GiştîŞehîd

Fermandarê Mezin Ş. Baran Mawa şehîdên Cizîrê vedibêje – Ş. Harûn Bagok

Ş. Baran Mawa

Hevalekî din ku li Cizîrê cihê xwe digirt Heval Harûn Bagok bû. Bi rastîjî hevalekî ku divê qala wî were kirin, bibe malê giştî ye. Sekna heval Harûn a îdolojîk, sekna wî ya leşkerî, hevalan motîvekirina wî di tevahiya Cizîrêde û hevalên Li Cizîrê de bandorek mezin da çêkirin. Heval Harûn di zivistana 2013 û 2014 an de di Akademiya Şehîd Elî Çîçek de de bû. Piştî Akademiya Ş. Elî Çîçek perwerdeyeke kurta leşkerî dît û derbasî Bakûrbû. Li Amedê xebat meşand. Di dema çalakiyekîde liser hişê xwe diçe û tê girtin. Di dawiya sala 2014 an ^pevajoyên Şengal û Kobanêde di girtîgehêde bû. Di zivistana 2014 an de derket. Di vê pêvajoyêde zindanêde bûyîn û derveyê têkoşîna pratîkî mayîn pir lê dijwar hatibû. Demaku derket hat yekser got min bişînin Kobanê. Me jêre got Heval Harûn, Kobanê êdî derbas bû, Şoreşa Bakûr destpêdike. Temam tu di dema Kobanêde di zindanêdebûy, Kobanê rizgarbû derbasbû. Lêbelê li pêşme hemleyeke pir mezin a Bakûr heye. Got temam. Tecrûbeyên heval Harûn yên şer ne zêdebûn. Hevalekî pir ne kevin jî bû. Di Fermandariya sahaya Botanê de cihê digirt. Hevalêndin hemî kevinbûn 3u tecrûbeyên wan yên şer hêbûn. Heval Harûn pir zêde wate nedida vî. Digot hevalên ku dikarin bila ew bikin baştire. We ez kirime fermandariya sahayê lê tecrubeyekî min zêde tineye. Yekjî şerm dikir ku ji hevalan re bibêje ez di fermandariya sahayêde cihê digirim. Pir mutevazîbû. Digot evqas hevalên ji min zêdetir xwedî tecrube hene çima ez dibim fermandarê wan. Digot pêwîste yên xwedî tecrube bibin fermandar.
Dema ku dorpêç destpêkir, heval Harûn li Cizîrê bû û di Cizîrêde ma. Heval Harûn hevalekî ku di dorpêça 58 an de yek kêliyekî jî dudilî jiyan nekiriye, bê hêvî nemaye, reşbînî mêze nekiriye. Hevalên ku ji wê dorpêçê xeşasbûn qal dikirin. Heval Harûn jibo tevgera me windahiyek pir mezin bû. Heval Harûn hevalekî ku di demên pêş de erk û berpirsiyariyên pir mezin bicîh bîne bû. Bi sekna xwe ya îdeolojîk, leşkerî û mûtevazîbûna xwe tam fermandarek bû. Jixwe hevalan jêre digot general. Sekeneke wî ya wisa hebû.
Hevalekî ku heya kêliya dawiyê jî li tevahî çeperan digeriya moral dida, hêvî dida bû. Hetta ez bêjim roja berxwedane ya 56 an bû dema ku ez bi heval Harûn re axivîm, Heval Harûn moral dida me. Ew bixwe dinava dorpêçede ye, qada wan tengbûye, şuna ku em moral bidin wî, wî moral dida me jî. Digot heval xwe xemgin nekin, tiştekî ku di destê we de be nîne. We hewilda ama tiştek ji destê were were nîne. Hewce nake ku hûn xemgîn bikin. Digot dema dema herî dawî hat emê hemî bobbeyên xwe di xwedei di dijminde biteqînin, lê tucarî devjê berdan çênabe.
Heval Harûn di roja 58 an de jî dema dijmin gihaştibû jêrzemînan hîn jî birîndar nebibû.Pênc hevalin dema ku derdikevin, di wê demê de dijmin mermî li wan direşîne. Yek ji wan hevalan şehîd dikeve Heval Harûn e. Ji wan tenê yek hevalek xelas dibe. Fermandarê Cizîrê ye. Dibe ku tê bêriya we di televîzyonê de dîmenê gûrûbeke 5 kesan hebû. Dîmeneke sipî bû, bi termalê hatibû kişandin. Dema dîmenê Cîzîrê didin her wî dîmenê nîşan didin. Ewê ku yekemîn dikeve erdê heval Harûn e. Dema ku heval Harûn dikeve erdê jî slogan diavêje. Slogana Bijî Serok Apo diavêje. Ewqas girêdayî ku tu tiştî nikaribû girêdanbûna wî bihejîne. Tu tiştek nikarîbû sîh bixe liser bawerî û girêdanbûna wî. Bi awayekî muthîş girêdayî Rêbertî û şoreşê bû.
Hevalekî xwînsar, hewşl dida her tiştî berfirehî fêm bike, kêmasiyan, leaziyan û şaşitiyan bi wate çareser bike bû. Hevalekî heya dawî xwedî sebir, hevalên li hember xwe guhdar dikir, fêmdikir û hewil dida çareserî bibîne. Li hember hevalan û rêxistinê pir rêzdar bû û pir nirx dida. Yek carekê jî uslûba xwe xerab nekiriye û tu kes ji uslubê wî acizî jiyan nekiri ye. Di Cizîrê de ji hevalên sereke ku derdora xwe motîve dikir û moral dida bû. Belê wek ku min got tecrubeyên xwe yên leşkerî ne zêdebûn; lêbelê ji kesên xwedî tecrube zêdetir rola xwe lîst. Bi awayekî pir aktîf hevalan tev li pêvajoyê dikir, motîve dikir. Heval Harûn jî di roja 58 an de wisa şehid ket.

Related Articles

Close