GiştîHevpeyvîn

Ronî Baz: Pêngava Serî Hilde wê hêviyên AKP’ê bişikîne!

“Em bi biryar in ku bi rêya pêngava Serî Hilde dest li pêvajoyê werdin û hêviyên mêtingeriyê bişikînin.”

Hevpeyvîn bi Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî Baz

Ronî Baz di destpêka axaftina xwe de sala 40. a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên leheng, gel, hevrê û hemû ciwanên welatparêz û şoreşger pîroz kir.

Baz diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng û krîtîk de ne û got, “Rojhilata Navîn ketiye nava krîzeke mezin. Şerekî gelekî giran heye. Ev şer ji bo netewe dewletên li herêmê û hêzên emperyalîst şerê parvekirinê ye. Ji bo gelên ku alîgirê wekhevî û edaletê ne, ji bo gelên dixwazin bi rengekî bi rûmet bijîn, şerê man û nemanê, şerê azadiyê ye.”

Ronî Baz da xuyakirin ku ti carî ji bo gelê Kurd û Kurdistanê firsendên mîna niha yên girîng derketin holê û got, “Ti wextê ewqasî nêzî azadiyê nebû bû. Lê belê di vê demê de ku azadî nêz e, girîng e bê dîtin ku êrîşên li dijî gelê me û welatê me di asta herî bilind de ne. Eger ev rastî neyê dîtin, hingî wê nirxandineke sivik û şaş were kirin. Yanî pêvajoyên ku azadî gelekî nêz e, di heman demê de ew pêvajoyê herî xetere ne.”

Baz anî ziman ku weke Komalên Ciwan haya wan van firsendên dîrokî û xeteriyan heye û divê li gorî vê yekê tevbigerin, bijîn û têbikoşin.

‘DÎROKA PKK’Ê DÎROKA CIWANÊN BERXWEDÊR E’

Baz destnîşan kir ku pêşengtî vê yekê li ser wan ferz dike û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê, serketin bi mezinkirina têkoşînê dibe. Lewma em xwe deyndar dibînin ku bi mezinkirina têkoşînê re azadiya Rêberê xwe misoger bikin û jiyaneke bi rûmet ji bo gel û welatê xwe biafirînin. Di nava dîroka tevgera azadiyê ya 40 salî de bêguman ji aliyê çandî û civakî ve gelek şoreş li Kurdistanê hatin afirandin. Gelê Kurd ku hewl didan ji ser rûyê erdê bibin, bi dayina berdêlên gelekî giran gihîşt pozîsyona ku cîhan tev wê qebûl bike. Eger niha li Rojhilata Navîn Kurd dikarin hemû hevsengiyên siyasî ji hev bixîne û bi siyaseta xwe dispêre yekîtiya azad a gelan hevsengiyên siyasî dikare ava bike, ev yek bi saya têkoşîna bi can û bi xwîn a tevgera PKK’ê ya bi pêşengiya PKK’ê ye.”

Ronî Baz ragihand ku di nava vê têkoşînê de bêguman ên herî zêde li refên pêş têkoşiyan, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz û şoreşger in û got, “Dîroka PKK’ê dîroka ciwanên berxwedêr e.”

‘BI PÊNGAVA SERÎ HILDE EM Ê HÊVIYA MÊTINGERIYÊ BIŞIKÎNIN’

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî Baz di dewama axaftina xwe de got, “Em bi biryar in ku di vê pêvajoya krîtîk de, bi rêya pêngava ‘Serî hilde’ dest li pêvajoyê werdin û hêviya mêtingeriyê bişikînin. Pêngava me, serîhildana li faşîzmê ye, raperîna li dijî koledariyê ye. Jiyan bi mêtingeriyê re nabe. Ya li dijî mêtingeriyê bê kirin berxwedan û têkoşîn e. Jiyana azad û bi rûmet vê yekê ferz dike. Bi raperîn û têkoşîneke xurt serketin dikare misoger bibe, faşîzm û mêtingerî dikare bê têkbirin. Ji bilî vê yekê ti alternatîfeke bi rûmet a ciwanên Kurdistanê nîne. Ya berxwedan ya berxwedan! Ji ber vê yekê got ‘Serî hilde’.”

‘JI BILÎ AZADIYA RÊBER APO EM TIŞTEKÎ DIN QEBÛL NAKIN’

Li ser armanca pêngavê Ronî Baz ev nirxandin kir: “Banga serî hilde bangeke berxwedanê ye, bangeke têkoşînê ye. Ev bang bêguman li hemû ciwanên şoreşger welatparêz ên Kurdistanê, hemû ciwanên şoreşger demokratîk sosyalîst ên li ber faşîzmê radibin û li tevahiya gelê me ye. Em pê zanin, her ku ciwan rabe ser piyan û serî hilde, gel jî radibe ser piyan û têdikoşe. Ji ber ku yekane çavkaniya hêvî û moralê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ciwan e. Armanca bingehîn a pêngava ‘Serî hilde’ azadiya Rêber Apo ye, ku hevgirtian hemû nirxên gelê me ye. Sekin û helwesteke ji vê kêmtir, ne ya qebûlkirinê ye. Azadiya Rêber Apo şikandina mêtingeriyê li Kurdistanê ye, azadiya gelên li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê, pêngava ‘Serî hilde’ demkî û taktîkî nîne. Pêngava ‘Serî hilde’ li ser du hîman hate plankirin. Ya yekemîn ji bo navxweyî, ya duyemîn jî têkoşîna li derve ye. Mebesta me ji têkoşîna navxweyî ew e ku li dijî nêzîkatiyên bersivê nadin serdemê, rê li ber qelsiyê vedikin û bi tirs û fikar in, helwest were nîşandan. Li şûna vê yekê, rêxistin û kesayetên xwedî însiyatîf û îrade yên bi wêrekî û bi huner têdikoşin bê afirandin. Têkoşîna li derve jî, li dijî hêvî û hewldanên mêtingeriyê ku hewl dide emrê xwe dirêj bike, helwest û çalakiyên encamgir bên lidarxistin.”

Baz anî ziman ku pêngava ‘Serî hilde’ beriya her tiştî pêngaveke çalakiyan e û got, “Di nava rewşa şer de ya ku encamê diyar bike, asta çalakiyê ya hêzan e. Şer û berxwedan karê çalakiyê ye. Ji bo pêkanîna çalakiyeke xurt jî pêwîstî bi rêxistinbûneke xurt heye. Rêxistinbûna xurt jî zanebûn û perwerdeyê dibe.”

Ronî Baz destnîşan kir ku pêngava wan di heman demê de pêngava tolhildanê ye û anî ziman, pêngava wan pêngava poşmankirina Erdogan ê faşîst û çeteyên wî ye.

Baz da xuyakirin ku tolhildana herî mezin jî bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bê hilanîn û got, “Li ku dibe bila bibe, cihgirtina li nava pêngava ‘Serî hilde’ û berxwedan gelekî hêja û helwesteke bi şeref e. Lê belê cihgirtina li nava gerîlayên azadiya Kurdistanê û têkoşîna li nava refêng erîla, tê wateya sekna herî mezin a tolhildanê. Lewma pêngava ‘Serî hilde’ beriya her tiştî tê wateya mezinkirina artêşa gerîla ku hêza tolhildanê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Baz hemû ciwanên Kurd ên di vê pêvajoya zor û zehmet de li ber xwe didin silav kir.

Related Articles

Leave a Reply

Close