GiştîHevpeyvînŞehîd

Davut Karasu: Heval Elî Çîçek di zindanê de koguşa 35 an de heya dawiyê berxwedan kir

Heval Davut Karasu ku şahidiya berxwedana Zindana Amedê kiriye û di berxwedanêde cih girtiye ji kovara me re qala jiyan, berxwedan û têkoşîna pêşengên 14 ê Tîrmehê û Şehîd Elî Çîçek kir.

Hûn wek rêhevalekî şahidê jiyan û têkoşîna Şehîd Elî Çîçek ku sembola ciwantiyê ye dikarin ji mere qala jiyan, kesayet û têkoşîna wî bikin. Elî Çîçek xwedî ruh, kesayet, îrade û têkoşîneke çawa bû ?

Li ser şehadeta heval Elî çîçek re 39 sal derbasbû. Ez dikarim bêjim kî ez gelek bextewarim, ser bilindim ku min hevalekî wek heval Elî Çîçek demeke kurtbe jî min nas kir û min pêre hevaltî kir. Heval Elî Çiçek bi jiyana xwe, bi çalakiya xwe, bi girêdanbûna xwe ya şoreşgerî, bi hevaltî bi hemî tiştên xwe bû nûmûne. jibo me di jiyana xwe de bû pêşeng. Min heval Elî Çiçek di dawiya sala 1980 an de piştî 12 ê îlonê li zindana Amedê di koguşa 29 an kata 3 yan D blok de naskir. Di wê koguşê de nêzî 97 hevalan hebû. Heval Akîf Yilmaz û Vedat Aydin jî hebûn û ev pêşengên me ne.

Heval Elî Çîçek de ew enerjiya ciwantiyê pir zêdebû û di cihê xwe de ne disekinî. Heval ELÎ Çîçek ji Ruha/ Hîlwanê bû. Dema ku hat girtin jî 18 salî bû. Heval Elî Çîçek berpirsiyarê me yê jiyanê bû. jiber ku berpirsiyarê komuna mebû. Her tiştê me li gel heval Elî Çîçek kom dibû. Wî jî li gor pêwîstiyên hevalan di jiyanê de tanzîm dikir. Di heman demê de berpirsiyarê meyê têkilîyan bû. Eleqetên ku bihatana pêşxistin, dan û standin hemî di bin berpirsiyartiya heval Elî Çîçek de dihatin kirin. Ruxmî ku temenê xwe ewqas piçûk bû jî li gel vî berpirsiyartiyên xwe gelekî mezin bûn. Heval Elî Çîçek bi taybetmendiyên xwe, di jiyana xwe û nêzîkatiyên xwe de bi hemû aliyên xwe ve şoreşger bû. Belkî wek hinek hevalên din ji aliyê zanebûnê ve zêde kûr nebibû lêbelê bi qasî ku fêm dikir ew bi temamî derbasê jiyanê dikir û di jiyanê de jî jinûve diafirand. Piştî destpêka sala 1981 an di destpêka rojiya mirinê de em bi hevre derbasê hucreyan bûn. Di refê 35 û refê 36 an de em demekî ligel hevdu man. Min di wirde jî ew jinêz ve naskir. Heval Elî Çîçek hemî çalakiyên ku li aliyê Ruhayê, Hîlwanê yên li beramberî ajan, bermaberî polîs û beramberî ew eşîretên li dijî rêxistinê rabûne û dixwazin rêxsitinê tine bikin li kuderê dibe bila bile Hevalê Elî Çîçek di van çalakiyan de li pêş bû. Li kuderê çalakî hebîn heval Elî çîçek liwir bû û her di pêşdebû. Li kuderê germahî û rîsk û xeterî hebûya heval Elî Çîçek liwir bû. hevalekî hertim di rewşa êrîşêde bû tu carî xwe tenê di rewşa parastinê de nedihîşt. Angi di cihê xwe de sekinandin ligel wî tinebû. jiber vê yekê mirov dikare bêje tim jiyaneke herikbar û afrîner jiyan dikir û dida çêkirin. Heval ELÎ Çîçek hez kiriyê hemî hevalan bû. Demekî li gel hevalê Kemal Pîr mabû û gelek ji wî tesîr bibû. Di heman demê de hezkirina heval Kemal Pîr jî qezenç kiribû.
Di îşkenceyê de berxwedaniyê de hevalê Elî çîçek pêşentî dikir. Li Urfayê di dema çalakiyekê de bi polîsan re ket şer, di dema şer de fîşekê wî diqede paşde vedikişe û dikeve kolaneke ku rê lê tineye dema ku dixwaze xwe ji duwarde bavêje jiber ku duwar bilinde di wî esnayê de polîs bi lingê wî digire û wisa dikeve dest. Bi işkenceyeke giran re rû bi rû dimîne û di îşkenceyê de sekna ku daye nîşandan nûmûneye, mînake. Wî vaya ji xwe re kiribû weke karakter, weke kesayet. Tu caran li beramberê dijmin xwe lewaz nedida nîşandan. hertim liser pîyan û serbilind disekinî. Di îşkenceyê de polîsan nekaribûn yek peyvek ji devê wî bigirin. Li hember her cûre îşkenceyê xwedî helwestbû. Jiber vî helwest û sekna wî polîs jî timî daîm tehrîk dibû û zêdetir êrîşê heval Elî Çîçek dikir. Hevalekî pir atîk û herikbar bû. Te carekî dinêrî heval Elî di koguşê deye, carekî dinêrî li katê sisêya ye ango ewqas bi tevgerbû û cihê xwe nedisekinî.

Elî Çîçek bi temenê xwe yê ciwan di zindanê de xwedî helwest û sekneke çawa bû, ji rojiya mirinê re pêşengtiyeke çawa dikir û sirra çavkaniya hêz û îradeya xwe çi bû?

Heval Elî Çîçek di zindanê de koguşa 35 an de heya dawiyê berxwedan kir. Tu carî li hember dijmin tewîz nedida. piştî ku hevalên pêşeng wek biryarên giştî girtin, wê demê hevalê Elî Çîçek ligel hevalê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Mazlûm Dogan hereket kir. Heval Elî Çîçek bi van hevalan û giştî hevaltiyê ve pir girêdayî bû. Dema ku kêmasiyên xwe yên fikrî û nebesiyên xwe derdiketin û ferq dikir hertim xwe bi van hevalan digirt, biwan re dida temam kirin û bi wan re dimeşiya. Jiber vê yekê di her biryar û sekina van hevalên pêşeng de bi wan re disekinî. Jiber vê yekê jî di berxwedana xwe de terzê heval Xeyrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr dida meşandin. Terzê ku digot ‘’ berxwedan jiyane, teslîmîyet dibe îxanetê berxwedan dibe serkeftinê, em jiyanê biqasî di oxra wî de xwe feda bikin hez dikin’’ ji xwe re esas digirt. Jiber vê yekê heval Elî Çîçek bixwe serî heya dawî jîyan bû. Sembola jiyanê bû.

Yek ji tiştek herî zêde jî em behs bikin ew helwesta wî ya ketina rojiya mirinê ye. Dema ku biryara rojiya mirinê destpê dike ew bixwe jî di mehkemêde ye. Dema ku destpêkê heval Xeyrî Durmuş dibêje ‘’ Em ji bo dewayekê jiyan dikin, eger em nikaribin dewaya xwe biparêzin wê demê maneya me ya jiyan kirinê jî nîne.‘’ wisa dest bi rojiya mirinê dike. Heval Kemal Pîr jî ji cihê xwe radibe û dibêje ez jî dest bi rojiya mirinê dikim. Dema Ku heval Elî Çîçek dixwaze biaxive dadgeh naxwaze mafê xaftinê bidê jê dipirse ku tê çi bêjî Ew jî dibêje ez dixwazim liser hinek kiryarên xwe biaxivim. Dema ku heval Elî vê gotinê dike mehkeme difikire ku ewê hinek tiştan îtîraf bike kêfa wan ji rewşê tê û mafê axaftinê didin. Elî Çîçek tê derbas dibe mîkrofonê digire. Behsa hinek çalakiyên ku wî bixwe kirine dike. Dibêje ‘’ Ez çûm cihê bazarê kesek li wir min ew înfaz kir. Filan mektebê filan mamoste hebû ajantî dikir min ew înfaz kir.’’ behsa gelek çalakiyên bi vê şeklê dike û hemûyan digire liser xwe. Dibê je: ‘’ Kesên ku niha livir bi min re tên dadgeh kirin eleqeya wan bi vê nûyerê re nîne. Min kiriye û ez ji bo vî poşman jî nînim. Ez weke eskerekî PKK, wekî neferekî PKK vî gavê jî telîmat were ezê dîsa bikim. Di kîtaba PKK ê de tucarî teslîmîyet neyê nivîsandin. PKK tim û daîm berxwedan nîşanê me daye. Ez jî ligel hevalê Xeyrî Dûrmûş û Kemal Pîr bê yî şert dikevime rojiya mirinê.’’Bi vî rengê derbasê cihê xwe dibe. Çima Elî Çîçek ew çalakiyên ku dibin ewqas îşkenceyê de qebûl nekir di mehkemê de hemî anî liser ziman. Sedema wî çibû. Di heval Elî Çîçek de bi qasî serê derziyê jî dudilî nîne eme eger hebe jî beriya bikeve rojiya mirinê wî jî ji holê radike. Yanî her tiştê ku nişaneyê vegerê ne ji binîve dirûxîne û dişewitîne. Ango ewqas çalakiyên ku hatine kirin îlan kirina wan jibo îdama wî têr dike û zêdeye jî. Jixwe ew kes jî hemû ajanên mîta tirkan û endamên wan in. Yanî bi her tiştê xwe ve dikeve vê çalakiyê. Dema ku hevalê Elî Çîçek biçe karekî, biçe çalakiyekî bi qasî serê derziyekî jî di xwede tereddût nahêle. Bi vî rengê jî kete rojiya mirinê.

Hûn dikarin ji mere hinek qala bîranên xwe yên bi Elî Çîçek û pêşengên Berxwedaniya 14 Tîrmehê re bikin?

Ez weke bîranîn dikarim hinek tiştan bînim ziman. Em di koguşa 29 emîn de destpêka 1981 an ketine rojiya mirinê çend rojên destpêkê derbasbûn. Tabî me nizanibû ewê çiqas dem bajo. Hevalan gotin cîddîyeta rojiya mirinê bi vê şeklê nayê fêm kirin. Bila hevalek ji me wek ku ji ser hişê xwe çûye bide nîşan em wisa vî rewşê bixin rojev. Hevalê Eli Çîçek çû xwe liber derî avête erdê. Bangê gardiyan kirin ku kesek liser hişê xwe çûye. Grdiyan bi yekê din ve hatin ew kişandin ber devê derî. Mijîl dibn avê lê dikin didkin nakên bi ser xwe ve nayê. Yek ji wan gardiyanan dema binê lingê heval Elî Çîçek xurand heval Elî ÇÎÇEK yekser rabû ser xwe keniya û derbasê hundûr bû. Tevê heval Elî ÇÎÇEK gelek hevalên wê demê jî bi temen ciwanbûn. Wisa kesê temenê zêde pir tinebû. Dema haval Mazlûm Dogan giha şehadê 27 salî bû. Hevalê kû hindekî bi emrê xwe ji hevalên din mezintir hevalê Kemal Pîr bû. Jiber wî yekê hevalan bi henekî jê re carna digotin îxtîyar. Jixwe paşnavê wî jî Pîr bû. Wek hinek hevalan caran wisa digotin lê dinav hevalande li hember van hevalên pêşeng hurmet û heskirinek pir mezin hebû.
Heval Elî Çîçek di rojiya mirinê deye. Gelek heval jio ku moral bigirin bang li heval Elî Çîçek dikirin. Rewşa wî dipirsîn. Heval Elî Çîçek pir kêfxaweşe kêf kêfa wî ye. Jiber ku ketiye çalakiyê. Ew nêzî salek û nîve hiç çalakî nekiriye sebra wî nayê. Jiber ku ketiye rojiya mirinê ji kêfa difire û li cihê xwe nasekine. Jiber vê jî hevalê Xeyrî Drmuş Jibo hevalê Elî Çîçek di rojiya mirinê de ev tespît kir û got: ‘’ Elî Çîçek stêrka sor a partiya me ye. Her tiştê baş ku mirov ji bo Elî Çîçek bibêje heq dike.’’

Îrade, sekin, helwet û ruhê ku di zindana Amedê de hatiye nîşandan de hûn dikarin nêrînên xwe yên di derbarê jiyan, mirin, binkeftin û serkeftinê de ji mere parve bikin ?

Hevalê Xeyrî Dûrmûş di cîhanê de însanek herî zêde îşkence dîtiye. Lê heval Xeyrî di îşkenceyê de tu carî negotiye ‘’Of’’ yek peyvek nedaye dijmin. Jiyana herî zor û zehmet kişandiye. Terzê çalakiya mirinê ya herî zor ji xwe re hilbijartiye. Deqe deqe roj bi roj di rojiya mirinê de dihelejî di wê demê de jî dibêje ‘’Liser kevirê qebra min binivsînin deyîndare.’’ Însanê ku vî gotinê bike însanekî gelekî mezin e. Heval Xeyrî xwe deyîndarê Kurdistanê dibîne, deyîndarê Şoreşê dibîne ama ji bo heval Elî Çîçek jî dibêjê ‘’her tiştê baş ku mirova jibo Elî Çîçek bêjê heq dike.’’ Heval Elî Çîçek di rojiya mirinê de piştî Heval Kemal PÎR, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz şehîd dikeve. Di 17 ê Îlonê de giha şehadetê. Di esasê xwe de giha jiyanê. Divê tu carî em vê jibîr nekin.

Pêşengên rojiya mirinê ku di 14 Tîrmehê de hatiye destpêkirin bûne pêşengê roja şerefa netewî. Heval Xeyrî Durmuş dema ku biryara vê rojiya mirinê distîne dizane ku ew jiyana nû dide afirandin. Jiber vê yekê peyva mirinê ku di rojiya mirinê de derbas dibe ji bo wan hevalan belkî bibe wek heqaret. Jiber vê yekê jî eger mirov bêje rojiya jiyanê dibeku hîn zêdetir di cihê xwe debê. ji ber ku mevziya vê çalakiyê de yê ku herî dawiyê gihaşt jiyana xwe ya heqîqetê hevalê Elî Çîçek e. Dijmin li hember vê rojê û li hember vê îradeyê çong daniye erdê. Dijmin ji aliyê îradeyê ve şikest. Îradeya van hevalan bi serket. Di şerde qezenç kirin. Heval Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek di çepheyê de serketin. Cihê ku tu îradeya dijmin bişkînî û îradeya te biserkeve di wêderê de mirin nîne. Jixwe mirin tiştekî fîzîkî nîne. Mirin bi rengekî din berdewam kirina jiyanê ye. Eger tu jiyanê biafirînî bê mirinî. Eger tu rê li pêşiya heqîqeta jiyanê vekî, pêşiya gel vekî, li pêşiya însaniyetê rê vekî û tu bixwe bibî rê; tu bibî rêberê vê rêyê di wê derê de mirin nîne. Di wê derê de jiyan heye, serkeftin heye. Çalakiya sembola me Ciwantiyê heval Elî Çîçek vî îfade dike. Herkes zû bi zû nabe sembol. Kî dibe sembol? Kêsên ku diafirînin, yên ku dibin rêberê jiyanê, yên ku ji kesên rêya xwe şaş kirine re dibin ronahî dibin sembol. Sembol ew kesin ku mirov dixwazin di jiyanê de xwe bigîhîninê.

Elî Çîçek bi sekin, îrade û jiyana xwe ve ji bo nasnameya ciwantiyê çi îfade dike? Di mijara rast jiyanî kirin û şopandina xeta Elî Çîçek de erkên ciwanan çine û di vê mijarê de bangawaziyên we yên ji bo ciwanan çi ne?

Elî Çîçek çitaya ciwana ye. Yanî pîvane. Di aliyê jiyanê de tê xwe bigîhîniyê, di aliyê şexsiyetê de tê xwe bigîhîniyê, di aliyê herikbariyêde, aliyê biryardariyê, ji aliyê hedefêde, ji aliyê îradeyê de tê xwe bigîhînî Elî Çîçek. Elî Çîçek îradeya dijmin şikandiye û li hember wî îradeya gel bi ser xistiye. Elî Çîçek serkeftine. Eger ku tu biser bixî tê bibî hevalê Elî Çîçek. Tu yê kengî serkeftinê dest bixî. Di jiyanê de bixî destê xwe, li hember dijmin di çalakiyan de serkeftinê tu dixî destê xwe. Dema ku tu çongê dijmin bicirîfînî tu wê demê dibî hevalê Elî Çîçek. Yê ku Esad Oktay ji zindanê amadê rev bi rev da revandin ev bû. Ê ku siyaseta dewleta tirk a ku sond xwariye ku dibêje ‘’Di zindana Amadê de careke din ev serhildana kurdan ku hatiye çêkirin ezê biqedînim û ezê wan bikim xayînê welat’’ wî ev siyaseta dijmin vala derxistiye û zindana amedê xistiye akademiya Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Xeyrî Durmuş û Elî Çîçek eve. Serkeftin eve. Hedefa dijmin vala derxistin, hedefa xwe serxistine. Eger ku em îro liser Şopa Elî Çîçek dimeşin û bi rastî jî em dixwazin bi Elî Çîçek re hevaltiyê bikin şertê vî hene. Emê di serkeftinê de kîlît bibin. Emê di îradeyê de xwe ewqas xurt bikin ku em îradeya dijmin bişkînin. Emê pêşentiyê bikin, pêşengtiya gel. Di vê rêya ku Elî Çîçek vekiriye de emê ji gel re pêşengtiyê bikin, rêxistin bikin û bi xwe re bidin meşandin. Heke na wisa jiyaneke basît, ji rêzê, bi jiyanek ku îro pênç hezar sal ku li hember te şer dike li hember pergaleke bi vê şeklê wisa bi jiyaneke basît û jirêzê şer kirin û serkeftin mumkun nîne. Bi terzê heval Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Mazlûm Dogan û Elî Çîçek bi serbikevî. Tu yî hemû keştiyên xwe bişewitînî, pirên xwe hilweşînî. Tu yê bi şoreşê û bi Elî Çîçek re bibî yek. Encax bi bi wî rengê dikarî dijmin bişkînî. Di rojiya mirinê de tu hedafa dijmin perçe perçe dikî, îradeya wî bin dixî û siyaseta wî belav dikî. Tu di hucreyan de nîne dest û lingê te girêdayî nîne kî tu dikarî serkeftinê bidest bixî, ama bi îradeya Elî Çîçek, b, ruhe wî dikarî biser bixî. Ev hedefên me ne. Eger emê bi rastî jî xwe dihedefê de kîlît bikin hedef eve û kîlît jî terzê hevel Elî çîçek e. Bi qasî serê derziyê jî tereddûte hebe divê tu wî jî bikujî û wisa bimeşî. Bangawaziya me ji bo hemî Ciwanan eve.
Elî Çîçek di 16, 18 saliya xwe de bi dijmin re dest bi şer kir û bû tirsa dilê dijmin. Mintiqaya ku havalê Elî Çîçek lê çalakî kiriye buye weke melkemokê ( Kabus) dijmin. Dema ku şehîd ket nû gihaşt 20 saliya xwe. Jiyana xwe ya di nava partiyê de 3 an jî 4 sal bû. Lêbelê dunyayek ava kir, soreş ava kir. İnsaniyet xuluqand di hundurê çar salan de. Emê bi hevalê Elî Çiçek re hevaltiyê bikin, nekin? Emê liser şopa wî bimeşin, nemeşin? Emê ciddî nêzîk bibin an na? Tereddutek biçûk, bê cîddîyetî mirov ji hedefê dûr dixe. Mirovan ji jiyana şehîdan a bi rûmet dûr dixe. Ciwan pêşengê însaniyetê ne. Ne ku tenê pêşengê welatekî ne. Em rola wan picûk bibînin ne raste. Ciwan û jinên ciwan pêşengin. Eger ku vê mezinahiyê di xwe de çênekin, li gora hedefên pêşiya xwe mezinahiyê di xwe çênekin, mezinahiya pêşengitiyê di xwe de çênekin ewê bikevin xwarê. Mezin nabin.
Em dikarin vî wek şahidekî ku bi Elî Çîçek re maye, demeke kurt be jî hinekî hevalê Elî Çîçek naskiriye, bi korî û topalî be jî hinekî hevaltiya Elî Çîçek kiriye wek şahidekî daxwaziya min ji hemî hevalan, ji hemî ciwanên keç û xort eve ku em li pey hevalê Elî Çîçek bimeşin. Em heval Elî çîçek bigîhîjinin xeyala wî. Em jî ligel wî ber bi xeyalên wî ve bimeşin. Di vê roja şerefa netewî de em jî bigihijên wê mezinahiyê. Hemî ciwan vê mezinahiyê heq dikin û layîqê wê mezinahiyê ne. Li ser vî esasê ez ji bo hemî ciwanan wek xort û jin di rêka hevalê Elî Çîçek û di pêşentiye însaniyetê de careke din serkeftinê dixwazim û exlaq û hurmetê xwe pêşkeşî wan şehîdan û pêşkeşî yên ku di rêya wan de dimeşin dikim.

Related Articles

Check Also

Close
Close