Şehîd Ali Çiçek

Ali Çiçek

 

Nav û Paşnav: Ali Çiçek
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1961 Kabahaydar – Hilvan, Riha
Cih û Dîroka Şehadete: 17.09.1982 Zindana Amed

 

“Darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’î rûyê xwe yê rast li zindana Amedê nîşan da. Bi kiryarên hovane xwest siyaseta înkar û tunekirinê ya li Kurdistanê bi ser bixîne. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li dijî mejiyê faşîst hate meşandin, nîşan da ku îradeya ji pola ya PKK’ê di nava ti şert û mercî de serî natewîne. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû yek ji nirxên pîroz ên mirovahiyê û bû hêvî ji mirovahiyê re. Ev ruh îro jî bi pêşengiya gerîla hîn jî dibe hêviya mirovahiyê. Ji berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hevalê Alî Çîçek di roja 67’an a berxwedana rûmetê de 17’ê Îlona 1982’an şehîd bû. Bi îradeya xwe sekn û berxwedaneke bi rûmet nîşan da. Stêrka Sor a Ciwantiyê Alî Çîçek di salvegera 41’ê ya şehadeta wî de, di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku mîrateya berxwedanê ya ji me re hiştine bi ser bixînin.”

“Hevalê Alî Çîçek destpêkê yek ji pêşengên tevgera PKK’ê hevalê Kemal Pîr nas kir. Bi Kemal Pîr re tevlî nava têkoşînê bû.” Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Li dijî nokerî û mêtingeriya li ser gelê me, tevlî nava çalakiyên bênavber bû. Li dijî nokeriyê bi wêrekî tevlî nava têkoşînê bû, têkoşîneke welê meşand ku bêhn li nokeran çikand. Alî Çîçek bi çalakiyên xwe bû yek ji şûrên herî kûj ên şoreşa me. Ne tenê ev yek kir, di heman demê de bi dînamîzma ciwantiyê ji perwerdeyê heta bi rêxistiniyê seferber bû. Ji bo ruh û baweriya şoreşgerî ji 7 heta 70 salî bigihêje gelê me bû semboleke milîtaniya bijarte.

Dema ku dîl kete destê dijmin, ji sekna xwe ya şoreşgerî qet tawîz neda. Li dezgehên êşkenceyê yên 12’ê Îlonê ku mirov nikare lê îdare bike, ne tenê li hemberî dijmin li ber xwe da, ev gotinên ku kesî newêrîbû bibêje li rûyê dijmin xist û bû rastiya şoreşgeriya Apoyî. ‘Ez Alî me, hûn min baş nas dikin. Ez mikur nayêm, hûn nikarin sirekê ji min werbigirin. Êşkenceya we tenê dikare canê min ji min bistîne. Hûn hemû xwe biceribînin. Partiya min berxwedan hînî min kir. Wezîfeya min berxwedan e, ya we jî mikurkirin e. Em destpê bikin. Bibînin bê dewleta we xurt e yan jî partiya min…’ Bi têgihiştina rêxistinî nehişt ku êşkence li gelek mirovan bê ikrin. Gelek çalakiyên ku nekiribû li xwe girt û bi vî rengî nehişt ku êşkence li gelek mirovan bê kirin. Li gel têgihiştina xwe ya rêxistinî nîşan da ku xwedî berpirsyariyeke çawa ye. Ev berpirsyarî di tevahiya jiyan wî de dihate dîtin. Ji xwe ya ku Alî Çîçek kir stêrka sor, berpirsyarî û dilsoziya wî ya li nirxan bû.

Komiteya PKK Ya Ciwana, Alî Çîçek Bibîranî

Davut Karasu: Heval Elî Çîçek di zindanê de koguşa 35 an de heya dawiyê berxwedan kir

 

Close