GiştîŞehîdBîranînên Şehîdan

MIN NEFES GIRT..

Çîroka Tevlîbûnê
Tevahiya jiyana min de min wisa hîs dikir ku tişteke di şêwazê jiyana me de şaş e, qutbûn û ji hev dûrbûnek heye û her tişt seranser û sexte dimîne. Min xwe ji xwe re xerîb hîs dikir.
Tê gotin li Almanya, ku welatê min e û ez lê mezin bûm, azadî heye û jiyana xweş û rast li vê derê tê jiyankirin. Lê rastî jî ne wisa ye, min hertim wisa hîs dikir ku tiştek di vê jiyanê de heye ku nahêle ez nefesek bigrim û cihê min di vê civakê de peyda nabe. Redkirineke min ê hestiyar li beramberî pergala kapîtalîst, baviksalar û ya dewleta Alman li ser vê esasê di min de pêşketibû, lê rast fêhmkirina rastiya vana hîna çênebûbû vê demê.
Ez hertim lê digeriyam, li cihê xwe, civata xwe, tiştê ku ez ê jê re karibim bibêjim: Ev e, ev jiyana rast e, ev bersiva ez lê geriyam e. Wisa diçûm cihekî heta cihekî lê ez negihaştim vî tiştî.
Dema diçûm zanîngehê min cara yekemîn Kurdistanê û şoreşa Rojava dibihîst. Ev ji bo min bûye hêvî û heyecaneke pir mezin. Heya vê demê şoreş her tişteke xeyalî û pir dûr bû ji bo min . Lê li Rojavayê Kurdistanê, di vê cihê ewqasî dûrî cihê ez lê bûm, şoreş dihat jiyan kirin û civaka vê derê jiyana nû ava dike, ala azadiya jin, sosyalîzma demokratîk û ekolojîk hildigre jorê. Miraqa min beramberî vê pir dibû. Demeke pir dirêj derbas nebubû ku derfeta çûyîna Rojava derket pêşiya min. Dema ez hatim Rojava jî, bi naskirina civakê, çanda vê derê û dîroka berxwedan û tekoşîna ku ev gel û tevgera azadiyê nîşan dane û heya îro dikin jî, ez pir pê bandor bûm. Min tê de ji bo cara yekem dît ku maneya civak û jiyanê çi ye. Heman demê jî berpirsiyartiya xwe hîs kir ku jiyana me li Ewrûpa çiqasî şaş, dûrî rastiyê yê û tijî xapandin û derew e, ji ber ku hevkariya van şeran û qirkirinan dike.
Di Rojava de jinên ciwan ên temenê wan 16, 17 salî barê şoreşê digrin ser milê xwe, jiyana xwe ji bo gel û welat didin, beramberî rastiya dijmin mecbûr in, û em li Ewrûpa di temenê 17 salî de tenê bi xwe difikirin, bi seransertiyan û tiştên vala difikirin û tişteke ser rastiya mirovahiyê nizanin.
Yek ji wan stêrkên nemir ên ku di temeneke pir ciwan de şehîd bûne, Ş Nûjiyan Öcalan e ya ku di 25ê kanûna 2021an de li Kobanê di encama lêdana dijmin de şehîd bû. Dema ez hatim Rojava min navê wê rakir bêyî ku min tiştek li ser wê naskiriba. Lê pişt re bi naskirina çîrok û kesayeta Ş Nûjiyan di gotin û bîranînên hevalan de pir bandor bûm. Pir tiştan ku di min de nîn bûn lê min pir dixwest xwe bigihînimê min di kesayeta Ş Nûjiyan de dît. Taybetmendiyên jineke ciwan a tekoşer û bi cesaret ku ber bi azadiyê ve diherike, ku dibe enerjiya şoreşê ku her kesî ku nas dikir di vê herikîna ber bi azadiyê ve bi xwe re dibir. Ev zindîbûna ku hertim min bêriya vê dikir, îfadeya vê min di van taybetmendiyên Ş Nûjiyan de dît. Ez him pir bi hêrs bûm ku dijmineke wisa heye ku kesayetên weke wê şehîd dixe û heman demê kesên herî bêexlaq û xerab ku destên wan di sûcên li dijî mirovahiyê de hene pir rehet û bêhesabdayîn jiyan dikin. Him jî ji bo min wisa ev pirs pir kûr bû ku, gelo lazim e ez çawa jiyan bikim ji bo ku bibim layiqî vê û xwe bigihînim van taybetmendiyan ku di kesayeta wê de dibînim.Piştî vê pêvajoya naskirina civakê û cihên ku şopên dîroka vê şoreşê tê de tên îfade kirin, derfeta me çêbû ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bibînin. Di vê perwerdê de, bi dîtina dersa Rastiya Rêbertî û Dîroka Partî, dîtina rola dîrokî ya Kurdistanê ji bo giştî mirovahiyê û nêzikatiya Paradîgmaya Rêbertî ji jiyan, insan, gerdûn û heqîqetê re, min hîs kir ku hemû pirs û nakokiyên min ên tevlîhev û parçe parçe tê de gihaştine hev, temam û bi bersiv bûn. Min ji bo cara yekem hîs kir ku rastî ez zindî me û dikarim xwe tê de bibînim. Kesayeta min dizivirî, ji min re wisa dihat weke ku cewhera min ya ku hertim di hindurê min de veşartî ma bû ji ber ku nikaribû derketaya, ji bo cara yekem hêdî derket derve û xuya dibû. Êdî min dikaribû rêyeke pêşiya xwe bibînim, hêviyeke kûr di min de çê bû. Bersiv û jiyana ku ez her lê digeriyam li vir e, li gel Rêber APO ye. Ev jiyana rast û azad a ber bi heqîqetê ve, tenê gavek di navbera min û vê jiyanê de mabû, gavek û tirsa min. Tirsa ku belkî ez nikaribim kesayetek li gorî erkên şoreşê di xwe de ava bikim, hewldanên herî dawî yên pergala kapîtalîst di serê min de ji bo ku min bi xwe re girê bide tiştan di hişê min de digot.
Lê li vê derê, li Rojavayê Kurdistanê û li gel PKK, min dîtiye jiyana rast çi ye û ku azadî encax bi tekoşînê re tê qezenckirin û ev dengê sîstemê di hindurê min de bêdeng nabe egêr ez bi xwe tekoşîn û biriyara vê nadim. Ez pir zelal bûm ku tiştê ku ez dıxwazim ev e, cihê min di vê jiyanê de tenê gel PKK heye û ku ez deyndar im. Deyndarê Ş Nûjıyan û hemû Şehîdan, deyndarê Rêber Apo, Kurdistanê û mirovahiyê me. Û di vê derê de min hêza xwe ya ku ez jê qut bubûm tê de hîs kir û min dizanibû ku jiyaneke din di rastiya vê pergala kapitalîst a dijmirovî de nîne û ku ez ê tekoşîn bikim heya ku bibim layiqî vê yekê û taybetmendiyên ku Modernîteya Kapîtalîst di min de daye ava kirin derbas bikim. Her jiyaneke din wê bibuya dereweke ji xwe re û hesreta min a ji jiyana rast û azad re, ji heqîqetê re, ji hevaltiya durust re ji bo min ji her tiştî din mezintir bû, diyar bû weke insaneke ez berpirsiyar im û ev bûn biriyar û soza min. Ji bo tola Ş Nûjiyan, ji bo Rêber Apo û di vê kêliyê de, dema min ruxmê tirsa xwe vê gava xwe avêt, min hîs kir ku ez cara yekemîn nefes digrim.

Related Articles

Close