Şehîd Sozdar Şerger

Sozdar Şerger

Nasnav: Sozdar Şerger
Nav û Paşnav: Hezne İnan
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 08.03.1993 Silopi
Cih û Dîroka Şehadete: Cizre

 
Şehîd Baran Mawa:

“Hevaleke din a Li cizîrê mabû heval Sozdar bû. Dema ku dewreya wan hîn dewam dikir ev pêvajo destpêkiribû jixwe. Dewreya wan di meha îlonê de qediya. Heval Sozdar ji Slopiyê bû. Dayîka wê jî di berxwedaniya Silopîyê de şehîd ket. We navê wê bihistiye. Dayîka Taybet Înan. Cenazeyê wê hefteyekê li erdê mabû. Ez wisa bêjim heval Sozdar karê ku dikir û erkê ku digirt bi serkeftî pêkdianî. Karekî ku çend kesan nikarî bike Heval Sozdar bi tena xwe ew kar dikir. Jixwe heval Sozdar bi sekna xwe wî baweriyê dida. Ango dema ku mirov li sekna wê mêze dikir, mirov wî baweriyê hîs dikir ku ew dikare her karê biserxîne. Dibe ku ne hevaleke wisa pir diaxivî an jî teoriya dipêşde bû, lêbelê hevaleke pir xwedî ked û pratîk bû. Bi wî sekna xwe ya kedkar pratîkî ve wê baweriyê ava dikir û kar wisa biser dixist. Heval Sozdar berê jî di Cizîrê de xebat dabû meşandin. Cizîrê baş nasdikir. Heya roja dawiyê jî bi heval Axîn re gel hevdu diminin. Ango heya roja 58 an jî heval Sozdar birîndar nebûye. Piştre dema ku êdî agahî nehatin girtin me hîn nizanibû kî şehîd ketiye kî jiyan dike, Me got heval Axîn û heval Sozdar her li gel hev bûn. me got eger bi hevre derketibin îhtîmala wan ya xwe xelas kirinê pir xurte. Jiber ku heval Sozdar Cizîrê pir baş nasdikir. Kolan kolan nas dikir,têkiliyên wê xurtbûn, herkes nasdikir. Jiber wî me digot dibe ku xelas bibin. Kêngî, çawa şehîd ket em nizanin. Lêbelê em dizanin ku heya roja 58 an jî şehîd neketibû. Piştî wî me agahî jê negirt. Cenazeyê wê heya niha derneketiye.”

Fermandarê Mezin Ş. Baran Mawa şehîdên Cizîrê vedibêje – Ş. Nûda, Ş. Sozdar

Close