Şehîd Kurtay Faraşin
Nasnav: Kurtay Faraşin
Nav û Paşnav: Mehmet Kıran
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 08.10.1978 Mêrdîn
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 19.01.2009 Stenbol
Cih û Dîroka Şehadete: 24.03.2013 Amed
Kûrtay ji bo ciwanên Kurd perspektîfa çalakiyê ye
“Hevalê Kûrtay Faraşîn, di salên xwe yên li zanîngehê de bi xebaten ciwanan beşdarî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû. Dûre di sala 2008’an de ev têkoşîna xwe li diyarê destanên lehengiyê li Çiyayên Kurdistanê dewam kir. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê serhildanên bi hêz pêş xist û weke mîlîtanê pêşeng ê çalakiyan, wezîfe girt ser milê xwe. Di her çalakiyê de encam girtiye. Tevî nexweşiya xwe ya giran, hem li qada Bakur û metropolên Tirkiyê hem ji li Çiyayên Kurdistanê nîşan da ku ti zor û zehmetî nikare li pêşiya meşa azadiyê bibin asteng. Bi moral û rûkeniya xwe re, di nava hevalan de çavkaniya moral û kêfxweşiyê bû. Her wezîfeya rêxistinê bi ser xist û encam girt. Hevalê Kûrtay ku bi sekna xwe ya şoreşger û wêrek, di nava Tevgera Ciwanên Apoyî de çavkaniya mezin a moral û hêzê bû, li her qada jiyanê mirovakî mînakdar bû.
Di serî de malbata hevalê Kûrtay Faraşîn serê hemû gelê me sax be. Hevalê Kûrtay bi sekna xwe ya mînakdar re, hêjayî gelê Kurd ê fedakar û Rêber Apo bûye. Divê ciwanên Kurd, serxistina vê têkoşîna hevalê Kûrtay ji xwe re weke deynekî bibîn û li her qadê wî jîndar bikin. Sekna hevalê Kûrtay, ji bo ciwanên Kurd têkoşîna zelal û perspektîfa çalakiyan e. Em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku xwedî bîranîn û giyana berxwedêr û çalakvan a Kûrtayan derkevin û meşa wan a azadiyê dewam bikin.”