GiştîŞehîdBîranînên Şehîdan

Nave Wî, Dilê Wî, Giyanê Wî Bû Êrîş…

Ji pênûsa Welat Talazok:

 

Nave Wî, Dilê Wî,Giyanê Wî Bû Êrîş…

Divê rastiya şehîdan neye jibîrkirin Bi dîtina rastiya Kurdistanê têkoşerên mezin ji bo azadî û serfiraziya gelê Kurd bûn stêrk û bûn tovên jiyana azad. Şehîdên Tevgera Azadiya Kurd li her devereke Kurdistanê bedêlên giran dane û bi van bedêlan re jî mîrateyeke mezin a têkoşîn û azadiyê dane avakirin. Rastiya şehadetê, naşibe tu rastiyeke din. Ji lewre divê mirov bi awayekî gelek hesas û gelek dilsozane binirxîne, bixwîne û bijî. Lazime mirov di her kêliya jiyana xwe de rastiya şehîdan ji bîr neke û li gorî vê giyan û têkoşîna ku dane seknekê nîşan bide. Lewma Tevgera Azadiya Kurd weke partiya şehîdan tê binavkirin, wisa hêsan xwe negihandiye roja me ya îro. Li welatekî wiha, ji bo gelekî wiha ku di nava du kevirên destara qirkirinê de tê hêrandin xebat meşandin û bi şêweyeke dilsozane jiyana xwe bexşkirin, nimûne û wêneyekî wisa payebilind e ku di dîroka mirovahiyê de jî kêm caran hatiye dîtin.

Şirove kirina zarokên welatê rojê hesan nîne, şervanên ku di hûndirê agirê azadiyê de xwe dişewitînin û bi azadîyê re dibe yek nivîsandina wan penus jî ji xwere maf nabîne ku binivisîne. Belê rêhevalê xwebexş we ji herkesî zedetir dizanibûn heqîqet di hundira agirê azadiyê de vêşartiye. Her perçeyeke laşê we ya ku nêzî agir dibu, dile we ji bo hembêz kirina rojê lêdida. Kîjan hevok dikare hinek jî be behsa çîroka we bike? Em li hember çiqas peyvan bejna xwe bitewînin ji bo qehremanîya we rave bike? Çend gotin dikare di keleka fedaîtiya we de li ser piya bisekîne? Lê belê dîsa jî di hundire behskirina we de bêmirinî heye. Bêmiriniya ku di dil û mêjîyê tekoşine xwedî dike û darbe li dijminê qirker dide.

Faruk Aydın bi nasnav Êrîş Çirav, 27 ê Çileyê a sala 1989’an de li Sêrtê, cihê ku tevgera azadiya PKK mermiyê yekemîn teqandin û qerînê yekemîn lê bilind bû ango li Eruh ji dayik dibe. Li hember dagirkeran êrîşê yekemîn li ser axa wî de hatibû kirin,îradeya şerkirinê cara yekemîn li ser axa Erûh de şîn dibû. Ji ber vê yekê jî ji dayikbûnê de ew her tim rihe xwe yê êrîşê parast. Nave wî, dilê wî, giyane wî bû êrîş. Heya demekê di nava çanda mezopotamyayê ku mirovahî ku lê text daniye re çanda Botanê mezin dibe. Hin bi çukatîde zarokek asi û bi pîvane. Bi vê çanda berxwedêr û bi cewherî mezin dibe. Ruxmê dest dirêjiya dijmin ya ku dxwaze çanda kurda û kurda qır bike de heval Êrîş hin wê demê de ev qebul nekir û çanda xwe her hembêz kir û diçu ku derê dxwest vê çandê berbelav bike. Pişti demekê ji bo xwendinê heval bo zanîngehê diçe Antepê, li vir her kêliya jiyanê de zihniyeta saziyên dewlet hîn zêdetîr dibîne.û vêya îdî tehmul nake li beramberî vê dikeve nava lêgerînekê ku çawa dikare li beramberî vê tekoşîn bike. Jibo wê tevgera ku weke efsanya dıhate behs kirin û gotin û pratika wa yek bu Tevgera Apociya nas dike û meraqa wî li beramberî tevgera azadyê her diçe agirê dilê wî gurtir dike. dema hin Cara yekem tevlî civîneke rêxistina ciwanan dibe ev dıbe di wê civinê de samimiyeta PKK û tevgerandına şervanên heqîqetê dibine û ev dibe sedem ku biryargirtina ji bo tevlîbunê pir zêde nedome. Di vê civînê de biryara tevlîbûnê refên gerîlla digre û wisa dibêje ” ez wêjeya dewletê naxwînim, ez wêjeya Rêber Apo bixwînim” Watê dayîna jiyanê û girtina biryara tevlîbûnê ji bo Ş. Êriş ewqas zû pêşdikeve, ku jiber karektera azadîyê ewqas kur jiyan dikir ku, ruxmê dijmin bi politikayê xwe yê bişaftinê dxwest heval Êriş ji nirxê wi dur bixe lê belê pergal li beramberî rastiya tevlibuna heval Eriş carekî din têk çubu. Ji ber ku jiyana wî, her gotin sekin û biryara wî wek mîlîtaneke Apoyî germ, zelal û eşkere bû…

Rêheval Êrîş bêrî ku biçe qada çiya (gerilla) di gelek qadan de xebatê ciwanan dimeşîne. Cihê ku ciwanên Kurd lê jiyan dikin, jibo ku fikra Rêber Apo erbelal bike û her kesî bigihine rîya heqiqetê kolan bi kolan tax bi tax bêwestandin digeriya. Ji dayîkan çîrokên kevnar guhdar dikir, dema ku westandineke dikeve ser milê wî, tiştê ku ew radikir ser pîyan avê ku ji destê dayikeke Kurd vexwarin bû. Jixwe soz dabû, tevlîbûna wî bibuya tolhildana wî ji bo çîrokên ku hatiye jibîr kirin bibe.

Xebata xwe ya destpêkê li qada Entabê dide meşandin. heval Êrîş dema ku di kolanê wir de dimeşe bi hisiyata di kolanê Entabê de gavên Ş.Hakî Karer didît. jibo xwedî li nırxê Ş.Heqî Karer derbikeve û bikaribe bîranîna Ş.Hakî Karer li Dîlokê bide jiyankirin, Derîyê ku Ş. Êrîş lênedaya, kolanê ku lê nemeşiye û ciwanê ku pêre niqaş nekiriye nemaye. Her bı rastiya ku Heval Heqî rêxistina ava kiriye û bi hisiyata” Dibe ku heval Heqî di ve kolanê de meşiyaye, dibe ku di vê malê de tekîliyeke dîtiye, belki wana rêxistin kiriye” Li Entabê dengê Ş. Êrîş bi wan gotinan û bi wan Qirînan bilind dibû. Dema ev dikir herkes heyran dima ewqas bi heyecan, bi coş û xwestek. Pişti demekê li qadê dimine ji aliyê dijminê qirker ve tê girtin. Li vê derê li beramberî rastiya dijmin xwe bi rêxistin dike, perwerde dike û hêrsa li beramberî dijmin di heval Eriş derdıkeve lutkeyê jiber wê her xeyal dike ku bere xwe bide Çiyayên ku Rêber Apo jimere weke qadê azadîye ava kiriye biçe û li beramberî dijminê xwin mij şer bike.

Jibo heval Êriş hatina çiyayên Kurdistanê hesan nîn bû. 2 sal û nîv li zindanê de dimîne. Ji ber vê jî çuyîna qadên ku hatiye rizgarkirin, cihê ku siya dijmin jî lê nakeve û li çiyayên Kurdistanê de jiyan kirin ji bo wî pir watedar dibe. Sala 2014’an de Ş. Êrîş derbasê qada çiya dibe. Li vir de jî bi pîvanê xwe ya jiyanî û tevlîbûnê xwe ya xurt ya Rêber Apo ve tê nasîn. Êdî Pêvajo guherîye û heval Êrîş ji bo şerê gelê şoreşgerî xwe li beramberî dijmin bi hêrsa serkeftinê û bi hesta tolhildana ku di hundirê xwe de jibo li beramberî dijmin şer bike xwe amade dike. Weke navê xwe bi rihê xwe yê erîşê di nav şerê xwe rêveberîya Xweser di qada Silopî de cih digire. Bi sedan ciwan li gel H. Êrîş de xwe perwerde dikin,H.Êriş idi vê carê buye komutaneke şere gelê şoreşgerî û pêşengtiyekî di asta jorde dike. Gotinê ku heri zede dianibû ser ziman ew bû ”ez careke din nakevim deste dijmin.” Ş. Êrîşê ku gotin û pratîkê wî her tim yek bû, di şahadete xwe de jî heman tiştê nîşan da. Li Silopî de Ş. Êrîş heya kêliya xwe ya dawi şer dike dijmin har û din dike dijmin dxwaze heval Eriş bi saxî bixe dest lê heval Êriş carekî sond xwarıbu ku militanê Rêber Appo derfet hebe nakeve deste dijmin. bi vê rastiya ku ji pir tekişerên doza azadiyê girtıbu tev geriya û bombaya xwe ya dawî li xwe de diteqîne û dibe fedayîyê serkeftinê

Bi vê rengê Şehid Êrîş bi qehramanî û werektiyeke mezin tevlî kervana şehîdan dibe. Piştî şahadetê Şehid Êrîş bi taybetî li qada Botan bi sedan ciwan navê wî rakirin û bi nave Êrîş tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Ş. Êrîş weke fedaîyê demê rol û misyona xweya pêşengtiyê leyst û bû şopdarê hemû şehîdên Kurdistanê. Ciwanên Cizîre,Silopî,û giştî Botan qehremaniya Ş.Êrîş esas girtin û berxwedan. Ş. Êrîş di rastiya berxwedana Botanê bû nîşana fedaitîya ciwanên Kurdistane…

Related Articles

Close