DaxuyanîGiştî

Em wek Tevgera Ciwanên Apoyî Pêngava ‘SERÎ HILDE’ didin destpê kirin

PÊNGAVA ME KU WÊ BI NAVÊ ‘SERÎ HİLDE’ MOHRA XWE LI DÎROKÊ BIXE, JI BO CIWANÊN LI BAJAR, GUND Û TAXÊN KURDISTANÊ Û DERVEYÎ WELAT, BANGA ME YA HERÎ MEZIN A JI BO BERXWEDANÊ YE.

Tevgera Ciwanan diyar kir, ku şoreşa azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya ‘Tevgera Ciwanên Apoyî’ li ber serdemeke dîrokî ye û got, “Agirê azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo li Kurdistanê hate dadan, roj bi roj gurr dibe û tîna xwe dide tevahiya cîhanê. Li dijî îdîayên ‘me qedand’ a faşîstên mêtinger, gelê me û têkoşîna me ala azadiyê timî bilind kirin. Rastiya gelê Kurd ku bi felsefeya têkoşîn û jiyanê ya Rêber Apo xwe xemilandiye, berevajî hemû jiberan, hemû plan ser û bin kiriye.

Bûyerên di serdema heyî de diqewimin, ku Kurdistan li navenda wan e, Rojhilata Navîn xistine nava rewşeke giran. Di pêvajoyeke bi vî rengî de, xeta azadîparêz ku bi paradîgma û îdeoojiya Rêber Apo weke alternatîf hatiye hûnandin derdikeve pêş û gel bi vê xetê ber bi serketinê ve dimeşin. Bi taybetî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, jiyana sosyalîst û sîstema azadîparêz demokratîk, ku hesreta hezar salî ya Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye, şîn dibin.”

Di nava van bûyer û qewimînan de, PKK xewn, xeyal û lêgerîna azadiyê ya hemû ciwanan û jinên ciwan ên cîhanê temsîl dike. Weke rêxistina ciwanên tevgera Apoyî, me sala 30. a tevgera ciwanên Apoyî li pey xwe hişt.

Di salvegera 30. a tevgera ciwanên Apoyî de, weke tevgera ciwanan û rêxistina jinên ciwan em di pêvajoyeke dîrokî de ne, ku ev pêvajo çarenûsê diyar dike. Li Rojhilata Navîn di her kêliyê de bûyerek diqewime. Rojane bûyerên awarte rû didin. Bi taybetî Kurdistan dil û mejiyê vê yekê ye. Ji ber ku navenda şer e, di serdemeke dîrokî de ye û hemû hêzên desthilatdarparêz bi her awayî polîtîkayên xwe yên qirêj li ser ferz dikin. Ev rewş tevgera me ya azadiyê ji nê ve eleqedar dike. Hewl tê dayin, Kurdistanê ji nû ve parçe bikin. Kurdistanê careke din xiyaneta nokeran dîtiye.

‘NÊZÎKATIYA LI RÊBERÊ ME GIHÎŞTIYE WÊ ASTÊ KU NEMA DIKARE BÊ QEBÛLKIRIN’

Tevî vê yekê, weke ku tê zanîn Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hate derxistin û 15’ê Sibata 1999’an dîl hate girtin. Li girtîgeha yek şexsî ya Îmraliyê li cihekî ji 6 metreçargoşeyî tê girtin. Rêberê me bi salane di nava mercên esaretê de tê hiştin. Di nava du salên dawî de zexteke giran li ser tê ferzkirin. Bi rêya tecrîda giran hewl didin tevgera me û gelê me ji Rêbertî qut bikin û hînî jiyaneke bê Rêbertî bikin.

Di dema dawî de AKP’ê di medya xwe ya şerê taybet de hin nûçeyên li ser jiyana Rêbertî weşandiye. Hewl dide sebra me biceribîne. Artêş û dewleta TC a faşîst, di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de derba herî mezin a dîroka xwe xwar û şewişî. Nêzîkatiya wan a ewçend bêçare û girankirina zextên li ser girtiyên siyasî, asta ku gihaştiye radixe pêş çavan. Zextên faşîzan ên li ser Rêberê me û girtiyên siyasî, nema dikare bên qebûlkirin. Wekî din, li gel vê yekê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li her cihê ku destê AKP’ê digihêje, êrîş li Kurdan tê kirin. Erdogan û çeteyên AKP’ê, ku di berxwedana Kobanê derbeke giran û hê jî nekarîne xwe ji vê psîkolojiya têkçûnê rizgar bikin, eşkere kirin ku niha jî plana êrîşa li dijî Efrînê dikin. Şoreşa Rojava bûye kabûsê çeteyên AKP’ê. Li ser sînorê Rojava û Bakur dîwar hate lêkirin, têl hatin danîn, bi makîneyên teknolojiya pêşketî hate girtin û hema bêjin li her metreçargoşeya sînor leşkerek hatiye bicihkirin. Çeteyan qîma xwe bi vê jî neanîne û plan kirine ku eger ji wan bê, Şoreşa Rojava bifetisînin û bi tifaqa dij bi Kurd, têkoşîna azadiyê biqedînin. Zîhniyeta li hemberî me, hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan ava kiriye. AKP ne tenê li Tirkiyeyê, lê li çar aliyên cîhanê 24 saetan dijminatiyê li Kurdan dike û hemû hêza xwe ji bo tinekirina Kurdan bi kar tîne. Piştî ku ji zexta li gelê me tê kirin encamek bi dest nexist, êrîşî tevgera me kir. Piştî ku ji êrîşên li ser tevgera me encamek negirt, bi rengekî dîn û har êrîşî gelê me dike. Zêdeyî çil sal in bi vî rengî êrîş li gelê Kurdistanê û têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê tê kirin.

BANGA SERHILDANÊ

Di şexsê faşîzma TC’ê de mêtingeriyê dest bi êrîşa tinekirina topyekûn kiriye. Weke Tevgera Ciwanan a Apoyî, bersiva bi helwesteke pêngavî li vê pêvajoyê, nêzîkatiya me ya herî stratejîk e. Li dijî dijminê qirker û faşîst, ciwanên Apoyî wê bi pêngavê bersiva herî mezin bidin. Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, em ê bi ruh û dînamîzma ciwanan dest bi pêngavê bikin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanî dikin, ku ji bo soza tolhildanê ya dane şehîdên şoreşê bi cih bînin, li her qadê hemû hêza xwe seferber bikin û li dijî faşîzmê ‘Serî hildin’. Dost û dijmin wê her kes bibîne ku ciwanên fedayî yên Apoyî wê bibin kabûsê dijmin û pêşengiyê ji serketina raperîna dawî re bikin.

Em dibêjin, ‘Duh zû, sibe dereng, îro dema wê ye’ ûi weke ciwan û jin ên ciwan ên Apoyî dibêjin ‘Serî hilde’. Pêngava me ku wê bi navê ‘Serî hilde’ mohra xwe li dîrokê bixe, ji bo ciwanên li bajar, gund û taxên Kurdistanê û derveyî welat, banga me ya herî mezin a ji bo berxwedanê ye.

Weke Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan em dibêjin; Tevgera ciwanên Apoyî çawa ku di berxwedana xwerêveberiyê de bi ruhê fedayî li ber xwe da, divê li Ewropa, Başûr, Rojhilat, Rojava, Mexmûr, Şengal û Bakur bi ruhê seferberiyê rabe ser piyan, serî hildin û bikeve nava liv û tevgerê.

PLANSAZIYA PÊNGAVÊ

*Bi navê ‘Serî hilde” Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan li hemû qadên xwe dest bi pêngavekê dikin. Pêngava me, bi ragihandinê re wê heta 21’ê Adarê cejna Newrozê dewam bike. Bi taybetî, di meha Mijdarê de wê bi wesîleya salvegera 40. a damezrandina partiya me PKK’ê pîrozbehiyeke bi heybet were lidarxistin.

*Li dijî planên rejîma faşîst a TC ên li dijî Efrînê, wê azadiya Rêbertî bê xwestin û li her derê xeta parastina Efrînê bê avakirin.

*Çalakiyên li Başûrê Kurdistanê jî wê bi armanca derxistina hêzên dagirker ên TC bên lidarxistin.

*Pêngava me wê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bidome. Ji ber ku pêngava me wê karektera vê pêvajoyê diyar bike, çalakiyên pasîf, rûtîn, marjînal û bê bandor red dike. Pêvajuoya çalakiyên girseyî, bi bandor, balkêş û rêxistinî dest pê kiriye.

*Xeteke çalakiyan a timî û bê navber û seferberiya rêxistinî hate destpêkirin.”

Related Articles

Leave a Reply

Close