GiştîŞehîd

Fermandar Baran Mawa Şehîdên Cizîrê vedibêje – Ş. Axîn Mahîr Dicle

Ş. Baran Mawa

Heval Axîn hevaleke di sala 2005 an de bi mertalên zindî re tevlêbûye. Demeke dirêj di hêzên teybet de maye. Piştre di sala 2012 an de dubare hate xebatên ciwanan. Tevli kongreya 2012 an bû û di wirde jibo koordînasyonê hate hilbijartin. Demekî li Akademiya Şehîd Elî Çîçek mêzekir. Piştre li Akademiya Şehîd Leyla Şaylemez mêzekir.
Pişti ku heval Axîn demekî li Cizîrê ma dorpêç destpêkir. Dema dorpêç destpêkir li Cîzîrê akademiyeke ciwanan hebû wê demê jî berdewam dikir. Bi dehan heval hebûn û bi rastîjî ji gelek aliyan ve barê Cizîrê ciwanan radikirin. Heval Axîn di heman demê de li hember qadên din jî berpirsiyarbû. Qadên din jî dişopand, venêrîn dikir û perspektîf dida. Em bi heval Axîn re ji destpêkê de di diyalogê de bûn. Heya roja 56 an jî têkiliya me hebû. Hevaleke pir xwîngerm, pir bi kelecan û pir bi hêvî bû. Me hîn di destpêka dorpêçêde her vî digot ’’ Tu pir bi xweşbîniyî an bi rastî jî rewşa we ewqas başe’’. Me ji wan re digot dinava êrîşeke evqas berfireh de, dorpêçêde, dewleta tirk evqas hêzên xwe yên teybet di Cizîrê de bicîh kiriye de hûn rewşê pir cîddî nagirin. Jiber wî me digot an bi rastî jî rewşa we başe, an jî tu pir xweşbînî nêzdibî. Dema destpêka dorpêçê de cephe hebû û cepheya paş hebû. Jiber wî akademî nehatibû belavkirin.
Heya roja 25 an jî akademî nehate belavkirin û gelek hevalên ku pêwîstbû neçûna cepheyê neçûbûn. Me heya roja 25 an jî çuyîna heval Axîn ya cepheyê astengkir û da sekinandin. Piştî roja 25 an bi berdana taxa Yafesê êdî rewşa cepheya pêş û paş nema û Heval Axîn jî dinavde tevahî heval çûn cepheyê. Heval Axîn jixwe dinava me de her bi sekna xwe ya leşkerî dihate naskirin. Bi wê taybetmendiyê derdikete pêş. Di hêzên Taybetde jî mabû. Bi sekna xwe, bi lêhûrbûna xwe hevaleke xwedî sekneke leşkerî bû. Jiber wî şer, cephe û leşkerî hertim zêdetir bala heval Axîn dikişand. Xebatên teorîk, siyasî, civakî pir zêde bala wê nedikişand. Di mijara leşkerî de hevaleke xwedî çawanî bû. Tenê ne sekna wî ûslûbê wê jî leşkerî bû. Heval Axîn her kurt, û zelal diaxivî. Tu caran dema mijarêkî îfade bikira sê hevokan ve liser hevdu îfade nedikir. An bi peyvekî an bi çend peyvan îfade dikir. Hetta usluba wê êwqas kurt û qutbir ku carna dibû mijarê rexneyan jî. Ruxmî ku carna acizî jî dida çêkirin lê tucarî kesekî/ê negot em ji heval Axîn fêmnakin. Jiber ku bi zimanekî pir zelal diaxivî. Zimanekî leşkerî bû. Di mijara leşkerbûnê de xwe gelek pêşxistibû. Terz, uslup û sekna wî jî girtibû.
Carna di xebatên civakî de uslûbê wî hişk dihate dîtin. Lêbelê uslubeke ligor leşkeriyê bû. Di heval Axîn de gotinan dorveger gotin tinebû, yekser û rasterast axaftin hebû. Tişta ku difikirî yekser îfade dikir. Rexneyek be, telîmatekbe, perspektîfek be an jî şiyariyek be yekser rûbirû digot.
Ruxmî ku nexweşbû, hîç nedixwest ku qala wî were kirin. Hetta dema ku dihat axaftin bertek nîşan dida. Herî kêm 10 caran bertek daye nîşandan. Me dema dipirsî tenduristiya te çawaye, aciz dibû digot hûn çima tendurustiya min dipirsin. Ango tu tiştekî li hember xwe wek asteng nedidît, qebûl nedikir. Bi teybet di mijara leşkerî û şerde di mijara pratîkê de tu astengî nasnedikir. Dema ku diçû me jê pirsî ‘’ heval Axîn tu zehmetî nekşînî.’’ Dîsa acizbû û got ‘’ hûn çima wisa nêzî min dibin, hûn çima wek ku ez nikarim bikim nêzî min dibin.’’ Hêrsa wî ya li hember dijmin pir zêdebû. Jiber vê yekê herî zêde meyla xwe liser leşkerîbûnê bû. Ango her dixwest li hember dijmin şer bike û derbe lêbide. Hêrsa wê pir mezin bû. Dema ku şer destpêdikir an jî dikete nava şer moral digirt, kêfxweş dibû. Heval Axîn dema ku çû Cizîrê û li Cîzîrê dorpêç destpêkir kêfxweş bibû. Ango kêfweşbûna wî ji vî bû. Ewê êdî bi dijmin re şer bikira, derbe li dijmin bidaya bi vê fikrandinê kêfxweş bibû. Hevalan piştre behs kirin. Heval Axîn di wê pêvajoyêde ji aliyê fîzîkî ve gelek zehmetî jiyan kiribû, zorî kişandibû. Lêbelê kesek rewşa wê ya nexweşiyê jî nizanibû. Ji kesekê/î re nigotibû û nedigot. Yek rojakî jî vê nekiribû pirsgirêk. Herî dawî hevalan digot rewşa wî ya ku bikare rabe liser lingan dahî nebûye lêbelê dîsa jî ji tu tiştekî jî paşde nemaye.
Tabî ji aliyê din ve girêdanbûna heval Axîn ya bi rexistinê re pir cuda bû. Rêxistinê wek çawa dihat xwetin nas dikir. Rêxistinê hertim wek hêzeke ku dikare têra hertiştî bike dinirxand. Di dema ku herî zêde tengav dibû de, zehmetî jiyan dikir de hertim digot rêxistin ya herî baş dizane, dikare bike, dikare çareser bike. Di pêvajoya Kobanê û Şengalê de jî dema ku me bi heval Axîn re her nîqaş dikir wisa dikir. Tiştên ku fikrê me têrnake, hêza me têr nake rêxistin dikare bike rêxistin mezine.
Hevaleke pir nix dida rêhevaltiyê bû. Di rojên dawiyê yên dorpêçê de hemî hevalan dianî digot ka bi wî re jî biaxivin û bi min re dida axaftin. Di wan rojên dorpêçê de moral dayîna hevalan ji xwere kiribû hedef. Her digot em nikarin birîndarên xwe wisa bihêlin. Emê çawa wan bihêlin û paşde vekişin. Ya ku di vî de herî zêde israr dikir ew bû. Digot me bi hevre destpêkir, emê bi hev re dawî bikin. Jiber wê yekê heya roja dawiyê roja 58 an jî heval Axîn şehîd neketibû û birîndar nebibû. Piştî wî demekî dirêj me agahî negirt. Piştre em fêrbûn ku di roja 59 an de şehîd ketiye. Ango roja piştî berxwedanê. Di kolanêde bi sûîkastê şehîd ketiye.

Related Articles

Close