Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nirxandina xwe ya ji bo malpera me ya Komalên Ciwan de wiha got:
“Têkoşîna li dijî komployên dîrokî bi pêşxistina hêza wateyê dikare pêk were. Tenê bi vî rengî mirov dikare armanca hêzên komplo ji bo çi tê kirin fêm bike û vala der bixe. Rêber Apo 25 salên esareta xwe ya dawî li Îmraliyê bi vê yekê derbas kir, ji bo fêmkirina komployê lêhûrbûnên xwe kûrtir kir û armancên komployê pûç kir. Ger nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî pêvajoya esaretê ya 25 salan bi çend hevokan were revakirin, mirov dikare weke “Di wateya kûrbûn û gihandina hêza watedar a mezin” de were îfadekirin. Dema ku em li pêvajoyên ku Rêber Apo weke kesayet tê de dinêrin, tê dîtin ku pêşketina herî mezin di dema esareta Îmraliyê de jiyaye. Sedema vê jî nêzîkatiya Rêber Apo ya ji bo fêmkirin û pûçkirina komploya navneteweyî ye. Vê nêzîkatiyê bû sedem ku Rêber Apo wateya xwe kûrtir bike, xwe bigihîne hêzeke mezin a derûnî û di dawiyê de manîfestoya azadiyê ya ku dê azadiya gelê (civakê) îro ji esaretê (koletiya modernîteya kapîtalîst) misoger bike, derxe holê. Di rastiyê de nêzîkatiya têgihiştin û pêşxistina hêza wateyî taybetmendiya bingehîn a Rêber Apo ye. Rêber Apo jî di şert û mercên esareta Îmraliyê de ev nêzîkatî esas girt.
KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO SIYASÎ Û BÎRDOZÎ YE
Hemû komployên dîrokî siyasî ne û di encamê de bîrdozî ne. Komployên dîrokî her tim ji bo armancên siyasî û bîrdozî hatine kirin. Sedema ku komployên bi vî rengî dîrokî têne binavkirin jî ji ber vê taybetmendiyê ye. Komploya li dijî Rêber Apo jî ji bo armancên siyasî û bîrdozî bû. Fêmkirina komployan di rastiyê de bi fêhmkirina nêzîkatiyên siyasî û îdeolojîk ên li pişt komployê re pêkan e. Ev jî kedeke mezin dixwaze. Ji ber ku di komployekê de armanc bi eşkereyî dernakeve holê. Armanc û mebest têne veşartin û sergirtin. Helbet sedema sereke ya vê yekê jî gumana hêzên komploger a ji bertekên civakê ye. Dema ku rastî bi zelalî tên dîtin, ji ber tirsa nerazîbûna civakê serî li rêveberiya komployê tê dayîn. Ji xwe hêzên komploger tiştê ku dixwazin nikarin bi hincetan rewa bikin û rastî nerazîbûnên civakî bên bi rêya komployê pêk tînin. Ev taybetmendiyên girîng in ku mantiq û armancên komployan derdixin holê û ji bo fêmkirina komployan divê bên zanîn. Ev hemû jî nahêlin ku komplo were fêmkirin. Lewma ji bo fêmkirina komployê hewldaneke mezin dixwaze. Bi hewldaneke wiha divê perdeyên ku rastiyan dipêçin bên rakirin. Ev dikare bi pêşxistina hêza wateyê ji hêza fizîkî bêhtir pêk were. Dema ku taybetmendî, mantiq, armanc û pîvana bîrdozî-siyasî ya komployên dîrokî derdikeve holê, girêdana wan a bi civakê re jî derdikeve holê. Ji ber ku dîrok, jiyan, bîrdozî û siyaset bi civakê ve girêdayî ye. Ti pêşketineke dîrokî ji civakê qut nîne. Bîrdozî û siyaset jî tê wateya civak bi xwe. Her tiştê civakî bîrdozî û siyasî ye. An jî berovajî vê, her tiştê bîrdozî û siyasî civakî ye.
Di vî warî de komployên dîrokî bi civakê ve girêdayî ne. Dema em li hemû komployên dîrokî dinêrin, em dibînin ku komployên li dijî civakê ne. Ev rewş di serî de rastiya komployê gelek rastiyan derdixe holê. Di komployên dîrokî de li aliyekî hêzên şaristaniyê û li aliyê din jî civak hene. Yê ku komployê pêk tîne hêzên şaristaniyê ne û ê rastî komployê tê civak e. Bê guman ev yek di hemû komployên dîrokî de heye. Mînakên vê yekê di dîrokê de gelek in. Komployên li dijî Hz. Îsa û Hz. Alî jî xwedî rewşek wiha ye. Hz. Îsa ji aliyê kesên ku bi şaristaniya Romayê ve hevkarî kirine û Hz. Alî jî ji aliyê kesên ku dixwestin sultaniyê ava bikin ve rastî komployê hatin. Hedefa van komployan civak bû. Gelek mînakên wiha dikarin bên dayîn. Di dîrokê de tiştê ku mêr li jinê kiriye jî komploye. Bi êrîşa li ser jinê re, di şexsê jinê de civak bû hedef. Yên ku komploya li dijî Rêber Apo pêk anîn, desthilatdarên serdema modern bûn. Ev hêzên DYA, Îsraîl û NATO bûn ku komplo bi rê ve birin. Ji bilî van hêzên ku rasterast an nerasterast tevlî komployê bûn û piştgirî dan komployê jî hebûn. Taybetmendiya hevpar a van hemû hêzan ew e ku hêza serdest û domdar a pergala modernîteya kapîtalîst e.
Cûdahiya herî girîng a komploya li dijî Rêber Apo ji komployên din ên dîrokî ew e ku gelek hêz di komployê de cih digirin. Vê yekê qonaxeke navneteweyî da komployê. Bê guman sedemên ku komplo di asta navneteweyî de pêk hat hene. Ev jî bi geşedanên dîrokî yên Rêber Apo û PKK’ê ve girêdayî ne. Ev kalîteya komployê girîng e û têgihîştina kûr dixwaze. Nêzîkatî û helwesta Rêber Apo ya li hemberî komployê jî ji vê tê fêmkirin. Heta ku ev neyê zanîn û fêmkirin, nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî komployê û helwesta wî ya li Îmraliyê têr û rast nayê fêmkirin. Ji aliyê din ve têgihiştina komployê dibe ku di têkoşîna li dijî wê de watedar be. Heta ev pêk neyê, têgihiştina komployê nabe. Ev tam nêzîkatiya Rêber Apo îfade dike. Bingeha nêzîkatiya Rêber Apo, têkoşîna li dijî komployê û têkbirina armancên ku bi komployê hatine diyarkirin e. Armanca kûrkirina wateyê ya ji aliyê Rêber Apo ve bi tevahî ji bo vê bû. Ji bilî vê nêzîkatiyeke din nabe û eger hebûya jî wê ne watedar bibûya. Ji ber vê yekê ger em hewl bidin komployê fêm bikin, divê em xwe li ser şêwaza Rêber Apo esas bigirin.
Wek tê zanîn piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn li cîhanê hevsengiyek ava bû û di navendê de DYA û Sovyet hebûn. Di vê pêvajoyê de her çiqas weke şerê sar hat pênasekirin jî, şerek li ser esasê tengkirina qada bandorê ya hevûdu hebû lê ya esas rewşa hevsengiyê bû. Di cîhanê de pêkhatina hevsengiyeke bi vî rengî, weke encama têkçûna Sovyetê a ji bo pêşvebirina modeleke ku sîstema kapîtalîst a modernîteyê derbas bike, dikare bê vegotin. Her çendî li ser navê gel û çînên bindest şoreş pêk hat jî, ji ber zîhniyet û paradîgmaya ku wê pergala bindestiyê derbas bibe nekariye pêş bikeve, lewma sîstem di nava hevsengiyê de ma. Ev yek zêde bûye şêweyekî siyasetê. Bê guman ev yek li dijî gel, çînên bindest û tevahî civakê pêk hatiye. Di rastiyê de, tevî ku tu destwerdaneke derve tunebû jî, şoreş her ku çû ji cewhera xwe dûr ket û di dawiyê de ji hev belav bû. Bi belavbûna Sovyetê re ev rewşa hevsengî ji holê rabû û pêvajoyeke nû dest pê kir.
Ev pêvajo Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e ku îro jî kûrtir dibe. Di destpêka vê pêvajoyê de DYA weke hêza hegemonîk a sîstema modernîteya kapîtalîst, bi plana Nîzama Nû ya Cîhanê (YDD) nêzîkatiya parastina berjewendiyên sermaya cîhanî derxist pêş. Armanca plana YDD’ê ew e ku pergala cîhanê bi awayekî ku berjewendiyên sermaya cîhanî û ji ber vê yekê jî modernîteya kapîtalîst biparêze û xizmetê jê re bike, ji nû ve ava bike. Di vê çarçoveyê de cihê destwerdanê yê pêşîn Rojhilata Navîn hatiye diyarkirin. Bê şik sedemên guncav hene ji bo diyarkirina Rojhilata Navîn wekî qada pêşîn a destwerdanê. Lê ji dîrokê ve taybetmendiyên ku rewşa îroyîn a Rojhilata Navîn jî diyar dikirin hebûn. Rojhilata Navîn di dîrokê de her tim bûye navendek. Lewma sîstemeke cîhanê bêyî Rojhilata Navîn nayê xeyalkirin û afirandin. Hem şert û mercên erdnîgarî hem jî taybetmendiyên civakî û îdeolojîk di navenda Rojhilata Navîn de cih digirin. Ev taybetmendiyên girîng in ku divê bên balkişandin û zanîn.
SOSYALÎZM BI HER GAVÊN KU RÊBER APO AVÊTIYE PÊŞ DIKEVE
Di dawiya sedsala 20’an de dema ku sosyalîzma reel hilweşiya û DYA’yê li ser navê pergala modernîteya kapîtalîst hewl da cîhanê ji nû ve biguherîne, têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê di pêvajoyeke bi lez de pêş ket. Ev pêvajo bi şoreşa vejîna Kurdistanê re bingeh girt û mayînde bû. Bi vî rengî xeta Rêber Apo li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi bandor bû. Pêşketina şoreşa Kurdistanê ku pêşengiya wê Rêber Apo kiriye, bûye pêşketineke ku li Rojhilata Navîn û cîhanê encamên girîng derxistiye holê. Dema ku ferasetên asayî yên sosyalîst ên li cîhanê ji hev belav dibûn û di nava sîstemê de winda dibûn, sosyalîzm di meşa Rêber Apo de pêş ket. Sosyalîzm bi her pêngava Rêber Apo re pêş diçû. Bê guman ev rewş encama nêzîkatiya cuda ya Rêber Apo ya li hember sosyalîzmê ya wê demê bû. Ger ne wisa be, dema ku sosyalîzm li hemû cîhanê ber bi windabûnê ve diçû, di şexsê Rêber Apo de ne pêkan bû ku pêşketin bihata dîtin. Ev geşedanên ku Rêber Apo li Kurdistan û Rojhilata Navîn afirand, planên modernîteya kapîtalîst têk bir. Hebûna Rêber Apo û geşedanên ku afirand, nehişt ku pergala kapîtalîst Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ava bike. Ji ber ku xeta Rêber Apo azadiya mafan û pêşxistina sîstema jiyana demokratîk li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşbîn kir û misoger kir. Tiştekî ku modernîteya kapîtalîst nedixwest ev bû. Modernîteya kapîtalîst berovajiyê wê dixwest û plan dikir ku gel hîn bêhtir bên çewisandin û civak bikeve nava çerxa îstîsmarê ya pergala modernîteya kapîtalîst. Dema ku Rêber Apo li ber vê yekê bû asteng, ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst ve hate hedefgirtin. Ji ber vê yekê, hedefgirtina Rêber Apo û komploya navneteweyî ya piştî wê, parçeyek ji destwerdana modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn di çarçoveya YDD’ê de ye. Bingeha komploya navneteweyî ev nêzîkatiya modernîteya kapîtalîst û armancên di nava vê nêzîkatiyê de ye. Ji ber vê jî gelek hêz beşdarî komploya li dijî Rêber Apo bûn. Di vir de rastiya komploya navneteweyî heye. Dewleta Tirk di vê planê de tenê weke piyanek e. Bê guman ji ber ku dewleta Tirk xwedî zîhniyeteke dij-kurd e, xwest Rêber Apo bidin wan. Lê belê komploya navneteweyî ne ji ber ku dewleta Tirk xwest, ji ber berjewendiyên modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn pêk hat. Rêber Apo beriya niha jî diyar kiribû ku rola dewleta Tirk a di komployê de tenê weke cerdevaniyê bû. Dewleta Tirk ji bo tinekirina Rêber Apo û PKK’ê û qirkirina Kurdan her cure polîtîkayan dimeşîne. Nêzîkatiya dewleta Tirk a berê û îro jî di vê çarçoveyê de ye.
HÊZÊN MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST JI BO BÊBANDORKIRINA RÊBER APO, KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ KIR
Derketina holê ya Rêber Apo û PKK’ê, nedihat payîn anku di hesab de nîn bû. Her tişt ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn ji nû ve ji berjewendiya sermiyandariya kûreyî hatibû eyarkirin. Hemû geşedanên mîna tevgera Filistanê li Rojhilata Navîn ku modernîteya kapîtalîst bixin zorê, ji berê ve hatibûn bêbandorkirin û kontrolkirin. Sovêt ku belav bûn jî êdî dihat dihat xwestin ku Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bibe. Îdeologên modernîteya kapîtalîst diyar dikir ku wê herika dîrokî bi temamî di lehê serweran de be. Lê derketina holê ya Rêber Apo û PKK di hesab de nîn bûn. Jixwe ji berê ve DYE, Îsraîl û NATO li dijî Rêber Apo û PKK’ê, bi dewleta Tirk re dibûn piştgir. Lê têvî vê piştgiriyê jî rê li ber geşedanên Rêber Apo û PKK bûn sedemm, nehat girtin. Bi vê geşedanê pêşbîniya modernîteya kapîtalîst bi avê de diçû. Dawiya dawîn hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo bêbandorkirina Rêber Apo komployeke navneteweyî kir. Komplo bi pêşengtiya DYE û Îsraîlê û piştgiriya NATO’yê çê bû. Gelek dewletên Ewropayê jî di nav de bûn. Hin hêzên li Rojhilata Navîn û hêzên Kurd ên hevkar jî di nav komployê de bûn. Pêvajoya dîlgirtinê ya Îmraliyê wiha dest pê bû. Pergala li Îmraliyê hatiye çêkirin jî parçeyekê komploya navneteweyî ye. Plan hatiye kirin ku bi pergala êşkence û tecrîdê li komployê bê dewamkirin da ku encam bi dest bikeve. Bi vî awayî îmhakirina Rêber Apo, rakirina PKK’ê ji holê û qirkirina Kurdan û biteşekirina Rojhilata Navîn li ser esasê modernîteya kapîtalîst hatine armanckirin. Armanca bi avakirina pergala li Îmraliyê, ev e. Îro ev pergal wek tecrîda esehkirî berdewam e. 25 sal in Rêber Apo li dijî vê pergala li Îmraliyê li ber xwe dide. Lê divê mirov vê wek berxwedaneke li dijî şertên fam neke. Berxwedana Rêber Apo bi armanca derxistina holê ya armanca bi komployê û pûçkirina komployê ye. Ji wê boneyê divê mirov berxwedana û helwesta Rêber Apo li Îmraliyê wek helwesteke dîrokî li dijî komployê bibîne û fam bike.
RÊBER APO LI DIJÎ KOMPLOYÊ HELWESTA HERÎ WATEDAR A DÎROKÎ NÎŞAN DA
Rêber Apo bi rehên dîrokî yên mirovahî û civakê de ketiye da ku bingeha komplo jê tê ji hev vebike. Bi vê ne bi tenê li komploya li dijî xwe, hemû komployên dîrokî bi wate kiriye û ji hev vekiriye û deşîfre kiriye. Rêber Apo şaristaniya dewletparêz ji roja derketiye holê ta bi niha ji hev veçirandiye û fam û feraset û rastiya komployî derxistiye holê. Bi vî awayî Rêber Apo derxistiye holê ku şaristaniyan dewletî ji bo xistina bin destê xwe ya civakê wek rêbazekê hatiye bipêşvebirin û ji berê ta bi niha ev rêbaz hêj bêhtir hatiye bikaranîn. Bi vê jî nemaye, diyar kiriye ku rakirina feraseta komployî bi encax bi rakirina şaristaniya dewletparêz mimkûn e û manîfestoyek ragihandiye ku mirovahî pê ji hemû mêtingerî û serdestiyê xelas bibe, bi azadî û wekhevî bijî. Ji bo van encamên dîrokî yên pêvajoya di der heq xwe de bigihîne mirovahiyê nirxandiye. Bi parastinên ku dane dadgehan behs kiriye. Feraseta sosyalîzma derî dewletê ya li gor ekolojiî û azadîxwaziya jinan û pergala modernîteya demokratîk kirine diyarî ji bo mirovahiyê û çi tiştên mirov dikare bike, kirine. Bi vî awayî Rêber Apo li dijî rastiya komployê helwesta herî mezin û watedar a dîrokî nîşan daye. Helwesta Rêber Apo li dijî komployê, bi vî awayî ye.
Helbet di serî de ciwanên Kurd divê bi rastiya Rêber Apo û helwesta Rêber Apo ya li dijî komployê bizanîn û jê fam bikin. Derketina holê ya Rêber Apo û PKK’ê bizaveke ciwanan e. Rêber Apo û hevalên pê re dest dest bi têkoşînê kiriye, wek ciwanên vî gelî mêtingeriya li Kurdistanê û qirkirina li dijî Kurdan dîtiye, xwe bi exlaqî û wijdanî dane ber pirsan û helwesta xwe diyar kiriye ku li dijê vê te bikoşin. Ev helwest û dayîna berpirsan wek berteke ciwanan derketiye holê. Gava Rêber Apo têkoşîn da destpêkirin, refleksên berxwedanê yên civaka Kurdistanê ji ber polîtîkayên mêtingeriya qirker, bi tevahî hatibûn tunekirin. Lewra bîraweriya Kurdîtiyê di nava civakê de hatibû qedandin. Rêber Apo bixwe jî wek ciwanekê Kurdistanî neheqî mêtingerî qebûl nekirine û bi ruhekê azadîxwaz û têkoşer têkoşîn daye destpêkirin. Têkoşîna PKK’ê bi van taybetiyên ciwanan bi pêş ve çûye. Îro jî bi vê nasnameya ciwanên Şoreşa Kurdistanê bi pêş ve diçe. Jixwe Rêber Apo pêşengtiya paradîgmayê daye jin û ciwanan. Ev ne terciheke ku hatiye diyarkirin, lê ji ber feraseta sosyalîzma derî dewletê ya ekolojiyê û azadîxwaziya jinan û nîşandana xwezaya jin û ciwanan e. Serdestiya ewilîn di dîrokê de, mêtingerî û koledarî ji aliyê otorîte û feraseta mêrserwer ve hatine bipêşvebirin û ev şaristaniya dewletparêz heta bi niha berdewam bûne. Îro modernîteya kapîtalîst nûnertiya vê feraset û siyasetê dike û lê dewam dike. Vê feraseta bi dîroka şaristaniyê dest pê bûye ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve lê tê dewamkirin di asaê xwe de li dijî jin û ciwanan hatiye bipêşvebirin. Jin û ciwanan dixin bin destê xwe, civakê dixînin û lê dimijîn. Di bin destên ve pergalê de yên herî pir tên bindestkirin, ji xwezaya xwe tên bidûrxistin jin û ciwan in. Ji ber vê rastiyê jin û ciwan li dijî vê pergalê bi bertek in. Serwer ji ber ku bi vê rewşê dizanin, bi taybetî giringî bi xistina bi destên xwe ya ciwanan daye, ji wê boneyê polîtîka bi pêş ve birine. Seranserê dîroka şaristaniyê pergala herî pir bi mêtingeriyê rabûye û serdestî li ciwanan kiriye, modernîteya kapîtalîst e. Rêber Apo di parêznameyên xwe bi berferehî li ser bingeha dîrokî ya vê sekiniye û mantiqê wê daniye holê.
FAMKIRINA JI RÊBER APO BI TEVLÊBÛNÊ DIBE
Komploya li dijî Rêber Apo ji aliyekî ve jî tê wateya sekinandin û rakirina ji holê ya bipêşveçûna bi ruh, bîrewerî û nasnameya ciwanan dest pê bûye. Ev teqez wisa ye û divê mirov li ser bisekine. Yên li dijî kirin û tiştên Rêber Apo dixwaze bike û li dijî Rêber Apo bixwe ne û komplo kiriye; mirov li feraset û armanca wan binihêre, wê bibîne ku rastiyeke wiha heye. Ji wê boneyê ye ku herî pir ciwanên Kurdistanê li dijî komploya navnteweyî bertek nîşan didin.
Ciwanên Kurd ên niha bi piranî piştî komploya navneteweyî çêbûne. Lê ev rewş li ber naskirina rastiya Rêber Ap ne astengî ye. Komploya navneteweyî bi armanca şikandina bandora Rêber Apo hat kirin lê bi Rêber Apo bi lêhûrbûna û bipêşvebirina paradîgmayê nehişt komplo bigihîje armanca xwe. Vê bi bipêşvebirina paradîgmayeke nû ku azadiya Kurdan û hemû mirovahiyê pêk be, kiriye. Bi famkirina ji vê paradîgmayê ku Rêber Apo bi pêş ve biriye, wê ji Rêber Apo jî bê famkirin. Rêber Apo her diyar kiriye, gotiye; yê/a ji hez û fam bike, bila ji paradîgmaya fam bike û pêk bîne. Ev rewş jî herî pir ji bo ciwanên Kurd derbasdar e. Ciwanên Kurd bi naskirina Rêber Apo, famkirina ji paradîgmayê ku Rêber Apo bi pêş ve biriye û dikarin modernîteya kapîtalîst û mêtingeriya qirker cewhera xwe biparêzin. Ev helbet bi gihîştina têkoşînê bi awayekê çalak bi meşa li herî pêş dibe. Nexwe bi zanîna hin rastiyên Rêber Apo diyar kirina û gotina wan, mirov ji Rêber Apo fam nake û berpirsyariyên dîrokî bi cih nayên anîn. Famkirina ji Rêber Apo bi tevlêbûna Rêber Apo, ev jî bi tevlêbûna têkoşîna li refên herî pêş dibe. Niha bi giştî li ser wê yekê pir tê rawestin ku di serî ciwan û ciwanên Kurd wê çawa bikarin hêj çêtir û rast ji Rêber Apo fam bikin. Ev helbet mijareke giring e ku divê mirov li ser bisekine. Giring e ku ciwanên Kurd Rêber Apo baş nas û fam bikin. Dewleta Tirk a qirker, mêtinger ji bo ev nebe, li dijî ciwanên Kurdistanê şerekê taybet ê pir dijwar dike. Bi rêbazên şerê taybet dikeve wê hewilê ciwan bikevin, asîmîle û dûrê rastiya xwe bibin û ji têkoşînê dûr bikevin, bibin koçber. Li dijî yên van pêkanîna qebûl nakin bi zextî, tundî û girtinê polîtîkaya bêbandorkirin û qetilkirinê bi rê ve dibe.
Ev polîtîka ne bi tenê li Bakur, li Rojhilat, Rojava, Başûr, Şengal û wargeha Mexmûrê jî tê birêvebirin. Qirkirina Kurdan divê mirov wek feraset û polîtîkayekê fam bike ku dewleta Tirk bi pêş ve dibe û bi rê ve dibe. Ev polîtîka li çar aliyên Kurdistanê tê birêvebirin. Li Başûr bi destên PDK’ê vê dike. Dikin ku ciwanên li Başûrê Kurdistanê li derveyê welêt bibin koçber. Li Rojava bi heman awayî ji xeynê PDK’ê bi rêya komên çete polîtîkayên qirkirinê tên birêvebirin. Li Rojhilat û cihên din jî ji aliyê hêzên cuda ve li heman ferasetê tê dewamkirin. Ev tev ji bo ji rastiya Rêber Apo neyê famkirin, ciwanên Kurdistanê negihîjin têkoşîna azadiyê, tên kirin.
Dijmin Kurdîtiyê ji xwe re dike armanc û ji bo qirkirina Kurdan berê xwe dide ciwanên Kurd. Lê dijayetiya Kurdan mîna berê bi awayekê bêteşe nake. Lewra bi derketina holê ya PKK’ê re şoreşa vejînê li Kurdistanê temam bûye. Dijmin ji ber ku bi vê rastiyê dizane, dizane ku nikare bi rêbazên berê ciwanên Kurd bixe bin bandora xwe. Berê ji Kurdan re dihat gotin ku bi navê Kurdîtiyê tişt nîn e û Kurd dûrê rastiya xwe dihatin kirin û dihatin qirkirin. Lê bi rabûna PKK’ê bîreweriya Kurdîtiya ji nû ve jiya û bingeha dîrokî û civakî ya vê polîtîkaya dijmin ji holê rabû. Niha bi dirêjkirina civakîbûna Kurdan bi rêbazên modernîteya kapîtalîst dikeve hewila dewamkirina li belavkirina civakîbûna Kurdan û qirkirinê. Ev bi tevahî ji bo mirohaviyê lê bi taybetî ji bo civakîbûna Kurdan gelek giring e. Têkiliya navbeyna mêtingerî û civakîbûnê rasterast e. Bi ketina ji hev de ya civakîbûnê re ber li mêtingeriyê jî fereh dibe. Rêber Apo di parêznameyên xwe de bi berferehî li ser sekiniye. Rehên civakîbûna Kurdan kûr in. Ji serdema neolîtîkê ve civakî bûne. Ji wê boneyê di Kurdan de civakîbûn pir bi pêş ve çûye. Hemû tiştên di der heqê Kurdan di civakîbûna wan de veşarî ne. Ji dîroka şaristaniyê ta bi niha, tevî ewqas êrîşan Kurdan xwe daye ser civakîbûna xwe û tune nebûne û heta bi niha hene. Ne ji civakîbûna Kurdan bûya wê nekariya ewqas li ber êrîşên şaristaniyê li ber xwe bidaya û xwe biparasta. Civakî Kurdan ji holê rabibe tiştekê din namîne ji ber. Ya rast ne bi tenê ji bo Kurdan, ji hemû mirovahiyê û gelan ev wiha ye. Ji ber ku mirov bi civakê heye û dikare pê hebe. Ji bo Kurdan ku rehên civakîbûna wan kûr û her wiha rû bi rûyê qirkirinê ne, ev hêj bêhtir giring e.
PARADÎGMAYA NÛ NÎŞAN DIDE KU JIYANEKE AZAD ÇAWA TÊ AVAKIRIN
Di esasê xwe de tişta ku Rêber Apo kir pêşxistina zîhniyeta civakî bû. Paradîgmaya nû nîşan dide ku civak çawa dikare pergala îstîsmar û koletiya derbas bike û li ser kîjan bingehê jiyaneke azad dikare were avakirin. Yanî Rêber Apo ne amûrên teknîkî, alav, makîne û tiştên maddî yên wisa mezin, civakbûn pêşxistiye. Lê helbet divê civakbûn biçûk neyê dîtin. Civakbûn tê wateya zîhniyet û hêza rastîn a mirovahiyê zîhniyet e. Hêza herî mezin a mirov zîhniyeta wî ye. Modernîteya kapîtalîst weke pergala herî pêşketî ya îstîsmarê, armanc dike ku civakbûnê bi temamî ji holê rake. Bi gotineke din êrîşî zihniyetê dike. Ji bo vê yekê jî giranî dide jiyana ferdperestî û aboriyê. Ji bo vê jî zanist û teknolojiyê bikar tîne. Niha pergala mêtinger a qirker jî ji taybetmendiya modernîteya kapîtalîst sûd werdigire û ji bo qirkirina Kurdan pêş dixe. Hewl dide jiyana modernîteya kapîtalîst bi pêş bixîne, bi taybetî jî bandorê li ciwanên Kurd bike û biçûk bike. Ciwanên Kurd bi vê rêbazê tên xistin. Diyar e ku ev rêbazek xeternak e. Ji ber vê yekê divê di esasê xwe de têkoşîn li dijî vê be. Ji ber ku Rêber Apo li hemberî modernîteya kapîtalîst pergal û jiyana modernîteya demokratîk pêşxist, tê fêmkirin ku ji bo têgihiştina Rêber Apo qutbûna ji modernîteya kapîtalîst û bidestxistina zîhniyeta modernîteya demokratîk pêwîst e. Îro êrîşên li ser gelê Kurd li gorî berê kêm nebûne, berovajî vê zêde bûne. Ciwanên Kurdistanê di navenda van êrîşan de ne. Û ev êrîş bi pêşxistina jiyana modernîteya kapîtalîst pêk tên. Xala ku divê herî zêde ciwanên Kurdistanê têbikoşin û bi ser bikevin ev e.
Niha jî komploya navneteweyî bi tecrîda mutleq û faşîzma AKP-MHP’ê hewl dide bi pêşxistina konsepta tasfiye û qirkirinê bigihêje encamekê. Sîstema modernîteya kapîtalîst dixwaze di dema Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de bi vî rengî komploya navneteweyî bidomîne. Ji bo vê jî hêzên modernîteya kapîtalîst destekê didin polîtîkayên tecrîda mutleq û qirkirina Kurdan a hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê. Ji aliyê din ve pêwîste gelê Kurdistanê jî li hember komployê helwestek mezintir pêş bixe. Gelê Kurdistanê û dostên wan 25 sal in li dijî komploya navneteweyî têkoşîneke mezin û bênavber dane meşandin. Lê belê weke gel û tevger em dizanin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê planên hêzên komploger bi tevahî nayên pûçkirin. Ji bo vê jî divê em têkoşîna li dijî komployê hîn berfirehtir bikin. Bê guman ev erk û berpirsiyarî herî zêde dikeve ser milê ciwanên Kurdistanê. Ciwan xwedî vê erk û berpirsyariya dîrokî ne. Li hemberî her cure dijmin û êrîşên dijmin, ciwan hêza parastina civakê ne. Hêza dînamîk a civakê û têkoşînê ye. Hemû pêşketinên di dîrokê de ji aliyê mirovahiyê ve hatine afirandin, li ser cewher, ruh û hişmendiya ciwanan hatiye avakirin. Hemû şoreş di esasê xwe de pêşketinên civakî ne ku bi pêşengiya ciwanan tê meşandin. Di derketina Rêber Apo û PKK’ê de ciwanan roleke girîng lîstin. Ev pêşengî îro jî heye. Ev rastî cewher û ruhê PKK’ê ye. Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd, Rojhilata Navîn û gelên bindest ên cîhanê, ciwan, jin û hemû beşên civakî yên bindest her tişt kir. Tişta ku hêzên desthilatdar bi komploya navneteweyî li Rêber Apo kir, di esasê xwe de pêşîgirtina li vê pêşketina ku tevkariya azadiya hemû mirovahiyê dike ye. Ji aliyekî ve tolê ji Rêber Apo tê girtin. Li hemberî vê divê hemû hêz û beşên sosyalîst di serî de ciwan xwedî li Rêber Apo derkeve. Bi vî awayî, civak dikare tola xwe ji pergalê hilîne. Lê bê guman nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî komployê gelekî cuda ye. Rêber Apo bi kûrbûna xwe re hemû komployên dîrokî derxist holê û li hemberî komployê helwesta herî watedar nîşan da. Sedema ku komplo negihiştiye armanca xwe ev nêzîkatiya Rêber Apo ye. Li aliyê din divê planên ku bi komployê tên pêşxistin bi hedefgirtin û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vala bên derxistin. Ev erka me ya sereke ye. Li aliyê din pêşenga têkoşîn û paradîgmaya ku Rêber Apo pêşxistiye, li gel jin ciwan in. Ciwan li her derê bi rêxistinkirina civakê û bi awayekî aktîf beşdarî parastina civakê, dikarin vê erka xwe pêk bînin. Ji ber vê yekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê ciwan civakê bi rêxistin bike û rake ser piyan.
Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û parastina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariya hemû ciwanên azadîxwaz ên cîhanê ye. Heya niha hevrêyên me yên enternasyonal hem ji bo xwedîderketina li Rêber Apo û hem jî ji bo pêşxistin û parastina şoreşa Kurdistanê bi taybet Şoreşa Rojava kedeke mezin dane. Kedên mezin hatin dayîn û şehadet çêbûne. Ev bûye helwestek pir watedar û hêja. Weke gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd ji ber vê yekê em spasiyên xwe pêşkêşî gelê cîhanê û bi taybetî jî li ciwanan dikin. Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ji bo gelên cîhanê û mirovahiyê yên bindest her tişt daye, divê em hê bêhtir têbikoşin û divê em vê pêk bînin. Paradîgmaya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, rizgariya hemû mirovahiyê pêşbîn dike. Şoreşa Kurdistanê jî parçeyek ji têkoşîna gerdûnî ya mirovahiyê ye. Tevlîbûna vê pêwîstiya mirovbûn, sosyalîst, demokrat û azadîxwaz e. Bi vê nêzîkatiyê divê hemû ciwanên azadîxwaz ên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixebitin û ji bo vê her kesî seferber bikin. Têgihîna Rêber Apo ya sosyalîzma nedewletî û pergala modernîteya demokratîk a xwe dispêre bingeha ekolojî û azadiya jinê, felsefeya jiyana azad a serdema me ye. Weke hemû mirovahî û bi taybet ciwan, pêwîste em bi hev re vê felsefeyê jiyanî bikin û dawî li zilm, mêtinkarî û koletiyê bînin û mirovahî û xwezayê azad bikin. Ev erka me ya mirovahiyê ye.”