GiştîŞehîdBîranînên Şehîdan

Heval Rojger herdem a ku pêwîstî pê dihat dîtin û her kêlîya tengasî dihat jîyankirin dibû hêza çareserî û moralê

ME DİJMİN DORPÊÇ KİRÎYE

Dilxwaz Botan

Bîraninek bi Şehîd Rojger Helîn re

“Di dîroka tekoşîna gele me de bi tekoşîna azadîyêre sedan qehramanan di dika dîrokê de navên xwe bi tîpen zêrîn dane nivîsandin. Ev leheng geh li sengêren berxwedanê yên qadên parastina medya bûn Zinarîn, Şoreş, Serhat û Sarya, geh jî di dilen dagirkerîye de bûn Ruken, Sara, Erdal, Rojhat û herî dawî fedaîyên serdemê rêheval Asya Eli û Rojger Hêlîn. Bi vê wesîle di şexsê van hevalan de em hemû cangorî û fedaîyen demê bi rêzdarî û bi minnet bibîr tînin.

Heval Rojger Hêlîn kombûyîna hemû nirxên Kurdistanî bû. Hevnasîna me di dibistanê de pêk hat ruxmê ku 8 sal bûn dixwand jî tu demê ne bi Tirkî diaxift ne jî pêwîstîyek ku rojekî bibe qadroyê pergalê xizmetê jêre bike didît. Li beramberî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û qadroyên wê yen bi navê mamostetîyê li Kurdistanê xebatên asîmîlasyon û înkarê didan meşandin herdem xwedan sekin û be tirs bû. Hevnasîna me jî di pevçûnekî de pêkhat. Me û zarokên korûçîyan şer dikir di dibistanê de, ruxmê ku heval Rojger ez ji nêz ve nasnedikirim jî dema bihîst ku zarokên korûçîyanin yekser xwe da alîyê min û bi min re kete şer de. Piştî vê êdî her ku çû hevaltîya me xurttir bû û vê em ber bi tekoşînê ve dahf didan. Me dev ji dibistanê berda û em tevlî xebatên ciwanan bûn.

Heval Rojger herdem a ku pêwîstî pê dihat dîtin û her kêlîya tengasî dihat jîyankirin dibû hêza çareserî û moralê. Herîkbar bû, li gel wî çenabe, nabe nînbû. Rîsk çi dibû bila bibe teqez divê pêk bihata. Di pevajoya Rêveberîya xweser, YPS de em ji alîye dijmin ve di malekî de hatin dorpêçkirin. Nêzî sê, çar seetan pêvçûn pêkhat di navbera me de ruxme ku tenê çek ên ferdî hebûn di destê me de ji bo ku hevalên din ên mewzîyên nêzî me moral bigirin û dijmin dema destikan gûhdar dike bizane ku wê encam negire. heval Rojger li ser destikê tekmîlan dida hevalan dûbare dûbare digot me dijmin dorpêç kirîye em ê niha îmha bikin. Her kû pêvçûn giran bû êdî gelê me yê navçeyê û yên gûndên nêz carekî de bi ruhê serhildanê rabûn ser pîyan û dorpêça dijmin şikandin. Êdî kî bikare Heval Rojger bigire, digot min jixweber nedigot me dijmin dorpêç kirîye .Serhildana gel moralek pir bilind da me hevalan û gel giştî.Piştî vê bûyerê tekçûyîna dijmin mîsoger bûbû. Bi vê pêşveçûna pevajoyê rê êdî her kû diçû şer giran dibû û berxwedana hemû hevalan di astên pir jor de pêş diket. Bi şehadetên dihatin jiyankirin ve hêrsa li hember dijmin zêde dibû û ji her hevalî ya dihat payîn fedayîtî bû. Bi çalakîyên fermandarên me Rojger Umut û Hêlîn Koçer yên fedaî re şer digihîşt merhaleyên nû û vê jî li me hemûyan berpirsîyartîya tola mezin a hevalên me Rojger, Hêlîn, Nurhak, Nuda, Rênçber, Fatma, Sîpan û Haçîyan ferz dikir. Heval Rojger kombûyîna vê roja tolhildanê bû. Ruxmê birîndarîya ji serê xwe jî tu demê ev heval ji bîrê neçûn û ne dida jibîr kirin. Herdem bi bawerîya ku wê mezin bijî û mezin jîyan bike xwe nû dikir û xwe di rastîya Rêber APO û heqîqeta PKK ya tolhildêr de kûr dikir û ji nû ve tevlî dibû. Bi vî ruhî Heval Rojger dijmin di navenda wî ya pê herî bawer de wekî roja em di dorpêçê de mayîn û ev gotin her dubare dikir; wî jî dijmin dorpêçkir û bû hêza tolgirtiê ya herî mezin, bû dengê Fatma Elarslan, ruhê dayîka Taybet Înan û banga Mehmet Tunç. Bi çalakîya xwe û Rêheval Asya xwe gîhand heqîqeta kesayeta azad û rêhevaltîya rast a PKK. Bû bersiva hevaltîya kêm a bi Rêber APO`re û rêya rexnedayîna rast a mîlîtantîya pêvajoyê nîşanî me hemûyan da. Em jî wek rehevalên wî yên tekoşîne soza xwe ya Kurdistana serbixwe û fizîkî azadîya Rêber APO nû dikin. Reheval Rojger wê herdem ji me re bingea hevaltîya rast û hêza tolhildane be.Em bi danasîna heval Rojger û mîlîtantîya PKK serfiraz in. Bijî Partîya KarkerênKurdistan a qehremanan diafirîne.”

Related Articles

Close