Giştî

Gêrîlla, Volkana Di Nava Berfê De

Sarbûyîna hewa, mizgîniya hatina zivistanê bû. Demek dirêj bû çûkan koç kiribû. Em ketibûn nav bendewariyekê de. Him derûniy (psîkolojî) him jî mangeyên me ji bo zivistanê amade bûn. Ji bo gêrîlayên nû ku yekem car wê zivistan li çiyayê Kurdistanê jiyabana, ev xiroşiye hîna cudatir dibû.

Û gêrîla siharê zû şiyar dibû. Ji bo pêkanîna karên rojane deriyê mangeyên xwe dida kêlekekê. Perdeyeke spî her der rapêçabû.

Min çavên xwe girt û carek din vekir. Oy! Çiyayê Şekîf, cilê te yê sipî ku bi tîrejîn rojê yên zer dans dike û li ser heybeta te zêde bûye, çiqa li te tê. Pir zor nebû merov fêm bike li lûtkeyên wê de ew germahiya dilê gêrîlaye ku nahêle bicemide.

Ser şaxên darên bêpel ên di derdora min, bi hinek berfê  spî dikir. Ew jî weke ku halê wan nexweş

be, nedixuyan. Ji ber di derdora wan kesên pêlava mekab pêdikin, hebûn. Gêrîla, şervanên azadiya jinê. Ango yên ku êşa gelê xwe nadehînin (sîndîrmemek) yên ku ew jî wek Yilmaz Guney, dibêjin “ger li wî aliyê cihanê ji kesekê ku em nasnekin jî, xwîn jê bê, dilê me diêşa.” Ên soz dane Rojê. Keçên Rojê. Cem wan ne xwezaya ku pêre bûne yek, ne jî yên nû tevlî bûne, dicemidîn. Ew çend germ bû kena wan. Ew ken dibiriqî her aliyî ve…

Dema balafirên şer li ser serê wan dizivirî, destên hevala xwe ya zehmetî dikêşand, ew digirt û baz dida. Ew hilma çavên jina mezin ku ji bo necemide bi kurdiya ku piştre fêr bibû, stranên govendê digot û zip zip hildiperî…

Îcar dê were bicemide, dê were zoriyê bikêşe, dê were bilî heyranbûnê, tişteke din an jî tirsê hîs bike ji vê spiya ku sîmgeya pakiyê ye…

Rojê, di payîzê de jî behsa biharê kiribû û dabû xuyakirin ku em her rojê zêdetir nêzî azadiyê dibin. Ev hêvî gihanibû lûtkeyên herî bilind. Gêrîla jî hîna bêtir ketibûn ferqa wê ku her demsalê, bi her guleya direşînin hîna wan nêzî dike, ji bindestî û girtîbûnê ber bi rizgariyê ve…

Ev hemû û piştre jî berfa barîbû, kulîlk dianîn bîra mirov. Bibêjin ti pewendiya wan bi hev re tine ye. Ez behsa berfînan dikim. Her wiha min di helbestekê de xwendibû “berfîn dibe evîndarê asoyê, bejna xwe ya narîn ji bin berfê derdixîne. Ger bi qasî berfînê wêrekiya te tine be, roja zivistanê evîndar nebe”. Lê gêrîla di rojeke zivistanê de bûn û evîndar bûn. Evîna wan şerê li dijî zilmê bû. Dirûşme li dijî copan, ronî li dijî siyê bû. Ew wêrek bûn, ji ber wê jî karîbûn evîndar bibin. Her yek ji wan berfînek bû. Bi qasî wê wêrek, bi qasî wê narîn, bi qasî wê xweşik û wekî libên berfê jî biçirûsk…

Hîna 3 meh heye ku berf ji bo demekê me biterikîne. Em li derdora sobê rûdinên. Li ser tayê jorî sopê, qahîm hatiye girêdan, goreyên şil benda zuhabûnê ne. Ji zimanan sohbetên xweşik, bîranîn û xeyalên di derbara pêşerojê, diherikin. Wek din çaydanê kariye ji teniya sobeyên darê xilas bibe, bi navê xwe yê berê ‘Reşo’ û navê xwe yê niha ‘Spî’. Di nav lîsteya jênevegeran (vazgeçîlmezler) di serê de cih digire. Di hewayên sar de, tama çaya ku mirov guzan hûr dike û davêje nav de pir cuda ye.

Em hêvî dikin hewaya ku ji demên borî kêmtir sar e, zirarê nede kesekê. Nebe sebeba êşekê. Tê zanîn li her derê cihanê car caran derfet zehmet dibin. Lê gulên çiya di kêleka vê de tiştek din jî dizanin; şert û merc çendî zor bin, hêzek heye ku dikare xwe li van ragire û li ciheke nêzî bilindahiyên xwedavendan de ye. Ev hêze, belkî jî wek Ehmed Telî behs dike “seruvenkarê herî dawiye” ye, kê dizane. Lê diyare navê vê serûvenê jî Gêrîlayên Mezopotamya ye…

Zîn Evînawelat

Related Articles

Leave a Reply

Close