Şehîd Nurhak Boran Amanos
Nasnav: Nurhak Boran Amanos
Nav û Paşnav: Döndü Gök
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 29.09.1988 Elbistan/Maraş
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 2008 Ankara
Cih û Dîroka Şehadete: 23.09.2017 Elazığ
‘XWEDÎ KEDEKE MEZIN BÛ’
Hevrê Nûrhak ku salên zanîngehê têkoşîna PKK’ê ji nêz ve nas dike û xwedî malbateke welatparêz e 2008’an tevlî nav têkoşînê dibe. Piştî ku tevlî nav partiye dibe heta dawiya sala 2015’an di nav xebatên ciwanan de cih digirin û di geşbûna xebatên ciwanan de û tevgera jinên ciwan de dibe xwedî kedeke girîng. Hevrê Nûrhak piştre derbasî nav xebatên YJA-Starê dibe, ji bo ku biçe çiyayên Kurdistanê yên ku tim bêrî lê dikir, ji bo ku biçe Dersimê bihara 2017’an bi rê dikeve û li wan mekanan ku tim bêrî lê dikir şehîd dibe.
‘COŞIYA WÊ QET KÊM NEBÛ’
Hevrê Nûrhak ji roja pêşî ve ku tevlê dibe bi dilgermî, jidilbûna xwe û bi kene xwe ji hemû hevalên xwe re dibe moral. Hevrêya me Nûrhak li Bakurê Kurdistanê demeke dirêj xebatan bi rê ve dibe, di berxwedaniya xwerêveberiyê de, di avaniya YDGH-YDGK’yê de ku berxwedaniyeke efsanewî nişan dane, di xebatên rêxistiniya wan de cih digire û danezana damezirîna Jinên Ciwan ên Welatparêz û Şoreşger (YDGK) ew bi xwe dinivisî ne. Heval Nûrhak pir dilsozê gelê xwe û tevgerê bûye û hezkiriya çiyan bûye, heval Nûrhak bi hêlên xwe yên fedekra û kedkar her deme bûye mînak. Li qadên xebatê li gel zor û zehmetiyan jî, li gel salên zindanê jî ji coşî û kelecanî û dilsoziya wê tiştek kêm nebûye, berevajî tim bi moralîkî mezin bûye û hez daye me.
Em rêxistinên Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan li ber heval Nûrhak ku di têkoşîna me de xwedî kedeke mezin e, bejna xwe ditewînin û son dixwin ku alaya têkoşînê ya ku wê ji me re hiştî bilindtir bikin.
‘EM ÇEKA HEVAL NÛRHAK RAKIN’
Her wiha li welatparêzan, li jinên ciwan ên şoreşger ferz e ku çeka heval Nûrhak bi rihê Serî Hilde li dijî faşîzmê rakin û li ber xwe bidin , ku heval Nûrhak li Bakurê Kurdistanê û li gelek qadên têkoşînê xwedî kedeke mezin e. Ji bo ve jî hesabpirsîna ji AKP ya mêtinger û çeteyên wê, tolhildan pîvana dilsoziya bi şehîdan re ye. Bi vê çarçoweyê em sonda tolhildanê ya ku ji bo heval Nûrhak didin dubare dikin û dibêjin gotina me wê bibe pratika me.