Her wekû ne li Anatoliyayê, li bajarek ê Kurdisatanê zimanê dayika xwe Kurdî fêr bûbû, jina ciwan ruhê xwe bi Kurditiyê pêçayî bû. Dayika ku qet ne difikirî ku wê piştî çend salan di qadên cengê de kêrî keça wê were, ew fêrî tilîliyên ku di dawetên navûdeng ên Mêrdînê de diqêriyan kiribû.

Dilê wê êdî eşqa Kurdistanê dişewitî. Di sala 2002’an de, sibehekê ji nişka ve mala ku lê ji dayik bûyî, malbata xwe, xwişk û birayên xwe li pişt xwe hişt û berê xwe da Kurdistanê. Di nava refên têkoşîna azadiyê de bû gêrîlayek ciwan. Piştî perwerdeyên dîtîn, di wê pêvajoya ku herî giran ên têkoşîna azadiya Kurdan de, bêteredût herêmên herî germ ên tekoşînê hilbijart. Şandin Rojhilatê Kurdistanê, lê belê pir bi êş bû piştî demekê ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin. Pirskerên ku na dizanîn ji çanda “Ser dide, sir nade” hatî, wê rastiya nasnameya wê hêvî çêdikir, lê belê hewldanên wan vala bû.

SALÊN ROJNAMEGERIYÊ…

Gulistan Aksoy demekê di girtîgehên dewleta Îranê de mayî, pişte radestî dewleta Tirkiyê kirin. piştî ku nêzî salekê li girtîgehên cuda hate girtin, dema ku rastiya nasnameya wê ne zanîn hate berdan. Ha wê demê pêvajo di nava têkoşînê de ya herî sivik bû, ji ber ku hemû rêyên ku ji bo mala jê hatî vekirî bû. Lê belê wekî wê soz dayî, wê li cihê mayî yê di nava têkoşînê de tercîh bike, qada kar Bakurê Kurdistanê ye, êdî wê bi pênûs û wênekêşana xwe têkoşîna xwe dom bike.

Ji aliyek din ve jî wê weke ‘Doza KCK’ a dewleta Tirk bi nav kir, wê navê wê di operasyonên lêgerînê de be, wê kotekî jê xilas bibe wê ji nû ve berê xwe bide çiyayên azad ên Kurdistanê, wê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de teqînek çêbibe, dema ku bû mexdûrê êrîşên çeteyan, navê xwe ji bo cihê xwe di nava parastina vê parçeya welatê xwe de cih bigre nîvîsî. Dema danîna pênûsê û himbêzkirina çêkê hatibû û derket.

Dema ku Hêvî gehişte Rojava, xwe di nava şerê li dijî DAÎŞ’ê de li Til Koçer, Girê Spî û Serêkaniyê dît. Weke şervanekê cihê xwe di ‘Pêngava Fermandar Robar Qamişlo’ ya ji bo rizgarkirina gund û derdora Rojavayê Kantona Cizirê de cih girtibû. Bi bejna xwe ya zirav û kurt di serî de bal kişandi bû lê belê dema pêngav bi dawî bû navê xwe bi qehremanî nivîsî.

KEMÎNÊN JI BO DAÎŞ’Ê…

Ew bê ku tevger bike, bêhna xwe jî dikişand hindirê xwe, bê bêhdan, bê ku cudahiyê bike, carna piştî 8, caran jî 10 seatan dima bi hevalên xwe yên bi çek re kemîn li pêşiya çeteyên DAÎŞ’ê danî. Ji xwe destpê tilîliyên bajarê yên wê yê kevin ku ji dayika xwe fêr bûyî diqêriya, piştre jî dengê guleyên çeka wê. Çeteyên ku dixwestin Kurdistanê dagir bikin dema ku tilîliyên Hêvî dibihîstin li cihê xwe diman û ziravê wan diqeta, lewra lûleyên ku jinên kezîzer dihilgirtin hema li patika wan ve diteqa.

Dema ku di refên pêş de lingê pêngava Mebrûkayê bidawî bû, 26’ê Gulan a 2015’an di kamereya ku teyd dikir de wê bi Kurdiya xwe ya xweş ev digotin: “Ji ber sedema vê serkeftinê di despêkê de em dibêjîn li hemû gelê Kurdistanê, bi taybet li gelê Rojava pîroz be. Êdî qet kes nikare li beramberî azadiya gelê Kurdistanê raweste. Me hemûyan bi hev re têkçûna DAÎŞ’ê dît, hêvî dikim ku hemû cîhanê ev peyam girtibe.”

Çend hefte piştî van axaftinan Hêviya ku çûyî çeperê Serêkaniyê, pê li mahîna ku çeteyan çandî kir. Mirinê ji wêre kemîn danî bû. Ji serê xwe birînek giran dixwe, nîva wî rûyê xwe yê xweşik jî winda dike. Bi rûxmê vê jî jiyan, li ser milê hevalên xwe can dayîn, ji xwere terk kirina qada cengê têr nabîne. Destpêkê li Başûrê Kurdistanê, piştre jî li Rûsyayê tedawiyê dibîne, emeliyat bi serkeftî bûn, lê belê parçeyên biçûk biçûk di serê wê de dima. Li ser wêre hestiyên devê wê jî ji cihê xwe derketi bû, ji ber vê sedemê rast û dirûst ne dikarî xwarina bixwe û nedikarî nikare hûr bike. Hêvî bi demê re kîloyan winda dike, nirxên li ser laşê wê dikeve, hêza xweragiriya laş lewaz dibe.

ROJÊN ELMANYA…

Hêviya ku bi hêviya tedawiya xwe ya mayî temam bike, di nava sala 2017’an de berê xwe da Elmanya yê. Terkkirina Kurdistanê ji wê re giran hatibû, lê dibe ku bi devê xwe yê berê bigehişta didanên xwe. Piştî protezên ku li ser eniya wê hatî bicihkirin, bi gotina, “Wêneyên xwe yên berê dikarî bînî, belku ruyê te yê berê çêbikin”, dilê wê rehet dibû. Wê baş bibe, wê ji nû ve bigihîje ruyê xwe yê berê û wê bikeve li ser rêya Kurdistanê.

Vê navberê bi vî ruyê xwe yê bê mehd, tenê muameleya guhdarkirina şikestinên çîrokên wê yên penaberiyek ‘ji rêzê’ yên bi dixtor/memûrên Elman re bes bû, dema ku ji malên xwe derdikevin, ew radikirin li ser lingan û oxirkirin.

Di vê navberê de guhdarkirin bermahiyên çîroka wê ya doxtor/mehmûrên Elman ên rûtirş ku bi nêzîkatiyeke mîna penabereke ‘ji rêzê’ pêşwazî dikir bes bû, dema ji odeya wan derdiket ew oxir dikir. Tevî ewqas rêzdariyê jî digot; ‘Her tiştên Ewropiyan baş in lê ruhê wan tine, mîna zindiyên mirî ne, divê mirov hinek ruh bide wan’ aciziyên xwe nîşan dida. Her wiha ji bo çûyîna Kurdistanê jî veşartî pere jî kom dikir. Digot; ‘Karê rêxistina me ne diyar e, dibe sibe piştî tedawiyê bêjin bimîne vir, wê demê ez jî wê bilêda xwe bistînim û biçim.’

Wekî em hemû dizanin xeyalên Hêvî ya bi navê din Gulistan Aksoy nivî ma. Wê şeva 26’ê Tîrmeha 2020’an, bi eşqa şoreşê û dengê guleyan/mirina ku di canê wê de/ bi dengê gule û eşqa şoreşê ve, li pey xwe têkoşîneke mezin, mîrasekî giran ê şoreşê ku bê dawî hişt, li ser textê xwe ber bi ebedîbûnê ve çû. Çawa ku Schopenhaûer digot; ‘Her kes a li gel xwe wî kêm jê hes dike’ belkî me jî ji hêvî, hesta têkoşîn û azadiyê ya li gel Hêvî û li gel me kêm hez kir. Dibe di xeyalên xwe de xeyal kiribe û şiyar bûbe berî ku nefesa dawî bide, bi tilîliyan ruhê xwe ber bi ebedîbûnê ve bi rê kiribe…

Vegera Hêvî

Di mehên destpêkê yên birîndariya xwe de bi jiyanê re têkoşiya, bi biryardarî li ber xwe da, mîna salên xwe yên têkoşînê… Bi coşa mayina li jiyanê ji bo hevalên xwe, mîna navê xwe bû hêvî.

Ji ber birînên xwe hinekî xwevegirtî, bêdeng û carna jî bi hêrs bû… Yên ku salên dawî ew nas kirin dibe ku bi vî alî ve nas kirine yan jî dîtibin, lê belê ew çavkaniya hêviyê, têkoşînê û berxwedanê bû. Di bin bêdengî û rewşa wê ya xwevegirtî de hêrseke bi biryar a Apoyî hebû. Hêvî aliyê me yê bi hêrs bû, hêviya me ya bi hêrs bû… Zêde ji Ewropayê hez nekir ku ji bo tedawiyê hatibû. Timî difikirî ku demek ji ya din zûtir rehet bibe û li koka xwe, li Rojava, li welatê xwe vegere. Piştî lêgerîna li jiyaneke bi wate de ya jiyana şoreşgerî ya 18 salan, bi gotina Aborjînan ‘li mala xwe vegeriya’…

Li warê çand û baweriyan li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bûbû. Dema ku şer giran bû û dijminatiya dewletê ya li Kurdan sor bû, bi malbatî koçî Stenbolê kiribûn. Hêvî sala 2002’an têkilî bi têkoşîna azadiyê re danî heta birîndarbûna xwe ya sala 2015’an li welatê xwe, li Kurdistanê bi kelecanî şoreşgerî kir.

***

Sala 2015’an dema ku li Rojava li dijî kesên ku ruhê wan tarî bû şer dikir, bi giranî birîndar bû lê tevî vê yekê jî xwe li jiyanê girt û ji aliyê mirovên ew nas dikir ve weke ‘mûcîzeyê’ dihate binavkirin. Di mehên destpêkê yên birîndarbûna xwe de ji bo jiyanê têkoşiya, li ber xwe da, bi biryardarî, mîna salên xwe yên têkoşînê… Biryardarî, israr û coşa wê ya ku dema birîndar bû ji bo jiyanê nîşan da, ji bo hevalên wê mîna navê xwe bû hêvî. Ji bo Nûpelda, Şîlan, Zîlan û gelek hevalên wê demê pê re man, bû hêvî û çavkaniya sûdwergirtinê. Hevala wê Nûpelda bi vê gotinê rewşa wê vedigot, “Biryardariya wê, kêfxweşiya wê ya jiyanê û israra wê ya vegera li têkoşînê bawerî da min ku ez jî dikarim birînên xwe bipêçim. Ne tenê navê wê, ew bi xwe jî ji bo me bû hêvî…”

Bi wî dilê xwe yê mezin ê li nava bedena xwe ya biçûk, her tim li pey bedewiyê bû… Ewqas emeliyatên ku lê hate kirin gelekî zor dabûn wê. Dibe ku bedena wê nekarî zêde vê rake, lê belê em ji we re qala wê ya beriya birîndarbûnê bikin… Ev vegotin wê berê we bide rêwîtiyeke hêvî, hezkirin û hesretê, ji ber ku Hêvî li wir veşartî ye.

***

Jineke têkoşer ya bi serpêhatiyan tijî bû… Eger hûn bipirsin ku jiyana têkoşer çawa ye; em ê jî bêjin, li çeperên li çiya, deştên Kurdistanê binerin… Hêvî tenê yek ji bi hezaran jinên li vê derê ye, lê belê hevgirtina hemûyan e… Bi têkoşîna xwe ya li dijî artêşa çeqalan bi xurtî têkoşiya, dîrok nivîsand û bi vî rengî li nava her mirovên xwedî wijdan bû cihê hurmetê, hezkirin û heyrantiyê…

Hêvî Gabar… Jineke evîndara çiya û Gabarê… 4’ê Nîsana 2004’an li Çiyayê Şehîd Harûn ê Qendîlê bi komek ji serpêhatîperestan re soz dabûn hev; “Em ê belav bibin, em ê biçin, em ê têbikoşin, lê belê 4’ê Nîsana 2020’an em ê li vir, li vî çiyayî careke din li hev bicivin…”

Yên ku li wir soz dan hev bi rê ketin… Devrîm, Baz, Tevger, Jindar, Agir, Dîrok û Serdem di dem û cihên cuda de ketin hembêza xakê… Yên mayî jî li gorî wê sozê jiyan, têkoşiyan… Ev hevdîtina ku ji bo 4’ê Nîsana 2020’an biryar li ser hate dayin, ji ber şert û mercên têkoşînê li cihê ku soz lê hate dayin pêk nehatibe jî rêyek ji xwe re dît û rewş û derfetekî parvekirinê afirand…

Hêvî di nava vê parvekirinê de navê xwe li nava serpêhatîperestan, li nava çiyageran nivîsandibû: “Em zanin ku hin cih û dem ji ber wesfa xwe şopeke kûr li mirovan dihêlin. Ji bo min jî du dem hene ku hiş û kesayetiya min ava kirin, qewîn kirin. Yek jê li gundê min ku min şensê jidayikbûnê lê nedît û du salên piştî zarokiyê bû, yê din jî dema min a li Ş. Harûnê ya salên 2003-2004 bû. Di kûrahiya hestên xwe de li min welê tê ku mîna ku ez ji van her du serdeman pêk têm… Kêlî û dema ku dikarim bêjim ‘ez jiyam’ ew serdem bûn. Dost û hevrêyên ku xwedî xewn û xeyala xwegihandina vê rojê bûn, lê nekarîn xwe bigihînin bi hesret bi bîr tînim û hemûyan bi hezkirin hembêz dikim.”

***

Sala 2004’an xatir ji çiyê xwest û ji bo karên ciwanan vegeriyabû metropolan. Li cihê ku çû, li nava mirovên ku xwe gihande wan, bandor dikir û xwe dida hezkirin. Lê belê wê ji çiyê û ji çiyageran hez dikir, bêriya wan dikir, li wan digeriya. Kêliya ku hesret bi dawî bû hatibû…

Sala 2006’an ji nû ve xwe gihandibû hevrêyên xwe, xwe gihandibû Qendîlê. Dîsa dem hatibû ku berpirsyariyê bide ser milê xwe û vegere. Li Îranê ku weke qada derbasbûnê bi kar dianî hatibû destgîrkirin, salekê girtî mabû. Li zindanên rejîmê ya zordar û dijminê jinê, jinên girtî yên pê re ma bi rêxistin kir û dest bi greva birçîbûnê kir. Di sohbeteke xwe de bi ken qala wê yekê dikir ku jinên Azerî, Fars û yên ji gelên din bêyî ku bi zimanê wan zanibe çawa bi rêxistin kiribû. Îranê piştî girtina salekê Hêvî radestî Tirkiyeyê kir. Hêvî zêdeyî salekê li girtîgeheke Tirkiyeyê hate hiştin. Dema ku hate berdan têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam kir.

Lêgerîn û têkoşîna xwe vê carê biribû qadeke cuda. Ew êdî rojnamevanek bû ku li dijî derewan û şaşitiyê, bûbû parêzvana rastiyê. Hêvî ku gelekî xweş bi Kurdî diaxivî, li vir nûçe dinivîsand, edîtorî dikir. Li gelek deverên ku edîtorî lê kir, cihê xwe di dilê hevalên xwe hemûyan de girtibû. Li Amedê her kes hînî vê rojnamevana biçûk a şoreşger bûbû. Dewleta Tirk gefa girtinê lê xwar. Mîna ku ev yek bi dilê wê bû, bi kêfxweşî Adara 2011’an careke din berê xwe da qadên azadiyê.

***

Coş û kelecana xwe gihandina çiyê û çiyageran bi qîrînê nîşan dabû, ji ber ku wê careke din neçûbûya wan deverên ku nedixwest, wê li devera ku dixwest bima û têbikoşiya. Salên bihata wê lêgerîn û serpêhatiya xwe li Rojavayê Kurdistanê dewam bikira.

Ew şoreşgerek bû ku di bedena xwe ya biçûk de serketinên mezin afirand, jineke têkoşer û şervan bû… Ew yek ji fedakar û lehengên bênav ên şoreşa jinê ya li Rojava bû…

Hevrêya wê Agirîn dibêje, “Mayina li nava yekîneya wê, cihgirtina li nava têkoşîna ku ew jî tê de bû, mîna rûmetekê bû…” Bi dewamî dibêje, “Li devera ku Hêvî lê bû her tim coş, kelecan, biryardarî û hezkirina hevrêtiyê hebû…”

Hêvî li dijî çeqelên tarî ‘artêşa temsîlî’ ya dewleta Tirk li eniyê cihê xwe girtibû. Li dijî çeqelên ku bi fermanê dihatin şerkirin, Hêvî têdikoşiya. Di havîna 2014’an de li eniya Til Koçerê dema ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikir ji lingê xwe birîndar bû. Piştî ku hate dermankirin bi lez û bez cihê xwe li nava hevalên xwe yên li çeperê girtibû. Bi biryardariya xwe hem navdar bûbû hem jî her kes bûbû heyranê wê.

Di têkoşînê de qet teredût nedikir. Hêviyên mezin ên hevalên xwe li bedena xwe ya biçûk bi cih kiribû. Mîna siwariyekê bû ku timî dikeniya û çavên wê dibiriqîn. Piştî ku birîndar bû bi salekê vê carê sala 2015’an li eniya Serêkaniyê bû. Coş, kelecan û biryardariya wê qet neguherî bû…

Şervanên azadiyê yên ku wê salê li Kobanê li ber xwe dan, li dijî êrişên DAÎŞ’ê serketineke mezin ragihandibûn. Şervan ji aliyê Serêkaniyê û Kobanê ber bi Girê Spî ve bi pêş ve diçûn. Deverên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin dagirkirin yek bi yek dihatin azadkirin. Rojên dawî yên bihara 2015’an bû. Hêvî ku wê demê li nêzî Serêkaniyê bû, ji ber teqîna mayina DAÎŞ’ê birîndar bûbû. Birînên wê ewqasî giran bû, rizgarbûna wê ya bi rengê mûcîzeyê, jiyana wê ya heta vê demê biryardarî û hezkirina ji jiyanê dabû hevalên wê.

***

Hêvî li çiyê, li bajêr, li kolanan li dijî dijmin li ber xwe da. Di salên xwe yên dawî de jî li dijî mirinê li ber xwe da û gelek caran mirin têk bir: Ji emeliyatên ku doktoran digotin ‘nikarin jê rizgar bibe’ timî rizgar dibû. Rêwîtiyên ku dihate gotin ‘Bi wê gelekî giran e, nikare bi ser bikeve’ timî bi ser ket. Bi hêviya vegera li xakê bi biryardarî jiya.

Hêvî name dinivîsand, nivîs, helbest, rojnivîsk dinivîsand, carna helbest dixwend, carna jî distira. Li şahiyên moralê yên li nava hevrêyên xwe govend digerand, helbest dixwend, pêşkêşî dikir… Bi vî aliyê xwe helbestvanek bû ku xwendevanên xwe ‘kêm’ bû, hunermendek bû ku guhdarên xwe ‘bijarte’ bû û şoreşgerek bû hezkiriyên wê gelek bû…

Li gundê Bagyaka yê Stewr a Mêrdînê ku tenê du salên zarokatiyê lê bû, weke evîndara çiyê û hevrêyan weke Hêvî Gabar vegeriya. Aborjîn dibêjin, “Em mêvanê vê demê ne, mêvanê her cihî ne. Em tên û diçin. Armanca me çavdêrî ye, hînbûn e, mezinbûn e, hezkirin e û piştre vegera li malê ye…” Hêvî weke kulîlkeke bi heybet a baxçeyê gelan, bû keçeke Kurd a çavdêrî dikir, hîn bû, mezin bû, hate hezkirin û vegeriya “mala xwe…”

Weke şagirteke şoreşger a Rêber Apo wê di nava 18 salên têkoşînê de berpirsyariya xwe bênavber bi cih anî; ya li pey wê maye jî dîroka bê nivîsandin e… Divê bê zanîn, ne yên ku xwedî hukm in, lê belê yên li ber xwe didin dîrokê dinivîsînin… Ew hevala biçûk û şîrîn hevala Hêvî ji berxwedêran bû.

Ji bo hevrêya stêrkan ji bo Hêvî, dayika wê Hizna wiha got, “Ew mîna aveke paqij bû.”

Close