KovarDirokYurtsever Gençlik

Dİ DÎROKA VEŞARTÎ DE Dİ DÎROKA VEŞARTÎ DE JİNÊN KURD ÊN PÊŞENG

Dİ DÎROKA VEŞARTÎ DE Dİ DÎROKA VEŞARTÎ DE JİNÊN KURD ÊN PÊŞENG

Di xwezayîbûna hebûnê de xwesteka xwe pênase kirin, dayîna nîşandan û domandin diyardeyên esa siye, ya ku pêkan dike jî çalakî û berhemên wê ye. Lê eger kû ev dîrok bi destên deshilatdaran hati be nivîsandin, wê ev rastî çiqas bikaribe heqiqetê pênase bike? Di serdema modernîteya kapîtalîst de hemû birdoziyên serwer bi karakterê zilamsalarî teşe girtiye. Ji ber vê yên kû di roja me ya îro de pênûsa dîrokê girtine û nivîsandine xwedî heman ferasetê ne . Ji bo vê jî berpirsyartiya ji nû de ko landina dîrokê pêwîstiyek esasî ye. Taybet ya ku di dîrokê de xwestine bidin wendakirin jin û berhemê wê bû. Mirov dikare vê lepirsîna ku li pey şopa wê dikevin wek ‘‘dîroka veşartî’’ bi nav bike. Kurdistan ew cih û warê yekem e kû çanda xwedawendiyê lê avabûye û dîsa ew cîh û warê yekem e ku li ser esasê înkar, qetilkirin û biyanîkirina jinê ve pirsgire ka jinê derketiye holê. Tiştek, encex li warê kû ha tiye wenda kirin dikare bê dîtin. Di cûreyê mirov de volkana jiyana mezin li qûntarên Toros – Zagros û di navbera dîcle û firat de teqiya. Jiyana mezin li vê derê zayîna xwe pêkanî û; di Kurdistanê de wek JIN û JIYAN pêkan û. REBER APO

Ji destpêka mirovahî de, ji avabûna qlan bigre heya roja me ya îro, warê kû di dîrokê de ‘JİN û JIYAN’ afirandiye Kurdistan e. Jin di Kurdistanê de di rê vebirina civak û parastina nirxên civakê de xwedî rolekî girîng bû. Ango her çiqas feraseta zilamê des hilatdar serwer be jî li Kurdistanê heman encamê ku xwestiye bigre derneketiye holê. Nirxên jin-dayîk di hafizayê civakê de her çiqas rewşekî hatî wêrankirin be jî, xwe daye jiyîn û weke tovek nû di her serdemê de bi şêweyên cûda bi pêşeng û qehremanên xwe ve heman car şîn bûye. Ji rêveberiyê bigre heya serhil danan, ji serhildanan bigre heya hûner û wêje, heta roja me ya îro di ax û warê Kurdistanê de şopên wan heye. Em ê hewl bidin di serdemên cûda de jinên Kurd bidin nasîn .

JIN’ÊN KU DI SERHILDANAN DE CIH GIRTINE RINDÊXAN ;

Piştî Serhildana Şêx Seyîd, gelê Kurd bi destê dew letê bi komkujiyan tê tepisandin. Di nav vê serhildanê de Mola Eliyê Ûnis di sala 1926 li hember kemalîstan serî hildidin. Ev serhildan weke ‘‘Serhildana Sason’ tê binavkirin. Ev serî hildan heya sala 1934 jî didome. Di nav vê şerê de li dijî hêzên qirker, jin û mêr bihev re di nav şer de cih digrin. Yek ji wan jinên şerker jî kesek kû bi qehremantî û xweşikûyîna xwe tê nasîn ‘‘Rindêxan’’ e. Rindêxan, ji destpêkê heya dawiya şer di cepheyê herî pêş de pêşengtî dike. Di nav pevçûnê de Rindêxan birîndar dibe û dikeve destê dijmin. Fermandarê artêşa Dewleta Tirk dixwaze li hember Rindêxan destdirêjî bike. Dema kû dixwaze destdirêjî bike Rindêxan derdikeve Pira Malabadî û xwe berdide Çemê Êlih ê. Rindêxan di dîroka jin de li dijî dijmin û îxanetê bû sembola berxwedan, cihê kû weke esîr bikeve destê dijmin li beramberê teslî miyetê xeta fedayîbûnê hilbijart. Hem laşê xwe hem jî rihê xwe yê azad bi seknekî têkoşer heya nefe sa xwe ya dawî ji bo nirxên civakê xwe da, teslîmê hêzên deshilatdar nekir. Rindêxan şûn de xeta jina Kurd ya berxwedêr; ji jinên Kelha Dimdim’ê bigre heya Şehid Berîtan’an xwe domand.

ZERÎFE ;

Zerîfe û Elîşêr li gundê Azgêr ya Îmranliyê sala 1882 ji dayîk dibin. Her dû jî li Sêwas’ê perwerda xwe di bînin û di temenekî ciwan de dizewicin. Di zewaca Zerîfe û Elîşêr de niqaşên polîtîk û birdozîk her tim pêşdetir bûye. Di nav van nîqaşan de li hember pir sgirekên civakê xwe berpirsyar dibînin û ser tekoşî nekî hevpar lêhûrbûn dikin. Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de jî dikevin tevgerê. Bi Ermeniyên li Rusya re tekilî ava dikin. Li Dêrsim, Meletî, Sêwas bi awayeke aktîf xebat dimeşînin. Sala 1919’an de tevlî xebatên Cemiyeta Tealî ya Kurd dibin û di Serhildana Koçgirî de di asta fermandartî de cih digrin. Di sala 1937’an de şehîd dikevin. Şert û mercên herî zehmet ya şer de bi taybetmendiyên xwe yên polîtîk di warê leşkerî de jî, di warê rêvebirina civakê de jî pêşengtî kiriye. Zerîfe, di tekiliya xwe ya zewacê de jî sekna xwe ya jin parastiye. Ji têkiliyekî klasîk wêdetir vê têkiliyê wek ‘‘hevaltî’’ binav kiriye û ser esasê hevji yana azad hemû hest û hêza xwe xistiye bin xizmeta tekoşîna netewî a Kurdistanê. Zerîfe weke jinekî kû hemû zîncîrên kû jin dibe ber bi koletiyê qetandiye û bi meşekî bi heybet ber bi jina azad a Kurd ve me şiyaye.

XATÛNŞEHNAZ ;

Hevjîna Begê Erdelanê Helo Xan e. Begê Erdelanê Helo Xan ji bo parastina Erdelan, bi Farisan re ke tiye nava şer. Xatûn Şehnaz, dema Helo Xan dişîne cihê şer wiha dibêje; ‘‘Ez naxwazim xwîna te bikeve ser axê, lê ger tû dê bizanibî ku axa me wê bikeve destê dijmin, wê demê mirin ya herî xweş û pîroz e.’’ Dema ku şer dijwar dibe ji bo alîkariyê bike, Xatûn Şehnaz ji hemû jinên Erdelanê re bangawaziya tevlîbûna şer dike û wiha dibêje; ‘‘Hemû jinên ciwan bila cilê zilaman lixwe bikin û werin cihê şer. Yên ku dixwazin dîl bikevin destê Îraniyan jî bila malên xwe de bimînin. Li ser bangawaziya wê, 500 jinên Kurd bi hesp û şûrên xwe ve tevlî şer dibin. 3 roj şerekê dijwar tê jiyan kirin. Jinên Kurd di ferman dartiya Xatûn Şehnaz de tekoşîn dikin û di şer de serdikevin. Bi vê awayî Xatûn Şehnaz weke yekemîn Jina Kurd a fermandar bi nav û deng dibe.

JIN’ ÊN KURD KU DI HÛNER Û WÊJE DE PEŞENGTÎ KIRINE

MAH ŞEREF XANIMA KURDISTANÎ;

Jineke Erdelanî ye û li bajarê Sinê sala 1804’an de ji dayîk dibe. Di sedsala 19’mîn de jiyan dike. Nivîskar û helbestvaneke navdar e. Bi raman û xweşikbûna xwe li ser hemdemên xwe û cîhana wejeya Îranê bandoreke pir mezin dike. Dîwaneke helbestan ya ji 20 hezar beytan pêk tê dinivîsîne. Gelek pirtûk û go taran nivîsandiye. Pirtûka wê ya herî navdar ‘Dîroka Kurdistan’ e. Di vê pirtuka xwe de ji bo ciwanên Kurd dibêje; ‘‘Keç û xortên Kurd, binivîsînin. Destpêkê hîs bikin û piştre binivîsînin. Bila her tişt ji sibê re bimî ne. Dagirkerî, talan û şerê desthilatdarî binivîsînin. Yek jî, ruxmê van hemûyan qehremantî û evînên tên jiyan kirin binivisînin.’’

Dİ WARÊ SİYASÎ DE JIN’ÊN KURD ÊN PÊŞENG

DEYFÊXATÛN ;

Xwarziya Selahattin Eyûbî ye. Li gorî agahiyên heyî di Kelha Helebê de ji dayik dibe. Di 25 saliya xwe de bi kurê xanedana Eyûbî, Elmelîk Ezahê re dizewice. Dema hevserê wê di erka rêveberiyê de ye, wefat dike. Jiber ku kurê wê biçûk e, ew bi xwe tê ser erka rêveberî. Di pêvajoya reveberiyê de tifaqî bi rêvebe riya Kurdistan’ê re li dijî êrişa Moxol û Xaçperestan dike. Dema ku Moxol dixwazin erişê Kelha Heleb’ê bikin Deyfê Xatûn bang li gelê xwe dike û bi artêşa xwe ve têkoşînek bêhempa dimeşîne. Di vê şerê de serdikeve. Her çiqas weke jinekê ku zehmetiyan ji yan kiribe jî Deyfê Xatûn bi kiryarên xwe ve di nav civakê de xwe daye qebûl kirin û weke otorîteyekî xwezayî bi gel re bûye yek. Di dema rêveberiya xwe de ne tenê milê têkiliyên siyasî, di warê zanist û alî kariya civakê de jî jinekê binav û deng e.

QEDÊMXÊR;

Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Loristanê, di cihê bi rayê xwe de di rêveberiya dewletê de cih girtiye. Li hember Şahê Îran’ê tekoşîna azadiyê de di artêş de pêşengtî kiriye. Berxwedanek pir mezin meşandine lê Şahê Îran’ê alîkariyê Omer Şîkak ji hundir girtiye û şûnde erişê Qedem Xêr kiriye. Her çiqas demekê dirêj berxwe bide jî esîr dikeve destê dijmin. Sê sal zîndanê de dimîne û bi nexweşiyê wefat dike.

 

Axin Mahir Dicle

Related Articles

Close