ŞehîdBîranînên Şehîdan
Bîranînên Şehîdên Ciwanan: Navdar Serhed: „min xwast jiyanekî rast jiyan bikim“
Heval Navdar di nava Ciwanên Şoreşger merasekê pir mezin de hiştiyê û bi taybetmendiyên xwe gelek ciwanên û rêhevalên xwe bandor kiriyê.
Navdar Serhed bi navê malê Davut Ozsular di 2‘ê Adarê 1997‘an de li Qers dayik bû û bi amrê piçûk de bi malbata xwe derbasî Elmanya dibû. Li Elmanya dibin bandora şerê taybet ketiyê lergerînê ji bo jiyanekê rast û di encamê de di sala 2014‘an de tevlî refên gerîla dibû. Heval Navdar piştî ku perwerde dîtibû û demekê dirêj li çiya dima di nava berxwedana Efrînê li hemberî êrîşên dagirkeriya aliyê dewleta faşîst ya Tirkiyê cihê xwe girtîbû û di 12’ê Adarê 2018’an de li Cindres Gundê Satiye şehîd ket. Heval Navdar di nava Ciwanên Şoreşger merasekê pir mezin de hiştiyê û bi taybetmendiyên xwe gelek ciwanên û rêhevalên xwe bandor kiriyê. Yek ji wan hevalan ku Heval Navdar zû de di kar û xebatên Ewropa de naskir bîranînên xwe anî ser ziman û got:
„Min dît jiyana ez jiyan dikim şaşe”
„Ez ê behsa Şehîd Navdar Serhed bikim. Navê wî rastî Davût Ozsular ê û dema 10 salî bû darbasî Elmanya dibe. Li Elmanya jiyana xwe berdewam dike, lê jiyanekê çawa? Heval Navdar jiyanekê pir kaos jiyan dike. Di jiyana wî de pir çûyin û hatin çêdibe û bi amrê piçûk de ketiyê bin bandora maddeyên hiçber. Şehîd Navdar di wê welatê de wek ciwanên din jî bi buyerên şiddetwarî rû bi rû dimîne. Bi wî rengî Şehîd Navdar bi xwe digot: „min didît jiyana ez jiyan dikim şaşe“, ji ber bi xwe ketiye wê ferqê.
Heval Navdar rêxistin çawa nasdike? Malbata Heval Navdar bi xwe welatparêze, lê jiyanekê bi wî rengî jiyan dike. Ji ber wê lêgerina wî çêdibin û hezkirina xwe li hemberî jiyana PKK, jiyana gerîla, jiyana çiya hertim di nav xwe de jiyan dike ye.
“Jiyana rast ev ê”
Heval Navdar didît ku jiyan li Ewropa ciwanan di rojanê de dikujê û xwe bi xwe jî di nav de dibîne. Bi wî rengî ketiye tekoşînê dijî jiyana ku li Ewropa tê jiyan kirin û ser wî esasî bi xwe digehînê rêxistine. Digot: „Jiyana rast ev ê ez dixwazim jiyana rast jiyan bikim“ û bi wî awahî biriyara xwe ya tevlîbûnê dide. Xwe bi xwe tevlîdibe.
Şehîd Navdar bi xwe ketiye wê ferqê û tekoşîna xwe, hêza xwe bi xwe xwe avakir. Ser wî esasî têkilî bi rêxistin danî û bi xwe tê. Dibêje „ez dixwazim tevlî bibim“. Tu kes nîşanî wî we neda an we re gotiye ‚biçe tevlî bibe‘. Bi xwe xwe lêgerîna wî çêdibûn, nakokiyên wî çêdibûn û bi xwe xwest li hember wî tekoşîn bide meşandin.
Heval Navdar pir zahmetî kişand, lê tekoşîna xwe berdewam kir
Bi xwe wî êş kişandiyê ji ber didît ku ewqas demdirêj maddeyên şirûlandin, ewqas demdirêj jiyanekê derve civakê jiyan kirin, derve çand û exlaq jiyan kirin. Dixwast we rast bike, lê di despêkê de pir zahmetiyên kişandiyê. Ji ber wan jiyana qirêj êdî fêrbûye. Aliyê biolojîk bilê ferbuyê û zahmetiyên pir mezin jiyan kiriye. Ji bo wê jî Heval Navdar ketiye wê ferqê û digot „gelek tişt hebûn jî min hertim paşda dikşand feqat min wisa nehîşt. Min digot herî rast ev ê ez mejbûrim bimeşim û berdewam bikim“ û bi wî rengî tekoşîna xwe hertim dimeşand û berdewam kir.
Ser wî esasî jî derfeta Heval Navdar çêbûyê ku dikare li çiya jiyan bike. Li çiya tevlî jiyanê bibe û xebat bide meşandin. Rêxistin xwasteka we, nerîne we û armanca we bi erenî pêşwazî kir. Şehîd Navdar rastî hevalekê bi wî rengî bu, hevalekî rojê giran bû, rojê zahmet bû û bi hebûna xwe li çiya cewhera xwe zindî kir, civakbûna xwe zindî kir. Heval Navdar demekî dirêj li çiya dima, nêzî 4 heya 5 sal li çiya dima û bi wî rengî tam bû PKKlî. Derfeta wî jî hebû ji ber hertim gel hevalan dima, li Karageh dima û Akademiyan didît.
Hevalekî xwedî ked û fedekariyê bû
Hevalekî pir bi enerjî bû, xwedî tekoşînekê xurt bû û pir zêde fedakar bû, aliyê ked dayine de pir xurt bû. Mînak ji ber mijara tendurûstiyê Heval Navdar nikarîbû firaqa bişo an xwarin çebikî. Ji bo wê Heval Navdar xwe dayindar didît û xwe di karên ditîr de hertim xistiye ber. Karên wek erzax kişandin, tûnel kolandin, paqijî, di wan karên rojane de hertim xwe vir de xistiyê pêş. Ji ber ku Heval Navdar êş pir kişand ji ber nikarîbû wan karan ji bo hevalan pêşwazî bikî, ji ber mijara tendurûstiyê. Lê Heval Navdar neket posîsyonekê weke rahat dibe, an xwe paşda dişîne, berovajiya we şûna we di karên ditîr de di 3 qatê we keda xwe dayê.
Teorî û Praktîk di jiyanê de kiriye yek
Hevalekê jî pir atîk bû, pir gelekşên bû. Heval Navdar di milê teorî û praktikî di jiyane de tam bû yek. Wekî Rêbertî dibejê: „Fikir, sikir, çalakî“, Heval Navdar ev di nav xwe de avakir. Minak, rûxmî ku Heval Navdar tenê di dibistana Tirkiyê û Elmanya xwendibû, xwe aliyê zimanê kurdî pir zû pêşxist. Taybet aliyê nivisandine de û xwendinê. Lehurbûna wî di wê mijarê de zû û pir xurt pêş ket. Heval Navdar rastî jî hevalekî ku dikaribo komutanî bikra, dikarîbû erk bigre ser milê xwe û komûtantî bike.
Heval Navdar hevalekî samimî bû, vekerî bû. Tu xapandin gel Heval Navdar nînbû. Heval Navdar bi cesaretekî mezin xwe danî. Tenê kesayetekî wekî Heval Navdar dikaribû ewqas şer bikî û serdikeve, ji ber ku kesayetekê cewher bû, pak bû û samimî bû li hemberî rêxistinê. Di tekoşîna xwe de bi encamekê serkeftin bû. Heval Navdar li hemberî kesayeta ku dijmin ji we re avakir bi tekoşina xwe û dûrustbûna xwe serket.
Heval Navdar pir dihat hezkirin
Rêhevalên wî pir hêzkir, ji ber Heval Navdar wekî min got hevalekî pir atîk bû, xwedî hêz bû û kesayeta wê jî bi hêz bû. Şehîd Navdar hevalên xwe baş famkir û bi hevalên jin û hevalên xort jî hevaltiyekê rast avakir. Hevalekî sîmpatîk bû û henekan pir hezdikir.
Dema Heval Navdar li akademiyê de bû moral çêbûye. Heval Navdar hem di şano cihê xwe girt, hem jî di koma dîlanê, di sketçe de û di Avarê jî cihê xwe girt. Heval Navdar bi xwe jî xwedî moral û ços bû. Li manga de hertim kaniya hejan û ços bû. Carna jî Heval Navdar kornazî dikir. Di jiyana Heval Navdar kornazî nebûya nedibû. Keleka ewqas berxwedan, xwe perwerde kirin û akademî jiyanekê bi hejan, moral û kornazî avakir. Kornazî kir, lê bi şewazekî wisa ku rêverberî nikaribû hesapa wî bixwastiba. Ji ber Heval Navdar sinora wî jî dizanî bû. Dizanî bû kudere, kenge û çiqas dikarî bike.
Heval Navdar di nava hevalan pir hatiyê hezkirin, ji ber wî taybetmendiyên û fedayîbûna xwe, fedekartiya xwe. Ji ber Heval Navdar bi awayekê rast tevlî jiyanê dibû. Bi giştî hêza xwe tevlî jiyanê dibû.
Di Akademî de jî rûxmî Heval Navdar berê jî Akademî ditîbû û demekê dirêj di perwerde dima, nêzikatiyekê jor, jir li hember hevalên ku nû tevlî dibûn çênedibû. We Akademiyê pir hevalen nû hatinê, lê Heval Navdar wan bi şewazekê alikarî dida, tu kes his nekir ew kevnê û wan hevalan nû ne, ji ber Heval Navdar wan hevalan tevlî jiyanê kir û wisa wan hevalan pêş xist. Tarza wî ferbûnê aliyê xwe dayina fêrkrinê bû. Ew wan hevalan fêrkir bi şêwazekê xwe didan famkirin û dayina famkirin. Tarzekê hişk, qeba an talîmatwarî aliyê Heval Navdar de çênedibû.
Hevaltî di rûye Heval Navdar diyar dibû
Taybet milê Hevaltiyê de Heval Navdar pir hestiyar dibû û bi wijdanî tevdigeriya. Dema şaşitî çêbû aliyê Hevaltî Şehîd Navdar êşa we kişand heya we kemasî, lawazî hatiye sere rast kirin. Heval Navdar wê demê weke birindar dibû, ewqas êş kişand heya we sere rast kiribû. Hevaltî di rûye Heval Navdar de diyar dibû, ji ber wekî min behs kir hevalekî pir cewher bû. Hevaltî çiqas xûrt bû, ços û moralê Heval Navdar jî ewqas xûrt bû, tevlîbûna wî jî ewqas xûrt bû.
Piştî Şehadeta Heval Navdar pir Hevalên navê Navdar rakir
Di berxwedaniya rûmetê ya Efrîn ê Heval Navdar berxwedaniyekê pir mezin dayê. Dewleta dagirker a faşîst bi awayekê topyekûn êrîşî herêma Efrînê kir û 58 roja berxwedaniyekê pir mezin hatiye dayîn. Yek ji wan Hevalan ku ji roja despêkê heya dawî bê navber bi kedek û fedaybûnek pir mezin di nav de cihê xwe girt. Heval Navdar bû. Piştî şehadeta Heval Navdar dibin bandora wî pir hevalan ku li Efrînê û Ewropa jî tevlîbûnê navê Heval Navdar rakirin. Hevalên Jin jî paşnavê xwe kirin Navdar.
Ji ber ku Heval Navdar bi hevaltiya xwe, bi giredanbûna xwe û şerê xwe bandorekê mezin avakir. Germbûna wî di dîmena wî jî derdikevin. Heval Navdar bi baweriyekê mezin tevdigeriya, ji ber gav paşda avêtin gel Heval Navdar de çênedibû. Rûxmî ku Heval Navdar hertim di cihên zahmet de dima û hertim di nava ked ê da bû, ji xwe hertim ji bo qadên herî zahmet wek Dersim û Botan li Bakur pêşniyar kir.
Heval Navdar mirasekê pir mezin hişt
Heval Navdar nikarîbû cihêke rahat bisekinê, hertim di cihên herî zahmet wek di şerê Efrînê de jî xwe îspat kir û pêşxist. Di şerekê pir dijwar de bi fedayibûna xwe berxwedanekê mezin nişan dida. Ji bo we jî Heval Navdar bi biriyarbûna xwe ji bo gelê Kurd û ji bo hevalên xwe de jî mirasekê pir mezin hiştiyê. Em bi xwe jî soza xwe didin ku em xwedî mirase wî derdikevin.”