GiştîHevpeyvînŞehîdBîranînên ŞehîdanVideo
Ez dixwazim ku bi taybetî ciwan vê yekê rast fêm bikin
Ji Gerîlayê Enternasyonalist Şehîd Bager Nujiyan ji ciwanan re bangawazî
“Navê min ê rastî Mîkaîl Panser e, navê min di nava tevgerê de Bager Nûjiyan e, beriya niha navê min Xelîl Viyan bû. Ez di 1ê Îlona 1988an de li Almanyaya Rojhilat hatime dinyayê. Rewşa malbata min a aborî normal e, ji welatê xwe hez dikin, berî sosyalîst bûn. Xwişk û birayekî min hene, ez di ortê de me. Ez 13 sal li dibistanê û 1 û 1/2 sal li zanîngehê mam.
Min hevalên tevgerê li Elmanyayê nas kir. Rewşa Ewropa û rewşa cihanê ya di dema me de, di serdema kapîtalîzmê de diyar bû û diviyabû çareserî bihata dîtin. Ev ji bo me her tim zelal bû û bi vî awayî em bûn hevalên tevgerê. Me hevalên xwe yên li Ewropayê nas kirin û bi vî rengî em hatin çiyê. Di lêgerîna xwe de me Rêbertî (Abdullah Öcalan) û partiyê rasterast nas kir. Me dît ku her çend me her tim hewl da jî, hewldanên me her tim têrê nekir. Ji ber ku li vê derê li Almanyayê rewş gelekî tevlihev e û ciwan di nava zehmetiyeke mezin de ne. Ciwan di dîtina rêyekê de ji xwe re zehmetiyên mezin dikişînin. Dema ku min partî nas kir, min tiştek fêm kir: tevgerek ji Rojhilata Navîn e, lê karakterek gerdûnî heye. Nirxên exlaqî û polîtîk, nirxê hevaltiyê û di heman demê de nêrîna tevgerê ya li ser pirsa şaristaniyê ku pir berfireh têdigihîje. Me destnîşan kir ku ev rêya ku Rêbertî û partiyê diyar kiriye rast e û ji bo me jî bingehîn e. Bi vî awayî min partî nas kir, bi awayekî îdeolojîk. Min pirtûkên Abdullah Öcalan xwendiye. Di dawiyê de min biryar da ku ez beşdarî partiyê bibim. Armanc her tim dîtina çareseriyê bû.
Me dît ku di ezmûn û rêya PKK’ê de tiştekî gerdûnî heye. Ev ê bikaribe gelek tiştên ku ji bo çareseriyê li Ewropayê pêwîst in, derbas bike. Di heman demê de, pirsgirêk rasterast girêdayî ne. Ger şoreşa Kurdistan û Rojhilata Navîn bi ser bikeve, wê ev yek rasterast bandorê li modernîteya kapîtalîst a li Ewropayê jî bike. Ji ber vê yekê armanca me ew bû ku konfederalîzma demokratîk weke modela çareseriyê bê naskirin, baştir nas bikin û belav bikin. Bi rastî jî me xwest ku pireyan çêbikin. Ji ber ku perspektîfa li Ewropayê gelekî ji cîhanê qut bû, bi taybetî jî koka xwe ya li Rojhilata Navîn ji bîr kiribûn û me xwest em vê peywendiyê ji nû ve ava bikin. Ji ber ku ciwan li çareseriyê digerin. Armanca me ev bû.
Ji bo xwe perwerde bikim hatim çiya. Wateya “çiya” çi ye? – Berî her tiştî, xaka rizgarkirî! Cihê ku em pêşî dikarin xwe baştir nas bikin. Perwerde bi rastî tê wê wateyê – Şoreş çi ye? Em dixwazin civakê azad bikin, em dixwazin çarenûsa diyarkirî ya mirovahiyê biguherînin. Ji bo vê jî divê berî her tiştî em pirsgirêkên di kesayeta xwe de baştir fam bikin. Divê em bi xwe pirsgirêkên civakî yên ku di kesayeta xwe de dijîn derbas bikin. Di prensîbê de hinekî mîna psîkanalîzê ye, divê em xwe nas bikin. Em çi travmayan dijîn? Ji ber ku ev bi rastî ne tiştekî ferdî ye, belkî tiştekî civakî û dîrokî ye. Tişta ku em dikarin di nav xwe de çareser bikin, em dikarin çareseriyên civakî jî bibînin. Wateya perwerdehiyê tam ev e. Ev perwerde ye. Çiya cihê me ne. Em li vir bi hev re dijîn û pirsgirêkên xwe bi hev re derbas dikin. Em xwe bi hêz dikin û li ser wê bingehê em wê demê di civakê de li gorî nêrîna xwe ya ji bo pêşerojê kar dikin: Em çawa dixwazin dîrokê biguherînin?
Ji ber vê yekê em nehatin vir ji ber ku lêgerîna me tiştek pir taybetî û awarte ye, di rê de min her dem di civakê de gelek kesên ku li heman tiştî digerin dîtin û nas kir. Ji ber vê yekê ez difikirim ku rêya şoreşa Kurdistanê, rêya PKK bûyînê, rêya naskirin û têgihîştina Rêbertî rêyeke rast e ku hatiye dîtin. Ne tenê ji bo şoreşa Rojhilata Navîn, ji bo şoreşa cîhanî.
Bi taybetî wekî ciwan, ez dixwazim ku bi taybetî ciwan vê yekê rast fêm bikin, rewşa me pir dişibe rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Divê em rola xwe ya di vê yekê de baş fêm bikin, berpirsiyariya xwe qebûl bikin û vê rewşê biguherînin. Divê em çareseriyekê bibînin. Ger em vî şerî rast fêm bikin, dibe ku şerê dawî yê mirovahiyê be. Bi modela rêxistina civakî ya konfederalîzma demokratîk, mirovahî dikare ji dogmaya dewletê qut bibe û pergala baviksalarî bi ser bixîne – ger em vê qonaxa xwerêxistinkirina civakî rast fêm bikin.
Bi dîtina min rêya rast a rêxistinbûna me ew e ku em bibin partî, divê em tevlî gerîla bibin û tevlî rêxistina ciwanên şoreşger bibin. ciwanî çi ye? Ew pêşeng in. Divê ciwan di pratîkê de bi berpirsyarî vê rolê bigirin ser xwe.
Bi vê bîr û baweriyê, ez ji we re serkeftinê dixwazim!”