GiştîŞehîdBîranînên ŞehîdanVideo

DILEKÎ JI AGIR, SEMBOLA FEDAYÎTÎ Û FEDEKARÎYÊ; BAWER AGIR

Ji Bo Bîranina Şehîd Bawer AGİR Portre:

“Hezkirin yek ji hestên herî bi nirx yê mirovahiyê ye û yên ku hezkirinê diafirînin jî nirx in. Ew encex li ser koka nirxên bedew şîn dibe, xwe bi wan gewde dike.  Li cihekî ked, fedakarî û qehremanî hebe, li wir hezkirin jî heye.  Lewma şoreşger û peşêngen gel ku bi van nirxan re bûne yek pirr zêde tên hezkirin.  Ji ber ku naşibin kesên din, tiştên kes cesaret nake dikin, bi ser dixin û rêbertiya vî rûhî dikin.  Hestên nû diafirînîn û heta wateya nirxan ji nû ve pênase dikin.  Bi wan re êdî wateya ked, rûmet, qehremanî gelekî cûda û berdela wan jî giran dibe.  Yên bersîv didin pêdiviyên demê ew in û mînak tên girtin. Yek ji van lehengên ku di nav dilê gel û hevalê xwe de ciheki giranbuha girt jî şehîd Ahmet Akyuz, bi nasnav Bawer Agir e.

13 cotmeha 2019’an de li Rojava di êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Girê Sipî de tevî rêhevalê xwe Reşît Efrîn tevlî karwanê şehîdan bû.

Ew jî herî zêde ji welatê xwe Kurdistan, azadî û şoreşgeran hez kir.  Lewma ji bo karibe bi awayekî rûmet bi van re bijî berê xwe da şoreşê. Weke qehremanên din yê gelê Kurd her kêliya jiyana xwe bi ked û dilsoziyeke mezin hûnand. Weke wan ew jî bê tirs bû û bi hêz û cesareta xwe weke artêşekê yek kesî bû. Ew jî dixwest siberojeke azad biafirîne û ji bo berdela vê ya giran xwe amade kiribû. Her tişt dabû ber çavên xwe û dizanîbû ku di oxira vê de tevî şehadetê gelek zor û zehmetî jî hene.  Lê azadî nirxê herî giranbuha bû û hêjayî van hemûyan bû.

Şehîd Bawer Agir, di 18’ê Mijdara 1989’an de li navçeya Amedê Xana Axpar hate dinê, lê bi eslê xwe ji navçeya Mêrdînê Dêrika Çîyayê Mazî bû.  Di nav malbateke welatparêz de, bi nirxên Kurdewarî yê resên mezin bû. Yê herî zêde hîmê kesayeta wî ya şoreşger danî û li ser bandor kir jî welatparêzî û dilsoziya têkoşîna azadiyê ya malbata wî û gelê Kurd bû. Dema çavê xwe li jiyanê vekir li aliyekî zilma dijwar a dijmin, li aliyê din serhildana gelê Kurd a ji bo azadiyê hebû. Malbata wî sedemê vê rastiyê pê da fêhmkirin û ji bo di nav refên vê serhildanê de cihê xwe bigire û li ber xwe bide hêz da.  Di her kêliyê jiyana xwe de pêdiviya vê berxwedanê û tîna agirê wê hîs kir.

Hîn ji zaroktiya xwe ve xwest bibe çîrûskek ji vî agirê azadiyê û tarîtiya mêtingeriya dijmin biçirîne. Weke malbata wî fêrî wî kiribû, tim li hemberî dijmin û di nav refên têkoşînê de cihê xwe girt.  Li kolanan dirûşmeyên azadî û serketinê ji devê wî kêm nebûn. Lê ev tenê di gotinê de nema. Gavên xwe jî ber bi vê serketinê ve avêt û bû xwedî meşeke bi rûmet.  Dema dest bi dibistanê kir, rûye rast yê dewletê û şerê taybet yê dagirkeriyê zêdetir dît. Ev hêrsa wî ya li hemberî dijmin tundtir kir.   Bi qasî sedemên têkoşînê, biryardariya xwe jî mezintir kir û hîn di zaroktiyê de xwe ji bo şerekî dijwar amade kir. Tim lehengên şoreşê ku destanên bê hempa nivîsandine ji xwe re mînak girt. Şoreşgerî di şexsê Ferhat Kurtay, Rozerîn Pîran û Armanc Kerboran de nas kir û wan ji xwe re mînak girt.  Ji ber vê yekê meşeke ji rêze qebûl nekir û weke pakrewanên şoreşê pîvanê wî yê têkoşînê pir bilind bûn.

Dema li Enqere zanîngeh dixwend li vir têkoşîna azadiyê ji nêz ve nas kir. Her çû polîtîkayên li ser ciwanan tê meşandin fêhm kir û rastiya pergalê û dijmin hîn zêde lêpirsîn kir.  Zanistî û biryardariya wî bi hêztir bû û bi temamî qaneh bû ku rêya çareserî û sererastkirinê encex di têkoşîna azadiyê de ye. Ciwanekî Kurd bû, dilxwaze azadî û jiyaneke bi rûmet bû û nikarîbû çavên xwe li vê zilmê bigire.

Di sala 2012’an de biryar da ku bi awayekî profesyonel tevlî nav têkoşînê bibe. Roj bi roj îdîa û armanca xwe bilind kir û her tiştê fêr bû derbasî jiyanê kir, parve kir. Ciwanên li derdora xwe jî perwerde û rêxistin kir. Şagirtê wî yê destpêkê û hevalê wî yê herî nêz jî birayê wî şehîd Agir bû. Her tiştê ku fêr bûn, bi hev re parvekirin. Ji hev re hem bûn bira, hem bûn hevalên têkoşînê.  Lê birayê wî Agir lez dikir û dixwest demek berî demekê xeyalên xwe pêk bîne.  Lewma rexmî ku jê piçûktûr bû, berî wî tevlî nav refên gerîla bû.

Ev tevî berpirsyariyê, îdîaya wî ya têkoşînê jî mezintir kir. Ji ber van xebatên xwe hat girtin û demekê di girtîgehê de ma. Li wir bi zextên dijmin re rû bi rû ma û hêrsa wî ya li dijî dagirkeriyê dijwartir bû. Ji bo vê çerxa zilmê ya dijmin hilweşînê rêya têkoşînê hilbijart û tevlî nav refên gerîla bû. Bawerî û dilsoziya wî mezin bû û her gavên xwe li gorî vê avet. Xwest bi rihê serketinê vê mêtingeriya ku weke çarenûsekê li ser gelê Kurd tê ferzkirin hilweşîne.Li her cihê ku lê bû bi vê armancê xebat meşand û bi rihê serhildêr, afirînêrî, çalakgeriyê di her karê xwe de bi ser ket. Weke pêşengên PKK ew jî ti carî di têkoşînê de gotina “nabe” qebûl nekir. Bi her awayî li ser şopa mîrasê berxwedanê yê wan pakrewanan meşiya û di her tengasiyê de got “An em ê reyekî bibînin, an em ê reyekî vekin”. Di alozî û zehmetiyan de bi zeka, fedakarî û werekiya xwe bû çavkaniya çareseriyê. Di kêliyê herî xeter ku pêdivî bi hêz, zanabûn û çalakiya mezin hebû, yê li pêş ew bû. Pêşeng û hêvalê rojê teng bû. Li hemberî dijmin dilekî ji agir, ji bo hevalê xwe jî weke çiyayekî starê    bû. 

Ji bo wî hevaltî ji her tiştî, ji can jî şêrîntir bû û ev berdêl dabû ber çavên xwe. Di rewşên dijwar, di êrîşên dijmin de ji bo hevalên wî ziyanê nebînin tim xwe da pêş. Xwe bi çekên têkoşîn, azadî, hevaltî û şoreşgeriyê pêça û xwe kir hêzeke rêxistinkirî. Li herêmên Amed, Elîh û Sêrtê xebat meşand. Di nav xebatên ciwanên şoreşger de cîh girt û bi sedan ciwan perwerde kir. Weke milîtanekî rêya şabûn kêfxweşiyê jî di ked, xebat û parvekirinê de dît û di vê mijarê de bû mînak. Bi qasî wê keda xwe ya mezin kêfxwêşiyek mezin afirand û ji lêvên wî ken kêm nebû. Bi hevaltiya xwe ya jidil û rûkeniya xwe, dilê her kesî geş, derdora xwe şa kir. Bi pîvanên milîtantî û şoreşgeriyê yê PKK meşiya di warê û bîrdozî û leşkerî de xwe perwerde kir û ji bo pêşketîne sînor nas nekir.

Di sala 2013’an de bi daxwazeke mezin dest bi dewreya Akademiya Şehît Alî Çîçek kir. Bi awayekî xurt tevlî perwerdeyê bû û hemû tecrûbeyên ku li vir girtine ji xwe re kir bingeha destpêkek nû. Bi gire dana xwe ya Rêber Apo kurbuna wî di birdozide dibe sedem ku moral û coşa xwe derdorê motive dike. Piştî dewreya perwerdeyê herêma Qendîlê xebatên ciwanên şoreşger meşand. “divê ev agahî bê zelal kirin” Bi hezaran ciwan perwerde kir û ji bo li hemberî dijmin û pergalê şer bikin û darbeyên mezin lêxin ji wan re fermandartî kir.  Lê weke şoreşgerekî tim xwe hem şagirt, hem jî fermandar dît û bi vê pîvanê tevlî jiyanê bû. Mezinbûna kesayeta şoreşgerî di dilnîzmî û kedê de dît û di tevahî jiyana xwe de ev esas girt.

Piştî Qendîlê derbasî herêma Garê bû û li wir jî berpirsyariyên girîng hilgirt. Bi coş û daxwazek mezin tecrûbeyên xwe par ve kir û bi sedan ciwan perwerde kir. Di wê pêvajoyê de, li Bakur têkoşîna rêveberiya xweser dest pê kir. Yekser ji bo tê de cih bigire xwe pêşniyar kir. Lê rêheval û birayê wî Agir dîsa berî wî gav avêtibû û di şerê xweseriyê, di nav refên pêş de cih girtibû. Ango weke wî tim digot, dîsa “ew fikirîbû û Agir berî wî ev pêk anîbû.”Hevalên wî guncav nedîtin ku her du bira di qada şerê germ de bin û ji ber vê yekê ev pêşniyara wî nehate qebûl kirin. Lê rêhevalê hev, birayê hev bûn û dilê wan bi hev re lê dida. Bi qasî ku birayê wî Agir li Bakur bi ser dijmin de çû û darbe li dijmin xist, ew jî li qadên ku lê bû bi xebatên xwe ev kir. Ji ber destûr nehatibû dayîn ew nikaribû biçe, lê ji bo vê xeyala wî pêk bînin bi sedan ciwan perwerde kir û şand qadên şer.

Dema şehadeta birayê xwe Agir bihîst, vê carê ji bo tola wî hilgire û xeyalên wî yên nivçe mane bi cih bîne bi biryardariyeke hîn xurttir xebat meşand. Piştî şehadetê êdî navê xwe kir Bawer Agir. Lê di wê ferqê de bû ku, ji bo xwedî li biranînên şehîdan derbikeve hilgirtina nav têr nake. Dizanîbû ku êdî barê wî girantir bûye û diviyabû tevî çekên xwe û bi yên şehîd Agir jî şer bike. Diviyabû bi qasî Agir leheng be, bi hêzeke mezin bi ser dijmin de biçe û serketinên hîn mezintir bi dest bixe. Ji bo bi awayekî xurt xwe ji bo vê meşê amade bike 2016’an de li Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK’ê perwerde dît. Di dewreya perwerdeyê de bi fermandarên nemir Atakan Mahîr, Rizgar Amanos, Rojîn Gewda û Delîlayan re hevaltî kir û tecrûbeyên mezin wergirt. Bi bîr, bawerî û zekaya xwe û tevlîbûna xwe ya xurt a perwerdeyê bala hemû hevalên xwe kişand û di dilê hemûyan de şopeke mezin hişt. Di vê perwerdeyê de bi hewldaneke bê sînor xwest rastiya PKK û Rêber Apo hîn zêde fêhm bike, bi her awayî pêk bîne û bi vê yekê rêhevaltiya xwe xurttir bike. Daxwaza wî ya herî mezin azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû û gavên wî yên têkoşînê jî li gorî vê bi îdîa û hêvî bûn.

Piştî perwerdeyê li Başûr di nav ciwanan de erkên girîng wergirt û di hemû xebatên xwe de ev dilsoziya xwe nîşan da. Ji bo fikrên Rêber Apo û bîrdoziya PKK bi ciwanan bide nasîn bi kedeke mezin ciwan rêxistin kirin. Ji çanda Başûr pir hez kir û bi dil û can xebat meşand. Di demeke kurt de fêrî zaraveyê Soranî bû û bi zanebûn, dilnizmî û dilsoziya xwe ya bi gel re, li her derê, li her mala ku çûye gelekî hat hezkirin. Lewma dema ji Başûr çû jî ti carî nehat jibîrkirin û gel silavên xwe jê kêm nekir. Hestên wî yên welatparêzî pir xurt bûn, hemû êşên gelê xwe hîs kir û xwe ji her derê Kurdistanê dîdit.

Heval Bawer şervanê gelê xwe bû, agirê têkoşînê di dilê wî de her geş bû. Li ku derê pêdivî hebe, li ku derê Kurdistanê êrîşek dijmin hebe ji bo li dijî vê şer bike her amade bû. Lewma dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, yekser ji bo welatê xwe biparêze û li kêleka hevalên xwe şer bike, xwest biçe Efrînê. Ew tenê neçû, komeke ciwan jî rêxistin kir û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi meş ji Başûr ber bi Rojava re ketin rê. Lê di rê de rastî xiyaneta PDK hatin û hêzên Barzanî pêşî li wan girtin weke iro xwest wan bi ixeneta xwe ya di dîrokê da vê carê jî şurê xwe yê xiyanetê bi kar bîne,û dilsozîya xwe bi dewleta tirkre bide nişandan.Tevî ku KDP rê girtibu lê Heval Bawer ew astengiyan derbas kir,lê ji ber hêzên PDK ciwanek girtin û dest bi lêdanê kirin, li hemberî vê bêdeng nema. jiber vê fêr bubu ku PKK yî hevalê xwe di deste dijmin de nahêle. Vegeriya û bi wêrekiyek mezin ji bo hevalê xwe di destê wan rizgar bike bû mertal. Bê çek bû, lê dilekî wî yê ji agir hebû û bê tirs bû. Hêzên PDK ji vî lehengê Kurd tirsiyan û bi doçkayan gulle li ser reşandin. Di vê êrîşa xayîn de giran birîndar bû, lê ti carî moralê xwe xira nekir. Ji bo tola vê xiyanetê rake bi biryar bû ku rabe ser piyan û têkoşîneke hîn xurttir bimeşîne.

Ji ber xeyalê xweyê çuyina Bakur û tol girtina ji dewleta tirk her xwe amade dike. Di wê bareriyê deye ku cihê Rêberê me lê girtiye lazime şoreş ji wê dere dest pê bike debu, Bi vê hêrsa xwe her ji rêxistinê re pêşniyar dike ku biçe bakur li ser vê esasê rapora xwe ya pêşniyara çalakiya fedayî ji rêxistinêre dinivîsîne.ku biçe Bakur û çalaiya fedayî pêk bîne. Bi vê hêviyê birînên xwe zû pêçan û çawa rabû ser piyan, jiber wê deme rêxistin ev pêşniyara wî guncav nedît. lê bi soza wî rihî tev gerandinê da , Jiber pêwistiya şoreşa Rojava vê carê, weke soz dabû berê xwe da şoreşa Rojava.

Li warê berxwedanê Kobanê, ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk serî netewand xebat meşand. Ji bo rastiya dijmin bi ciwanan bide nasîn û vî rihê berxwedanê di nav ciwanan de mayînde bike kedeke pir mezin da. Weke çemekî herîkî û herikand ti astengî nas nekir. Bi îdîayeke mezin kolan bi kolan, mal bi mal geriya û bi dîsîplîn, biryardarî û serketinê, pîvanên jiyana PKK ya şoreşgerî bi her awayî pêk anî. Fedaiyekî jiyanê bû û bi felsefeya “gelê min û hêvalê min hêjayî nirxên herî baş in” tevgeriya.

Lê ev tenê daxwaz nekir, ji bo vê başî û xweşikbûnê biafirîne jî ked û hewldaneke mezin da. Girêdana wî bi Rêber Apo weke goşt û nenukê bu. Hertim bi hesreta dÎtina Rêber Apo jîya. Deqeyek xwe bê fikirandina Rêber Apo û jiyan kirin derbas ne dikir. Li Kobanê demeke kin ma, lê weke her derê li wir jî şopên mayînde hişt û bandorek mezin kir. Hêza kêfxweşî û çareseriyê bû, di rojên herî teng de li cem hevalê xwe, gelê xwe bû. Ji ber vê yekê bi dilnîzmî, zanebûneke kûr bi hemû pirsgirêkan re mijûl bû. Tevî coş û hêviyên xwe, hemû tecrûbeyên xwe jî bi wan re parve kir.

Dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî bajarên Serêkaniyê û Girê Sipî kir şev û roj di hemû amadekiriyên şer de cih girt. Ruxmê erken wîyê cudatir hebu,lê dema şer dest pê kir berî her kesî li Girê Sipî di êniya herî pêş de cih girt. Heta kêliya dawî tûnelên şer kola, ji bo parastina cewherî bi sedan ciwan rêxistin kir û heta kêliya dawî şer kir. Dema hevalê wî di şer de birîndar bû, dîsa yê destpêkê bi hewara wî ve çû ew bû. Dîsa di kêliya herî xeter de mirin da ber çavan û bê dûdilî çû. Lê dema xwest hevalê xwe rizgar bike di êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de gihaşt şehadetê. Weke birîndariya xwe, di şehadeta xwe de jî ji hevalê xwe re bû mertal. Li Kobanê bi merasîmeke heybet a layîqî lehengiya xwe bi girseyî hate oxirkirin.

Bavê wî û dayika wî jî ji bo ev du lehengên Kurdistanê mezin kiribûn tim serbilind bûn. Agirê şehadetê dilê her dayikê bişewîtine jî, ji bo dayikên şoreşê serbilindiya têkoşînê ji vê wirdetir e. Ji zaroktiyê ve ji bo ala bi rûmet a egîdên Kurdistanê hilbigirin lawên xwe    amade kiribûn û herdu jî bi meşeke têkoşînê ya serbilindî ev pêk anîn. Tiliîliyên dayika wan a piştî şehadetê ji bo vê bû.

Heval Bawer berî şehîd bibe bi çend saetan li êniya şer bi hevalên xwe re dilsoziya xwe ya bi azadiyê û hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeriyê par ve kiribû û ev helbest gotibû:

Eger rojekê ez di destê xwe de

bi aleke vegerim

zanibe ku

li cem min azadî heye

Lê eger ti carî venegerim

zanibe ku

min xwe gihand

ya ku tim min bêriya wê dikir

wê demê

tu alê dewr bigire”

Heval Bawer di rêya azadiyê de bi serbilindî meşiya û bi van nirxên tim bêriya wê dikir re bû yek. Heta dawî ala azadiyê di refên herî pêş de bi rûmet bilind kir. Weke daxwaz kiribû, piştî şehadeta wî ciwanên ku tevlî nav refên têkoşînê bûn ala azadî û berxwedanê dewr girtin. Ew ala serketinê ti carî danakeve û bi serbilindî wê her li ba bê.”

Related Articles

Close