DaxuyanîGiştî

Bi sekna têkoşînê ya fermendarê ciwanan Şehîd Baran Mawa em ê bighêjin serkeftinê

Ji Gelê me û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê re

Baran Mawa ji destpêka pêvajoya ku têkoşîn nas kir û pê ve bi rol û mîsyona pêşengiyê berpirsyariyên xwe bi cih anî û bi bi sekna xwe ya bi biryar di nava tevgera ciwanan de li refên pêş têkoşiya. Baran Mawa piştre berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê, li her qadê bi coş û kelecaneke mezin têkoşiya û di dema destpêkê ya Şoreşa Rojava ve li gelek qadên Rojava kar kir, bi ruhê şoreşê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî pêk anî. Baran Mawa demeke dirêj tevlî karên rêveberiya Tevgera Ciwanan bû û di berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2015’an de bû xwedî kedeke mezin.

Baran Mawa di her demê û qadê de hewl da bi biryardariyeke mezin di asta pêşengiyê de tevlî pêvajoyê bibe û hate bi bîrxistin ku 7’ê Tîrmeha 2018’an li qada Feraşînê tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevalê Baran bi kesayetî, sekn û meşa xwe ya têkoşînê bû fermandarê pêşeng ji ciwanên Kurdistanê re. Lewma divê ciwanên Kurdistanê hevrê Baran nas bikin, fêhm bikin û ji xwe re weke kesayetekî mînak bibînin. Şoreşa me ya azadiyê ku mîrateya Şehîd Baran bi hezaran Baranan dewr wergirt wê teqez bi ser bikeve.

Related Articles

Leave a Reply

Close