GiştîBîranînên Şehîdan
“Ev hirç, ji teknîkê jî fêm dikin”

Eniya Şehîd Rustem… 2008
Ji Pirtûka Şiverê a bi pênûsa Nesrîn Ferqin beşekê bîranînên gerîla…
“Eniya Şehîd Rustem, navê herêmek di xeta sînorê Çelê de bû. Di vir de sê girên stratejik ên bi navê Xeregol, Karker û Mahîrmîrzo hebûn. Baragêhen dijminên bi navê tabûra Topa û girê Marûka hebûn. Ku herî nêzîkbûn. Bi şev û roj balafirên bêmirov digeriyan û kişfê dikirin. Ger zindiyek herî biçûk li erdê dîtiban ku dilibite bi topên obus, hawan, qatûşa û li cihê ev nedigihiştin jî bi balafirên F-16 topbaran dikirin.
Hevalên vir digotin: “Bi taybet piştî operasyona dawî her heval dixwaze were vir.”
Tabur, bi awayê sê beşan çeper girtibû. Li ger erkên ewlekariyê, xebatên pratîk jî dihatin meşandin. Di her sê gir û keviyên wan de çeper, kanal, tunel û şikeft dihatin çêkirin. He roj cih dihat guhertin. Ji ber ku ji kaniyan dûr disekinin, av bi piştê dihat kişandin. Erzaq jî rojane ji depoyên binerd dihat temîn kirin û ji bo vê erkdar derdiketin.
Li vir gelek caran hirçan depoyan vedikir û zirar lê dikirin. Wê şevê di bin tehtekê de Şevîn, Gernas û Cesûr li dora agir rûniştibûn û behsa bîraninên we yên bi hirçan re li ser zêde dikirin û vedigotin. Li pey hev û bi dorveger bîranîn bi rêz dibûn:
-Ev hirç, ji teknîkê jî fêm dikin. Carekê hevalek mayinek bi xefk datîne ser depoyê û ji dûr ve dişopine. Dibine ku dema hirç tê, herdu pepîkê xwe bi baldarya leşekerekî dike bin mayinê û dide alîyekî. Pişt re jî depoyê dikole, kisê ar jê kaş dike û dibe.
– Carek ji caran jî hirç depoya cebilxane vedike. Fişekê her çekê ji hev cuda dike û bi pergalî bi rêz dike.
-Demê berê jî di şevek ku grûbek heval diçin çalakiyê de hirçek dikeve pey hevalan û bi wan re dimeşe. Di meşê de her ku hejmar tê pirsîn, hevalê dawiyê yek li pey xwe dihesibîne û hejmara xwe du dide. Piştî çalakiyê ku heval kom dibin, dibînin ku hejmarê yek kêm e. Bi pirsa kanê re hirç tê, çeka BKC datîne nav hevalan û direve diçe. Di çalakiyê de hirç jî ser dijmin çek rakiriye.
-Carek jî ji ber ku hevalek, kutka (Zarok) hirçê ya ku di nav darê striyan de asê maye xilas kiriye, roja dîtir hirçê kewarek hingiv aniye daniye kampa hevalan û reviyaye.
Piştî her bîranînek hevalek din destpê dikiri û meselok dirêj dibûn û diçûn. Di nav bîraninan de mijarê êrîşên dijwar yên hirçan jî derbasbûn.
Ev gotûbej beriya ku heval Cesûr biçûya nobeda erzaqê stok kirî çêdibûn. Heval Cesûr li ser rêka nobedê dikeniya û digot:
“Va ye ez diçim, lê ger ku hirç were, ez ê çeka xwe biavejim û birevim da ku paniya min li patîka min bikeve.“
Li ser gotîna wî her kes dikeniya.
Li vê heremê hirç gelekbûn û li her derê derdiketin hemberê hevalan.
Mijara hirçê ya ku li girê Mahîrmîrzo pêk hatibû weke bûyerek nû di rojeva hevalan de cihê xwe diparast. Piştî Cesûr diçû nobetê, Gernas qala bûyera Mahîrmîrzo dikir:
“Hê sê roj berê heval Devrim nobeda şevê dewrê heval Dengtav dike û diçe. Dema heval Dengtav diçe cihê nobedê dibine yek li wire. Dibejê, ‘Heval Devrim tu dikarî êdî biçî, ez hatim.’ ku bersiv nagre, dixwaze bi dest bihejîne. Bi carek hirç lê dizivire û bi ser de diore. Dengtav dibêje, lingo qurban û direve mangê.”
Ev hevalên ku her kelî di bin topbaranê de bi mirinê henekên xwe dikirin gelo bi rastî jî ji hirçan ditirsiyan, an tenê ji bo bikenin ewqas meselan bi rêz dikirin? Nayê zanîn, lê ew şev ew têra xwe keniyabûn. Jixwe ev hevalên li vir di demên herî giran de jî tiştekî ku pê bikeniyan û bidana kenandin didîtin. Di nav hemû zor û zehmetiyan de dev ji rûkeniya xwe bernedidan. Ken dibû coşa jiyanê û diherikî.
Hezkirinek bêhampa jî hebû ku bi tu awayî kêmasî erê nedikir. Ji bo serarast kirinê jî rexneyên herî dijwar dihatin kirin.
Divê feraset û nêzîkatî çibe, liv û tevger çawa be, fikir û hest bi çî rengî bin, têkiliyên hevaltî û parvekirin bi kîjan pîvanên bin, bi şewazekî herî zelal hatibûn diyarkirin. Ji ber vê jî tevlîbûn û parvekirinek bê fiqar hebû. Di vê pergalê de kesayetaê ku xwe bi jiyanê re dikir yek, dibû enerjiyek bê dawî û derdora xwe jî bi xwe re diherikand. Gelo tiştê ku ewqas heval li gel hev kom dikir çibû? Çavkaniya vê coşê ku derê bû gelo?
Jiyan bi lêgerînek bê dawî dijiya? Bi lêpirsînek bê sînor diherikî dem…”