Ciwanên ŞoreşgerKovar

Kovara Tevgera Ciwanên Şorêşger ya meha Mijdar û Kanûnê derket

Kovara Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriyê, hejmara xwe ya mêha Mijdar û Kanûnê bi sernivîsa “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” derket.  Kovara ku bi zimanê Kurdî (Zaravaya Kurmancî) û Erebî derdikeve, naveroka wê bi vî awayî ye;

Di kovarê de nirxandinên Rêber Apo ên di derbarê avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê û jiyana xwe li girtîgeha Îmralî de cih digirin. Perspektîfa Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwan û nîvîsên derbarê Şehîd Behdînan Kobanê jî cihê xwe di vê hejmarê de digirin. Nîvîsên li ser girîngîya perwerde, heya nirxandinên ciwanan ser bandorê Rêber Apo û rola ciwanan jî hatin amade kirin.

Xwêner dikarin li ser vê navnîşanê kovarê bixwînin:

Related Articles

Close