Şehîd Dijwar Tolhildan
Nasnav: Dijwar Tolhildan
Nav û Paşnav: Mustafa Yalçınkaya
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Riha
Cih û Dîroka Şehadete: 02.03.2022 Garê
Heval Dijwar Tolhildan di 2’ê Adarê di sala 2022’an de li Garê di pêvajoya berxwedanê dema ku dewleta Tirk a dagirker ji sala 2021’an û vir ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tundî pêş dixe şehîd ket. Heval Dijwar Tolhildan, bi navê malê Mustafa Yalçinkaya hevalekê Halfetiyê, ya Riha ye ku di sala 2017 dibin bandora şerê taybeta dewleta dagirkera tirk ku heya îro dixwaze Kurdistan vala bike, diçû Ewropa ye.
Rêhevalê wî ku wî li Ewropa di kar û xebatên de nasdikê û demeke bi we re mayê bîranînên xwe bi Şehîd Dijwar Tolhildan anî ser ziman. Şehîd Dijwar wek ciwanekî Kurd ku ji Bakurê Kurdistanê derketiye û diçû navenda kapîtalîst modernitê tu çar bi welatê xwe qut nebû û tekoşîna azadiya Rêber APO heya dawî meşandibû. Ji bo we Heval Dijwar taybet ji bo ciwanên Kurd ku ji welatê xwe derketine û berê xwe dane Ewropa mînakekê bû.