DaxuyanîGiştîŞehîd

‘Ruhê hevrê Hozan tê wateya milîtaniya Apoyî’

Di vê berxwedana destanî de bi xwîna bi hezaran keç û xortên leheng ên Kurd axa qedîm a Kurdistanê hatiye avdan û bi vî rengî pîroz bûye.

Hevalê Hozan, ku di asta herî bilind de bi vî ruh û vê têgihiştinê tevdigeriya, ji bo dagirkeriya Tirk ji Kurdistanê derxîne, demekê li çiyayên Bakurê Kurdistanê gerîlatî kir û di destpêka sala 2017’an de li herêma Xakurkê, di operasyonekê de tevî komek ji hevalên xwe tevlî karwanê şehîdan bû. Çalakiya herî mezin a ji bo dilsoziya bi bîranîna Ş. Hozan Çiya re, bêguman birêxistinkirina hêrsa xwe, meşa bi ser hêzên dagirker ve û hilanîna tola şoreşgerî ye. Ji bo me, yekane rêya xwedîderketina li bîranîna hevrê Ş. Hozan, jihevxistina mêtîngeriyê û mezinkirina têkoşîna me ya tolhildana şoreşgerî ye. Em soza xwe dubare dikin, ‘Ya em ê vê axa pîroz azad bikin, ya jî em ê azad bikin’. Û di şexsê hevrê Ş. Hozan Çiya de hemû hevrêyên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Weke Koordînasyona Komalên Ciwan, em ji malbata wî ya hêja û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Propaganda dijmin, ku digot ‘wê di meha Nîsanê de PKK biqede’ li aliyekî, tovên berxwedanê yên li Kurdistanê hatine çandin roj bi roj şîn dibin, mezin dibin û hêzên dagirker jî her roj hinekî din qels dibin. Û heta ev dagirkerî bê qedandin, em ê li çiyayên Kurdistanê bikin ku artêşa TC a faşîst xwînê verişe.

Hevrê Hozan, ku bi her awayî xwe ji şoreşa Bakur re amade dikir, mîna jiyaan xwe, di çalakî û pratîka xwe de jî bawerî û armanc kir yek û li ser vê bingehê li dijî hêzên dagirker têkoşiya. Hevrê Hozan tê wateya ked, dijderketina li qelsî û paşverûtiyê; teqandina hêrsa xwe li dijî hêzên dagirker, hilanîna tolê û qewirandina mêtîngeriyê ji Kurdistanê. Lewma ruhê hevrê Hozan tê wateya milîtaniya Apoyî ya xwe gihandiye pîvana milîtaniay fedayî ya serdemê. Hevrê Hozan Çiya beriya her tiştî fermandarê jiyanê bû. Li her qada jiyanê, her kêliya xwe diyarî bilindahiya têkoşînê kir û bi vê sekna xwe bû ronahî ji şopdarên xwe re.

Weke rêxistina Komalên Ciwan, ji bo bersivê bidin şehîdan bêguman em ê ala wan a serketinê dewr bigirin û ji bo têkoşîna hevvrê Hozan bi ser bixînin, em ê bi her awayî têbikoşin. Cicihanîna xeyala hevrêyê me, ku di dilê me de ye, hilanîna tola wî, wezîfeyeke me ya dilsoziya bi têkoşînê re ye. Heta ku em mêtîngeriyê li Kurdistanê bişikînin, heta ku em hêza dagirker ji hev bixin, têkoşîna me wê her mezin bibe.

Related Articles

Leave a Reply

Close