Endamê Komîteya Jîneolojiyê: Zînê Agirî
Jineolojî bi xwe wek têgîn zanista jin e. Serokatî di Sosyolojiya Azadiyê de got ‘ jin, ewqas hebûnekî bingeha jiyanê, taybet jî wek civakbûnekê de hertiştî bi xwe avakiriye çima zanistiyeke wê nînbe?’ Berî her tiştî pêwîstiyek ji vir dest pê kir. Ji ber ku zihniyetê heyî pêwîstiyekî bi vî şiklî nedîtiye. Ji ber ku wek hebûnekê wê nasnake.
Hebûnekî wek navê jin, wek civaka wê, wek zanista wê, wek hunera wê… em dikarin pir tiştan jî bibêjin ji ber ku naskirina wê nîne. Ji ber vê Rêber Apo bi nav jî dike, dibêje: pir tiştên lojî hene lê çima jineolojî nînbe? Ji bo vê jî berî her tiştî ev zanist wê hebûna jin pênase bike û hebûna civaka xwe ku bi xwe avakiriye (ne ku hatiye tunekirin lê hatiye windakirin) wê vêna dîsa ji civakê re pêşkêş bike.
Çima jineolojî hate avakirin? Wek berê jî me got perspektîfên jineolojiyê me ji paraznameya Rêber Apo girt. Pir avabûyînên jin hene. Yek yek weke jin mînak bi zanistê mijûlbûyîn çêbûye, wek tevgerên femînîzm ku wek kûramsal hebûnên xwe bi nav dikin hene. Lê me wek Tevgera Azadiya Jinên Kurd di destpêka avabûna PKK’ê de me cihê xwe girtiye, di qadên siyasî de, di parastina cewherî de xwe temsîlkirin jî çêbûye û wek tercîheke jiyana azad me bi xwe li çiya jî niha rêxistinbûyîna xwe ya xweser ava kiriye. Divê zihniyetê jin çawa were avakirin ev di pratîkê de çêbûne. Lê ev pratîkê ku hene wek ilmekî pênasekirin, gihîştina zanistiyê û giştî vê ji civakê re pêşkêşkirin ev çarçove tam nehatibû rûniştandin. Rêber Apo vê wek valatiyekî dît û wê bi nav kir. Tabî em vê li ser çandekî çêdikin em ji sifirê ve çênakin. Ji civaka xwezayî heta îro jî berxwedaniya jin, hebûna jin hertimhebûye. Lê vana di cihekî de komkirin pêwîste. Em dixwazin li hemberî zihniyetê baviksalarî têkoşîneke xurt bidin meşandin. Divê em jî, agahiyên ku em li ser xwe dimeşînin di cihekî de di potayekî de bihelînin. Ev jî wê bibe jineolojî. Pir pêwîstiyên ku jineolojî derxistiye holê hene, lê wek gavekî pratîkên ku me jiyan kir wek tercîha jiyana azad em dixwazin bikin zanistiya wê.
Dema Serok Apo di Sosyolojiya Azadiyê de avabûna jineolojiyê bi nav kir a rastî lêkolînên jineolojiyê dest pê kir. Wek Tevgera Azadiya Jin meraqek jî çêbû. Zanistiya me çi ye? birastî heyecanek jî hebû. Lêkolîn çêbûn lê piştî Kongreya 8. ya PAJK’êwek bîrîmekî sazîbûna jineolojiyê çêbû. Bîrîmek di destpêkê de wek têgîn me, rê û rêbazê wê û h.w.d. melêkolîna wê dikir. Bîrîmeke biçûk hebû, di 2011’an de hate avakirin. Ev çar salin jî xebatên xwe bi vê şiklî meşandiye. Niha jî wek komîteyek hatiye sazkirin. Komîte bi xwe jî di asta ji bo bingeh avakirina akademiyan hatiye sazkirin. Xebatên akademî bên çêkirin ku bingeha wê jî were çêkirin. Hê jî em dikarin bibêjin ku di asta lêkolînkirinê de ye. Ji ber ku zanistekî ku bi taybetî bi zanebûn û bi pir rêbazan hatiye veşartin wisa zû zû derxistina wê jî ne hêsan e. Her çiqas niha bîrîkîmek jî hebe, di dest de tiştên pir hêja jî hebin lê belê gihîştina heqîqeta jin wê pir zû jî nebe. Em vê rastiyê jî dizanin. Ji bo vê jî herî zêde li ser vê tê sekinandin. Wek tiştên esas ku em wek perspektîf jî ji xwe re digrin berî her tiştî em dê bi fikra jin vê zanistiyê bikin, ji ber ku di mejî de pir qirêjbûn çêbûye. Bi taybet di mîtolojiyê de çîrokên ku li ser jin çêbûne, êdî kolebûyînê bi dil qebûlkirin li ser jin hatiye hikumkirin. Ji bo vê jî wê pir rehet nebe. Herî kêm mirov dikare vê tiştî bibêje. Niha em di destpêka vê rêyê de ne.
Armanca jineolojyê, jin di civaka xwezayî de wek hebûnekî bi destên xwe jiyan ava dike. Bi taybet jî di aliyê zanistî de jiyana xwe fêr dibe. Zanistiyekî ne ku pêşî difikire pişt re pêk tîne ye. Zanistiyekî wek roja me ya îro tê tanimkirin na, jin ji xwezayê fêr dibe. Bi taybetî têkîliya jin û axê em dikarin bigrin dest. Ji ber ku jiyana xwe berdewam bike têkîliya wê û axê pir tişt daye wê. Mînak girêdayî astronomî ji ezmanan hinek tişt fêrbûyîn, girêdayî rojê tav di kîjan seatê de çawa tê? dema ku tav li şînahiyekî dikeve çawa berhemên xwe dide,yan jî bi heywanekî re, heywan di nav civakê de êdî bîhtir çawa dikare cihê xwe bigire bi tiştekê hevbeş yanî hem ew feyda xwe bigrin hem ew heywan were kedîkirin? Ev tiştekî zanist e. Mînak nexweşên xwe bi giya başdikin, zarokên xwe wek ebeyekî çêdikin. Destpêkê ew zarok çawa were xwedîkirin û h.w.d. niha em vana dizanin lê di wê demê de vana fêrkirin pir rehet nebûye. Ev hemû bi destên jin têne pênasekirin. Ji bo ku ew qlan, ew civak bikaribe xwe baş berdewam bike ev jî bûye wek ilmê wê. Yanî mirov dikare bibêje ku ilmdarê destpêkê jin bi xwe ye. her çiqas niha ilm ji bo kesên jor de, kesên zilam difikirin jî zilam nikarin vê karê bikin. Ji ber ku jin kêmaqil hatiye pênasekirin, ev tiştên destên me de dide xwuyakirin ku dereweke pir mezin li ser vê zanistiyê hatiye kirin. Ji xwe zanistiya wan kirî jî ji vê ne qute. Yanî zanista îro ji zanista civaka xwezayî qute. Armanca jineolojiyê berî her tiştî ewe ku bikaribe xwe bi hebûna jinê îfade bike. Xebatên ku heta niha hatine meşandin di asta lêkolînê de mane. Ev wek pêwîstiyek jî hat plansazîkirin, hate tercîhkirin. Ji ber ku zanistiyek tenê giliyên wan kirin çênabe, wana tenê bi nav bikin û derbas bikin nîne. Têkiliya jinê bi ax re, bi zarok re, bi xwezayê re, bi civakê re, bi zilam re, bi taybet jî bi pirsgirêkên ku di civakê de têne jiyankirin re çareserî dîtin, divê em berî her tiştî tahrîbatên ku çêbûne, xerabbûyînên ku çêbûne wana pênasebikin. Em tenê xerabbûyînên ku hene em bêjin derbaskin na, ji ber ku herkes vê dibêje. Niha herkes dizane ku li ser jin zihniyeteke tecawizkar heye. Lê ji ber ku em vê ji holê rakin çi pêwîste? Hêza jinê em dê çawa derxin holê? rêxistinbûna jin wê çawa çêbibe, xurttir bibe? Yanî jin li ser navê xwe wê çawa li hemberî vê jiyanê bisekinin, ev girînge. Hê em negihîştine armancên xwe, em di vê rêyê de ne. Di vê rêyê de ya girîng ewe ku mirov rêya xwe şaş neke, di bin bandora zihniyeta zilam de nemayîn perspektîfeke esase ji bo me. Yanî em çi bikin jî emê xwe ji bin bandorên ilmên îro dûr bixin. Em niha jî vê dikin. Em di lêkolînên xwe de wek navend Rojhilata Navîn esas digrin. Dibe ku bibêjin çima Rojhilata Navîn? Ji ber ku kilîdbûna pirsgirêka jin li wir dest pê kiriye. Jiber ku azadiya jin li wir hinek hat berovajîkiri. Ji bo vê jî wek Rêber Apo dibêje:‘we li kur winda kirbe li wir bigerin.’ Em jî wê digerin. Wek hevbeş berî her tiştî gelê Rojhilata Navîn û ji bo giştî jinên cîhanê jî em bikaribin vê bikin. Jin wek cins jî hevdû bikaribe nas bike. Netewê min cudaye, zimanê min cudaye, rengê min cuda ye… ev ji bo me ne cudabûnin, ev ji bo me pênaseyên xweserin. Ev nabe cudabûyînek. Ji bo vê jî berî her tiştî em dixwazin di Rojhilata Navîn de bi hevdû re pênaseya vê bikin û xebatên xwe jî hevbeş bikin. Li gorî vê jî divê mirov ji bo 2014’an bangewaziyek jî bike. Jin li ser navê jineolojî divê bikaribe xwe tê de bibîne. Cudabûnên wan ji bo me ne girînge. Jineke femînîst be, jineke ji Rojhilata Navîn be, jineke li ku derê xwe çawa bi nav kiribe ev ne girînge. Ya girîng divê di nav vê zanistiya jin de xwe pênase bike. Dema xwe pênase bike ew dê bikaribe cudabûna xwe jî li wê derê îfade bike.
Em bi xwe jî dibêjin ku jin divê di 2014’an de jineolojiyê jî bi zeka û dilê xwe pênase bikin, ji ber ku heta niha ilm wek mejî tê pênasekirin. Em jineolojiyê bi dil û mejî pênase dikin. Emê bikaribin êdî zêdetir heqîqeta jin jî bidin meşandin.
Ji bo 2014’an me li qadên çiyayên Kurdistanê de civînek lidarxist. Nêzîkî 3o jin em hatin cem hevdû. Heyecanek pir mezin bû. Ji ber ku wek jin emê li ser zanistiya xwe nîqaş bikirana. Hêza ku me jê girt pir cuda bû û li vir nîqaşên ku hatin kirin, biryarên ku hatin girtin, ez bi xwe di vê baweriyê de me ku her jin jî wê xwe tê de bibîne. Bi vê civîna ku çêbû me wek yekemîn dest pê kir. Ez bawerim dawî jî nabe. Em giştî ji jinên cîhanê re, ji jinên Rojhilata Navîn re bangewazî dikin bila xwe di navê de bibînin û em bihevdû re jineolojiyê înşa bikin. Yanî em wek jin hestên xwe, mejiyên xwe, hêzên xwe dikarin bi hevdû re bimeşînin û ev pirsgirêkên heyî, tiştên ku civakê dixwe em dikarin ji holê rakin.