GiştîŞehîdBîranînên Şehîdan
Rengê Zindîbûna Jiyanê Şehîd AMARA GABAR
AMARA; Nav û cihê vejinbûna jiyanê.
Nav û cihê derketina ROJ û ronîbûnê.
Cih û nasnemeya dawî lê anîna tarîtî û koledariyê.
Cih û nasnameya jêderka lehengî û serkeftinê.
Cih û nasnameya tolhildana Ocalanî.
Cîh û nasnameya vejîna tovên azadiyê.
Heval AMARA GABAR; nav û nasnameya xwe ji welatê derketina rojê û warê ji nûve jiyanbûnê li xwe kir û di her kêliyên jiyana xwe ya dinav partiyê de bi wî rastiyê ve jiyan û pratîk kir. Di her kêliya jiyanê de bi coş kelecan û hestên dilgermiya tevlêbûna xwe ya yekemin ve jiyan kir û vê hîs û kelecanê wek çavkaniyekê herikande nava jiyanê û derdora xwe ji bi vî herikbariya zindîbûna xwe ve bandor kir û bi xwe re xiste tevgerê.
Her kesayetên ku ji bo domandin, rast temsil kirin û mezin kirinina nirxên âzadiya mirovatiyê derketine rê û têkoşîna wî meşandine; kesayetên bijare, mezin û xwedî jiyaneke serpêhatiyên lehengî ve dagirtîne. Heval amara jî wek temsiliyet û têkoşera nirxên azadiya jinê ango tevahiya civakê xwedî jiyaneke bi têkoşîn û lehengiyan ve têr û tijî jiyan kir û da jiyan kirin. Vî jiyan kirin û dayîna jiyan kirinê bi şehadeta xwe ve jî gihande lûtkeyê. Jiber ku şehadet lûtkeya jiyanê ye. Cihê ku Heval Amara lê şehîd ket jî wek cihê navê xwe lê girtî, xwedî wate û naverokeke dîrokî û jiyanî ye. Ango ew der Cûdî ye.
CÛDÎ; Cih û warê piştî tofanê mirovatiyê xwe li jiyanê girtiye.
Cih û warê mirovatî heyîn û hebûna xwe deyîndarê wê ye.
Cih û warê NÛH ve bûnê ye.
Heval AMARA di sala 1995 an de li Sêrtê ji dayîk bûye. Bi eslê xwe Şirnexî ye. Di yeksaliya wê de malbata wî koçberê metropola tirkiyê ya Stenbol’ê dibe. Liwir jiyan dike û mezin dibe. lêbelê ev metropolên ku temsiliyeta jiyana moderniteya kapîtalîs dikin; jiyan, çand û nirxên manewî dihelinin nekarîne liser heval Amara bandor bikin. Ruxmî jiyana metropolê heval Amara cewherê xwe yê Kurd û Kurdistanî heya dawî parastibû, ji xwezayî bûn û civakîbûna xwe tiştek winda nekiribû. Sekin û serhildêrî û çanda jina Botanî di xwede pir zindî temsîl dikir. Wek jineke ciwan a Botanî çanda dengbêjî zindî dida jiyan kirin û ew hestên mezin di dengê wê de îfadeya xwe didît. Di heval AMARA de tu nîşaneyên ew bandorên bajar û metropolên moderniteyê ku jiyan û kesayetan dicemidînin, ziwa dikin, ji civakbûnê qut dikin nedihate dîtin. Berovajî heya dawî bi coş, kelecan, moral, xwezayî bûn û civak bûneke pir xurt ve tevli jiyanê dibû û xwezayîbûna xwe terzê jiyana moderniteyê re dinav têkoşîneke jiyanî de bû. Taybetmendiyên civakî û gelêrî di xwede pir xurt dida jiyan kirin û di demek pir kin de di kesên ku wê nasdikir de bandorek dida ava kirin, hez kirin û girêdanbûn dida çêkirin. Bi taybet jiyan kirina ruhê ciwanti û taybetmendiyên ciwantiyê ve di her cihê ku têde kar û xebat da meşandin de bi wê enerjî, zindîbûn û dînamîzma ciwantiyê, xwedî bandoreke mezin bû ku di demek nêzde ciwanan bi hez kirinek mezin wê wek ifadeya nasnameya xwe didîtîn û di pêşengtiya wê de xwe rêxistin dikirin û çalak dibûn.
Xwedî israr bûyîn, encam girtin û ser xistin di heval Amara de wek taybetmendî û karakter bû. Çi kar û xebat, erk û berpirsiyartî bigirtiba ser xwe ji rêzê bûn qebûl nedikir û her di hewildanên layîqbûn û serxistina erkê xwe ve tevgerandin esas digirt. Di jiyan, kar û xebat û tevahî merhaleyên têkoşînê de hêsaniyê gerandin, rehetî tercîh kirin bi tu awayî qebûl nedikir. Ji kar, erk û cihên zehmet û dijwar hez dikir û di qadên herî dijwar de berpirsiyartî girtin, xebat û têkoşîn meşandin wek pîvan tercîh dikir û li hember hêsangerî û ji rêzêbûnê jî têkoşînê ferz dikir. Jiber ku hest û zanebûna wê ya serxistina erk û berpirsiyartiyê pir xurt bû di rê û rêbaz pêşxistin, tiştên nû ceribandin têde xurt bû ango bi yên heyî têr dîtinê û wan ve meşandinê qebûl nedikir. Ew taybetmendiyêm wê yê lêgera nûbûn û afrineriyê her tim wê dinav tevger û hewildanên afrîneriyê de dihîşt. Vê hez û xwesteka xwe bi xwe ve sînordar nedihişt û cihê ku lê baya hevalên derdora xwe jî dikişande dinav vê tevger û kelecanê. Di jiyan, pratîk û têkoşîna xwe de bêyî ku dudiliyekî herî piçûk jiyan bike tevli dibû û di her kêliya jiyanê de bi sadebûn û zelalbûna xwe ve jiyan dikir û derdora xwe dikişande vê sadebûn û zalalbûnê.
Di jiyanê de bê bandor bûn, pasîf bûn, ji rêzê bûn û bê însîyatîfî bi tu awayî di kesayeta heval Amara de îfadeya xwe nedidîtin. Bi qasî ku di kesayeta xwe de van lewaziyan qebûl nedikir û pêre têkoşîn dimeşand, di heman demê di derdora xwe de jî di tu kesan de ji van taybetmendiyan re tehammûl nedida nîşandan û bi berpirsiyartiyek mezin ve her hewil dida kesayetên bihêz, xwedî bandor, ji xwe bawer, bi însiyatîf û serkeftî ava bike. Di jiyanê de yek ji peyva herî zêde bikar dianî jî serkeftin bû. Hest û daxwaza wê ya serkeftinê jî bê guman ji îddîa û baweriya şoreşê, ji hest, zanebûn û girêdanbûna jiyana azad bingeha xe digirt. Di heman demê de wek armanca bingehîn ya jiyana xwe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û dîtina wî pênase dikir. Ji ber vê yekê bi tevahiya hêz, hest û zanebûna xwe ve xwe di serkeftinê de heya dawiyê kîlît kiribû. Dîsa di her kêliya jiyanê de li hember dijmin bi hest û hêrseke pir mezin a tolhildanê ve jiyan dikir û di tevahiya ziraviyên jiyanê de bi lêhûrbûna çawa derbeyên mezin li dijmin were dayîn de xwe kîlît kiribû û vê hest û hirsa wê ya tolgirtinê we zêdetir di serkeftinê de kîlît dikir. Jiber vê yekê wek gelek xebatên ji aliyê leşkerî de di demeke kin de pisporbûneke gîrîng pêş xist û di vê mijarê de wek pêşeng û fermandareke Şerê Gelê Şoreşgerî gelek ciwan, gel û kadro bi ked û daxwazeke mezin ve perwerde kir û pêşxist.
Bi naskirina mezinbûna wateya nasnameya jin ve azadiya xwe di felsefeya Rêber APO de dît û wek şervan û şoreşgereke azadiya xeta jinê heya kêliya dawiyê li hember her cûre koledarî û hişmendiya desthilatdarî bi hêrs û kîneke mezin ve jiyan û şer kir. Hez kirina jiyanê ya jina azad û bi daxwaza jiyana mezin li dora azadiya jinê rêxistin kirin di asta evîndariyê de jiyan dikir û têkoşîna ava kirina kesayeta azad a vî jiyanê bi hesteke mezin dida meşandin. Jiber vê yekê digot ‘’ Bi hêz û baweriya ku min ji Rêber Apo girtiye tiştekî ku ez nikarim serbixim nîne.’’
Di Bakûrê Kurdistanê û Botanê de gerîlacîtî kirin û têkoşîn meşandin ji bo heval Amara xeya û daxwaziyeke mezinbû. Bi daxwaz û israreke mezin ve çu qada Botanê. Her dianî ziman ku ‘’heya yek faşîstekî dawî jî nemîne şer û têkoşîn meşandin esase.’’ Li hember dijminê faşîst bi vê lêhûrbûn û mezinbûna îddayê ve her deqe jiyan kirin ji xwe re esas girt û wisa jiyan û şer kir. Di dema çuyîna xwe ya Botanê de dianî ziman ku ‘’ Ez bi xeyalê ku li Botanê Rêber Apo pêşwazî bikim diçim. Ezê wisa tevlê bibim û têkoşîn bimeşînim.’’
Bê guman ji bo me demên herî zehmet vegotina şehîdan e. Jiber ku yên xwedî jiyana herî mezin, herî zindî, xwedî hest û dilê herî mezin ewin. Em jî bi hêza ku ji wan digirin ve wek erk û berpirsiyartiyên li me bar dike ve hewil didin ifade bikin. Bê guman hêza peyvan bi tu awayî nikarin pêşwaziya hest û jiyana rasteqîn bikin. Dil û hestên şopdarê wan şehîdên wek heqîqeta ispat kirîne jî, dîsa bi xwe spartina mezinbûna wan ve dikarin vî heya astekî bikin. Bê guman ya rasteqîner wan jiyan kirin û ji xwe re kirina ruh, rê û rêbaze.
Navê Tevgerî: Amara Gabar
Nav û Paşnav: Şükran Altuğ
Cîh û Dîroka ji Dayîkbûnê : 1995/ Siirt
Navê Dayîk û Bav: Heybet – Ömer
Cîh û Dîroka Şehadetê: 6 Ağustos 2019 / Cudi