Şehîd Erdal Şahin
Nasnav: Erdal Şahin
Nav û Paşnav: Celal Mahmud Şahin
Cih û Dîroka Tevlîbûne: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadete: 30.10.2018 Heremen Parastina Medya
Di nava şerê herî dijwar ê dîrokê de cihê xwe di nava berxwedanê de digire
Erdal Şahîn; Li gûndê Bilig ê Kobanê di malbateke welatparê de ji dayîk bûye. Ji ber ku li gûndê ku lê ji dayik bûye û li derdora malbatê gelek şehadet çêdibin ev dibin sedema hezkirina wî ya welat di temenê biçûk de. Malbata wî di dema Rêberê me li Sûriyeyê bû Partîya me PKK nas kir û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi awayekî aktîf cih girt û şehîd da. Rêhevalê me Erdal jî bi avantaja ku di malbateke wiha welatparêz de ji dayik bûye û mezin bûye, bûye xwedî derfet ku partiya me û Rêber Apo nas kir. Ji zarokatiya xwe ve xeyala tevlîbûna gerîlayê dike û li bendê dibe ku bigihêje temenê ku tevlî gerîla bibe. Ji dayik bûna li Kobanê jî wateya rû bi rû bûna polîtîkayên nîjadperestî û zextên rejîma Baas.
Li aliyê din Kobanê jî li erdnîgariyeke ku welatparêzî û hişmendiya kurd bûnê li ser zemîneke kûr hatiye avakirin de cih digire. Ji ber ku Kobanê yekemîn cihê ku Rêber Apo ji Bakur derbasî Rojava bû û li Kobanê hişmendiya welatparêziyê zindî bû, gel bi PKK›ê ve girêdide û bi PKK›ê ve girêdayî ye, Kobanê di nav cihên yekem bû ku tevgera PKK›ê hembêz kir. Di bin bandora helwesta rêxistinbûyî ya tevgera PKK›ê de zanî ku welatparêziya rast ji rastiya gelê rêxistinbûyî tê û ciwanê xwe yên leheng berê wan da çiya û têkoşînê.
Di pêvajoya ku pêşketinên, serhildanên Gelên ku li dijî deshilatdariyên rêjîmên despot û dîktator a li ser Rojhialata Navîn de, pêvajoya şoreşê ya pêşketî, kurd-ereb Li hemberî tevlîbûna dînamîk û rêxistinkirî ya ciwanên xwe yên di pêşengtiya PKK’ê de, Ş. Erdal jî biryar dide ku bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoya şoreşgerî bibe. Dînamîzm û enerjiya tevgera ciwanan bandorê lê dike. Bi hişmendiyek derbaskirina pêvajoyek dîrokî de vê yekê wekî karekî ku nayê paşvexistin datîne pêşiya xwe. Helwesta xwe ye bi biryar û sehildêr pirsgirêka rêxistinbûna gel jî di dît berçavan. Ji ber ku ji şoreşêre tevkariyên zêdetir bike,tevlî xebatên ciwanan dibe. Di hişmendîyek ku bi pêşengîyek rast ve gel tevlî şoreşê dibe û bi vê hişmendîyê, dizane ku xebatên ku xwe û enerjiya xwe ve tevlî bibe xebatên ciwanane. Dizanibû ku şoreş karê gelên rêxistinbûyî ne û ji bo gihandina rastiya gelên rêxistinbûyî jî bi pêşengîyek rast çêdibe. Di vê sotînêr a rastiyê de, bi coş û moral beşdarê xebatan dibû.
Dema ku DAIŞ’a ku, bi xeta şoreşgerî ya ku li Rojhilata Navîn pêşketibû weke xeteke dij-şoreşê derket holê û berê xwe da cihê destpêka şoreşê, Ş. Erdal jî li Kobanê bû. Di nava şerê herî dijwar ê dîrokê de cihê xwe di nava berxwedanê de digire. Di demeke pir kin de, ew îsbat dike ku ew şervanek bibiryar e. Di vê çarçoveyê de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, bi berpirsyariya xwe ya şoreşgerî beşdarî berxwedana Rojava bû û di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê yên ku hemû mirovahiyê berovajî kirinê de roleke girîng lîstiye. Kesên ku dibêjin Kobanê wê bikeve û yên ku vê hêvî dikin di gewriya wan de dimîne.
Fedakariya şehîd û şervanên qehreman Kobanê dike sembola berxwedana sedsala 21’an. Ş. Erdal piştî şerê Kobanê, li Cizîrê xebatên xwe didomîne. Ew hevalekî ji xwendin û lêkolîn hezdikir. Dizanibû ku ji bo avakirina şoreşê, astek hişmendî hewceye, dizanibû ku nêzîkatiyek nehişmendî, rûxarkî, dijminê şoreşê ye, ger avakirinek rast neyê kirin, şoreş hatibe avakirinê jî, ê ji dest biçe. Xwendina pirtûkên Rêbertî bi hezkirin dikir. Parastinên Rêber Apo ji destê xwe nedatinî. Ş. Erdal ku pirtûkên Rêbertî ji xwe re wek rênexşe digre, di xebatên ciwanan de berpirsyariya erka birêxistinê digre.
Piştî demeke vê xebatê dimeşîne, diçe çîyayên ku di biçûkatiya xwe de xeyalê bûyîna gerîla dikir. Di sala 2015’nde, di Akademîya Ş. Ali Çiçek de perwerde dibine. Piştî vê perwerdeya livir, coşa ku dînamîzma ciwanan hilbigrin qadan û di gavek berî de erkên pratîkî bîne cîh, careke din vedigere Rojava. Bi erkdarkirina berpirsyariyên mezintir re, li gorî rastiya milîtaniya demokratîk a Rêbertî, beşdarî xebatên li gorî rastiyê dibe. Bi hişmendîya neteweya demokratîk ve li Qamişlo xebatên rêxistinê dimeşîne. Piştre di payîza 2017’an de dîsa berê xwe dide çiyayên pîroz. Di parastina medyayê de,30›ê Cotmeha 2018›ande, dema li ser erka xwe de digihêje şehadetê.
Li ser esasê serketinê her tim û li her derê her erkek ji aliyê partiyê ve hatiye danîn bûye milîtanekî fedai û fedekar. Ş. Erdal Şahîn bi aliyê xwe yî karkerî hevalekî naskirî bû. Bi vê taybetmendiya xwe bû milîtanek rêzdar, bala hemû rêhevalên xwe dikşîne. Li her deverê bi tevlêbûna xwe ya fedakar hewl da ku peywira xwe ya pêşengtiyê bi cih bîne, ji rêhevalên xwe re bû mînak. Bûye yek ji rêhevalên ku divê bi aliyê xwe yê exlaqî û pratîkî ve weke mînak bê girtin û hemû erkên jiyanê pêk anî. Di heman demê de, têkilîyên rêhevaltî a di nava gerîla de yek ji nirxên bingehîn ên partiya me de kûrbûnek jiyankiriye û her tim hewl daye ku bibe rêhevalekî hêja yê Rêber Apo û şehîdên me. Xwe wek milîtanek ku jibo jiyana azad a gelê xwe feda dike, heya nefesa xwe ye dawî de li gorî felsefeya apocî beşdarî jiyanê bûye. Rêber Apo, li ser esasê girîngiya ku dide rêhevaltiyê PKK avakir. PKK piştî şehadeta Heval Hakî hat avakirin.
Sedema ku Rêber Apo weke PKK’ê têkoşîneke mezin pêşxist ji girîngiya mezin a ku dide şehîdan û rêhevaltiyê tê. Ji ber vê yekê têkoşînek mezin û nirxên mezin afirand PKK tê wateye ku li dijî zilm, neheqîyê, bêedaletîyê, qirkirinê, koletiyê tê sekinandin û tê wateya meşandina têkoşîna jiyana azad. Ji bo bidestxistina vê helwesteke fedaî hewce dike. Rastiya Şehîdan dibe navê vê sekna fedayî. Ji ber vê yekê di têkoşîna afirandina jiyana azad de bi dayîna wateya rastiya şehadetan, divê her ciwanek weke Ş. Erdal cihê xwe di nava têkoşîna jiyana azad de bigire. Bi dayîna wateya rast a şehadeta,divê em di jiyana xwe de bikin wek talîmatek rast a tevlîbûnê, divê em jiyana wan, ji xwe re wek rêberek bigrin.
Çavkanî: Kovara Ciwanên Şoreşger 01/2022