Giştî
HEBÛN, TENÊ Û TENÊ WÊ BI RÊBERTIYA AZAD RE PÊK WERE!

Hevpeyvîn: Ronahî Ararat✍️
HEBÛN, TENÊ Û TENÊ WÊ BI RÊBERTIYA AZAD RE PÊK WERE!
Xwendewanên Hêja; Di vê hejmarê kovarê me de me bi Endama Koordînasyona Komalên Ciwan; Ronahî Ararat re di der heqê Komploya Navnetewî û di Pêvajoya Aştî û Ci vaka Demokratîk de rêbazên tekoşîna ciwanan ya li hember komployê axivî. Em nirxandinên Ronahî Ararat pêşkeşî we dikin.
-Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê 28 sal pey xwe dihêle. Komplo îro di çi astê de hatiye şikandin? Te koşîna 28 salî ya hember komployê hatiye dayîn û îro bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hûn Komp loya Navnetewî çawa dinirxînin?
Beriya 28 salan di 9’ê Cotmeha 1998’an de Komploya Navnetewî bi pêşengtiya gelek hêzan xwestin bixin dewrê. Di dawiya sedsala 20. de li baramber îradeya azad ya gelê Kurd di asta cîhanê de Komploya Nav netewî dihat amadekirin. Di rastiya Komploya Navne tewî de du lingên esasî derdikevin pêş. Ya yekemîn di şexsê Reber Apo de li Rojhilata Navîn têkoşîna sosyalîzma ku pêş dikeve ji bo gelên heremê û mirova hiyê ronahiya hêviya nû pêşkêş dike, asteng kirin bû. Hêzên hegemon jiyana komînalîst ji bo xwe wek xe teriyeke mezin didît. Ya duyemîn jî piştî hilweşandina Sosyalîzma Pêkhatî, valatiyên ku derketiye ji bo tije kirin û hegemonya kurevî bi bandor bibe dixwestin sermaya kurevî û siyaseta wê serwer bikin. Hêzên hegemon ji ber sermaya kurewî, tiştên asteng xwes tin ji holê rakin. Armanca esasî ya komplo bi derke tina Rêber Apo re ji Suriye ve mudaxele kirina Rojhi lata Navîn bû. Plan û hesabên hêzên hegemon li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê hebûn. Komploya Nav netewî di armanc de li dijî projeya demokratîkbûna Rojhilata Navîn êrîşeke. Hêzên navnetewî û Tirkiye, pêşketina demokrasiyê ji bo berjewendiyên xwe xe ter dîtibûn. Dewleta Tirk, ji bo ku Kurd ji demokratîk bûnê feyde nebînin li dijî demokratîkbûnê ye, ne tenê li Tirkiyê li hemû Rojhilata Navîn li dijî demokratîk bûnê ye. Di vê mijarê de wekî hêzên navnetewî nêzîkî rewşê dibe. Tirkiye, ji ber ku wê Kurd qezenc bikin ji demokratîkbûnê tirsiya. Ji ber vê li demokratîk bûnê ji bo xwe xeter dît. Yanî ji bo Tirkiyê dijbertiya Kurd û demokrasiyê heman tişt e. Li pêşiya pêkanî na van hesaban, Rêber Apo astengiya herî mezin bû. Daxwaz ew bû ku Rêber Apo ji holê rakin. Ji bo vê di derxistina Rêbertî ya ji Sûriyê de rola esasî, ya hêzên NATO bû. Bi plansaziyekî berfireh gelek dewlet tevlî komployê kirin. Her wiha Kurdên hevkar dîsa rola xwe ya ‘judenratbûnê’ lîstin û di vê kompleyê de cîh girtin.
Bersiva Rêber APO ya ji vê komployê re hemû plan saziyên wan vala derxist: LI BER KENDALÊ BIBASK BÛYÎN. Rêber APO çawa ku gelekî li ber mirinê jinû ve vejand, tevger û serhildanekî ku li ber kendalê ye û kêm maye jê bikeve jî bibask kir û bilindtir, bi heybetir firiya. Berxwedana Îmraliyê, berxwedana mirovahiyê ya li hemberî xirabiyê ye, berxwedana bindestan ya li hemberî zaliman e, berxwedana hê viyê ya li hemberî reşahiyê ye û berxwedana jiyanê ya li hemberî mirinê ye. Di şexsê Rêberti de milyonan berxwe da. Ya rastî, li giravekê li girtîgeha yek kesî daxwaz ew bû ku di şexsê Rêbertî de mehkûm bikin ev kurdîtiya azad e. Li Îmraliyê bi salane, polîtîkayên rojane têne bicihanîn, sîstematîk in. Eger em van polîtîkayan tenê weke polîtîkayên li girtîgehên Tir kiye bibînin, ev yekê rê li ber xwe xapandinên girîng veke. Di heman demê de ev yek wê bi xwe re hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Tirkan polîtîkayên tiştekî çareser nakin bi afirîne.
Dewlet û saziyên ku xwe weke nûnerên demokrasiyê binav dikirin jî bûn parçeyekî vê komployê. Tu zagonên huquqî û mirovî li Îmraliyê ne derbasdar e. Di 28 salan de di nava rastiyekî bi vî awayî de di tenêtiyekî mezin de Rebertî gelekî ku dîroka wê, erdnîgariya wê, nasname û hebûna we dihate înkar kirin, bi îrade û bi hebûn kir. Ji bo ku em bibin ci vak, Rêbertiya me 28 sal berxwedaneke bê emsal da meşandin. Dema ku bi qasî serê derziyê jî heviya kesekî nema bû, dijmin bi serkeftina xwe serxweş bibû, Rêber APO civakek bi paradîgma xwe dikir xwedî zanebûn, xwedî hebûn, xwedî îdeolojî, xwedî ax û nasname. Manîfestoya Civaka Demokratîk bû navê jiyana nû ya ku ji navenda Kurdistan û hemû welatan bi qafîleyan jin, ciwan û azadîxwaz ber bi avakirina wê paradîgmayê ve bi eşq baz didin.
Rêber Apo, tevahiya pêvajoyên tekoşînê, rê û rê bazên ku ji bo rêgez û armancan herî rast û herî zêde xizmet dike xistine dewrê. Nexwe di 53 salên borî de Tevgera me, ruxmî hemû êrîşan jî ne tenê Kurdistan û Rojhilata Navîn, tevahî cîhan jî bandor kiriye. Rêber Apo, ti caran neketiye nava nêzîkatî û tarzekî ku tekoşînê paşde bikişîne. Her tim ji bo ku tekoşînê nava xetimîn, astengiyan derxîne û pêşde bibe, nava hewldaneke birdozî, teorîk, rêxistinî û çalakiyê de bûye. Xwestiye vê xetê serwer bike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya 27’ê Sibatê temamî vê armancê îfade dike. Heke baş were venêrîn, wê were dîtin ku heke ev bang çalak bibe, wê bi gelê Kurd, gelên Tirkiyê û tevahî gelên Rojhilatanavîn mezin bide qezenç kirin. Rêber Apo di bin navê Manîfesto ya Aşitî û Civaka Demokratîk, çareseriya pirsgirêka Kurd pir eşkere û zelal destnîşan dike. Rêber Apo di dema ku hemu kes ji nasnamebuyina Kurd direviya disa dixwestin rastiya qirkirina çandî ya li ser Kur dan înkar bikin û berjewendiyên hegemonya kapî talîst a Rojava weke dused salên dawiyê dewam bike tekoşîneke bê hempa da meşandin. Lîstoka mezin a neo-lîberal a hegemonya kapîtalîst a global di serîde li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn û li ser te vahiya gelên dinyayê hewl dide bilîze jî deşîfre kir û rûpoşa wê ji rûyê wê anî xwarê.
-Demê ku herkes ji Kurdbûnê, ji nasnameya Kurd direviya, Rêber Apo vê xiste rojeva cîhanê. Înkar, îm haya Kurd, dagirkerî û parçekirina li ser Kurdistanê deşîfre kir. Yek ji sebebê Komploya Navnetewî jî ev bû. Gelo îro hîna jî ji kurdbûnê rev heye? Ciwanên Kurdistanê çiqas weke Kurd jiyan dikin, xwedî li vê nasnameyê derdikevin?
Rêber Apo xwedî taybeymendiyên gelekê dewle mend û çêker e. Lê yek ji wan taybetmendiya wê ku her ew bixwe jî balê dikşîne li ser vê, gotina vê ya ‘’ Ez ne dixapînim, ne jî têm xapandin’’ e. Ew taybetmen diya Rêber Apo ku xwedî li rastiyên dîrokî derdikeve û xwe naxapîne, tim û tim dikeve pey heqîqetê; Kurd bûn ji kendala mirinê ber bi azadiyê ve bi bask kir. Di esasê xwe de yek ji armanca bingehîn a komployê ji bo tinekirina ew lêgera heqîqetê bû. Ji ber ku ew lê ger ne tenê girêdayî netewek, ew netew ku di rastiya xwe de rastiya mirovahiyê xwedî dikir û diveşart bû. Rêber Apo vê tiştê dît û ket pey vê û mîlyonan jî bi xwe re kişand. Di vê warê de Kurdbû
na ku her veşartî û ser esasê tine hesibandinê dihat hiştin, bi xebat û têkoşîna Rêber Apo xuya bû, hebû na xwe pêhesiya, wate li xwe barkir û axa mirî ya ku li ser xwe avêt û zindî bû. Bêguman di vê warê de xwedî li vê rastiyê derketin xwedî li nasnameya xwe ya Kurdbûnê derketin, weke ciwanên Kurdistanê ji bo me erkekê hebûnî ye. Lê wek we jî pirskir di vê aliyê de kêmasiyên cidî û nebesiyên kûr di aliyê ciwanan de tên jiyankirin hene. Bi têkoşîna Tevgera Azadiyê û rêxistinbûna ciwanan ve, xwedî derketina nasname astekê girîng de pêşketibe jî nexasim beramberî polîtîkayên qir kirinê û bişaftinê xwedî li Kurdbûn derketin û li gor peywirên wê jiyankirin asta ku tevahiya wan polîtîkayan vala derxîne û beralî bike de dernakeve holê. Mînak li Bakurê Kurdistanê li kolan, tax, gund û ba jarên zêdebûna bikar anîna maddeyên hişbir, xistina jin û ciwanan di warê exlaqî de, belavbûna çetegerî û mafyatî, destdirêjiya li ser jin û zarokan bêguman ne tenê polîtîkayekê şerê taybet e. Hedef ciwanên Kurd e û armanc valakirina naveroka nasnameya Kurd e. Heger ku di warên me de bi vê awayê ev polîtîka xwe berbelav dikin, em dikarin bêjin ku ji nasnameya Kurd rev heye ku ciwan berê xwe didin van xapîne riyên pergalê. Bi rêxistinbûna ciwanên Kurdistanê û çalakbûna wê ve hewldanên derbaskirina wan heta astekê heye, lê tenê hin çalakiyan, daxuyaniyan, ve kirinên saziyên ziman û çandî ve em bifikirin ku emê xwedî li Kurdbûnê derbikevin û jiyan bikin, ew ê fêh mkirinekê yek alî be. Wan tevan jî kirin gelekî girînge û binirxe lê wateya bi giştî a Kurdbûn nade.
Wek nasnameya Kurd jiyan kirin beşekê wê yê binirx bê guman ziman e, ax e, cil û berg e lê ew jî bi giştî di pênasekirina Kurdbûnê de tarîfeke nîvço dimîne. Ji ber ku Kurdbûn wateya civakbûn, komînalbûn û parastina nirxên exlaqî û polîtîk yên dîrokî ne. Tişta ku Rêber Apo jî wek Aqlê Kurd pênasekir, pêşxis tina ev aqilê komînal û zidîkirina civakbûyîn e. Ew jî bi kurahî xwendin û fêhmkirina dîroka mirovahîyê û bi taybetî dîroka Kurdistanê ve gengaze. Xwe ji pirsgirêkên civakî berpirsyar dîtin û bi komûnbûn çareserkirin ve gengaze. Di vê wateyê de wek Kurd jiyankirin, dibe komînal jiyankirin. Lê wek ciwan bandora ji ber bandora modernîteya kapîtalîst ji ci vakbûn dûrxistin, ketina pey fikarên jiyana xwe ya şexsî, maddî fikrandin beranberî wek Kurd jiyankirin astengiya herî mezin e.
Lê Kurdbûn wekî eynikekê ye, tenê yek tişt tê de xuya nake, di vê aliyên din jî were dîtin ku ciwantiya ku 53 salan bi dîroka têkoşînê ve mezin buye heye. Wêre kiya ku pirsa ‘‘Ez kî me’’ kiriye heye û bersiva xwe ya ‘‘Ez Kurd im’’ jî bi têkoşîn, bi hewildan, bi xwîn, bi berwedan û berdêlên giranbiha ve wergirtiye heye. Kurdbûna ku di pençên hebûn û tinebûnê de mabû dema ku xwe ji xweliyên xwe vejand, çîruskên herî biriqandî ya vê jî ciwan bûn. Ew aliyê rastiya dîro ka ciwanên Kurd jî divê were dîtin. Gelek nirxên ku di vê nasnamê de hatiye qezenckirin heye. Ji ber ku roja me ya îro de bersiva vê pirsê girtin, navê Kurd anîna ser ziman, wek hebûn pênase kirin û derfetên jiyanîkirina vê bidest xistin jî wisa bi hêsanî çênebûye. Zanebûn û hebûna ku bi têkoşînekê mezin hatiye qezençkirin, bê guman ciwanên Kurd rolekê sereke lîstin û ji vê rastiyê re bûn pêşeng. Lê wek Rêber Apo jî pênase kir hebûn hat îspatkirin lê niha dora azadiyê ye.
-Di vê pêvajoyê de hember Komploya Navnetewî tekoşîna me divê bi kîjan tarzê bibe? Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tarzê tekoşînê ya ciwanan divê çi bibe, çi dikarin bikin?
Pir caran heta her carê em wekî slogan dibêjin ‘‘Bê Serok Jiyan Nabe’’. Lê em di kûrahî de ne di ferqê de ne ku ev rastiyekî çawa îfade dike. Rêber Apo bi qasî ku me bi nefes bike, bê nefes hat hiştin. Bi qasî me bide jiyan kirin, jiyan lê hat teng kirin. Her tiştê ku girtiye ber çavê xwe em dibînin ku ji bo me, ji bo azadiya me ye. Ji bo em wek ciwan bikaribin jiyana azad jiyan bikin. Ji ber wê eger emê behsa Rêber Apo bikin, hezkirin û girêdanbûna xwe bînin ziman û nîşan bidin ev tê wateya girêdanbûna bêdawî ya bi kesayet û jiyana azad re. Wê demê divê em her tim rewşekî xwe înşakirinê de bin. Jiyan û civaka xwe înşa bikin, em hemû tiştî ji bo jiyanekî bedew bikin. Ji ber em bala xwe bidinê Rêber Apo ev tekoşîna ku mîna maratonekî bênefes dide meşandin, hemû ji bo bersiveke rast bide jiyanê ye. Ji bo vê em jî pêwîs te têkevin ferqa pêwîstî û acîliyeta pirsa ‘‘çawa bijî’’. Ji ber em tam di dema ku bikaribin hemû jiyana ku ji me re bi destê hinekî din tê xêz kirin red bikin û qederê ji holê rakin de ne. Pêwîste emê çi qebûl bi kin û înşa bikin bigerin. Bêgûman em nikarin bi giştî bersivekî bê kêmasî bidin. Ji ber bersiva me, wê asta têkoşîn, fedakarî, bedel, afrînertî diyar bike. Bi Aqlê Kurd ê ku Rêber Apo afirandiye ketiye hundirê qo nexeke herî nêzîkê azadiyê. 28 sale di serî de Rêber Apo, Tevgera Azadiyê, Gelê Kurd, dostên wê li hember komploya navnetewî berxwedanek mezin nîşan dide, berdêlên mezin da û gelek destkeftî jî derketine holê. Bi taybet bi ban gawaziya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ve komplo vala hate derxistin. Di pêşketina komplo de rola dostani ya sexte û rêhevaltiya kêm derbas kirin bi komînalî teya demokratîk di her qadê de belav kirin, rêxistin kirin ve em dikarin bingeha Komploya Navnetewî vala derbixînin.
Li beramberê Komploya Navnetewî gelên cîhanê, hêzên demokratîk û sosyalîst, jin û ciwan ji bo aza diya fîzîkî ya Rêber Apo wek armanca azadiya ger dûnê di nava têkoşînekê de ye. Ev têkoşîn encamên gelek mezin bi xwe re aniye. Bêguman Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re wê serkeftî bibe. Li beramberê komplo wek ciwan, têkoşineke bê eman lazim e. Ji bo çareseriya neteva demokratîk di pêşengtiya Rêber Apo de êrişên komp lo vala hatin derxistin. Divê em wek ciwan ji îro dest pê bikin, hewl bidin û bixebitin. Bersiva herî bi wate ya ji Komploya Navneteweyî re bê dayîn veguherîna demokratîk û avakirina civakî ye. Di asta civakî de xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin her roj wek pêşketineke mezin wê were pêşwazî kirin. Ji bo vê pêwîstî bi rêxistiniyê heye, erk û berpirs yariya vê demê de ku têkoşîna li dijî komploya nav neteweyî bi vî rengî bê pêşwazikirinê ve em dikarin “Bi Rêbertiya Azad ber bi civaka azad bimeşin. Rêya demokratîk û jiyana azad di azadiya fîzîkî ya Rêbertî re derbas dibe. Rêbertî 28 sal di nava pergala Îm ralî de li beramberî zexta tecrîd, îşkence û jenosîdê bersivên herî xurt daye. Serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê demokratîk kirina Rojhilata navîn bixwe re bîne. Ji bo vê jî weke ciwan erk û berpirsyartiya me, xwedî derketina pêvajoyê, hevpar têkoşîn dayîna meşandin e. Di vê bingehê de tekoşîn li her derê mezin kirin karê me yê sereke ye. Piştî bangawaziya Rêber Apo êdî dijmin fêhm kir ku Kurd û Rêbertiya wê di Rojhilata Navîn de hêzeke ku dest jê nayê berdan e.
Rêber Apo bi banga xwe ya dîrokî ‘‘Aştî û Civaka De mokratîk’’ ve pêvajoya bi hebûnbûyîn ya gelê Kurd biserxist. Rêbertiya me bi aqilekî û hafizeyekî ger dûnî, bi pênûs û pêlan ve çêkir. Ev aqilê ku weke Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk hate pênase kirin, bû navê jiyana nû ya ku ji navenda Kurdistan û hemû welatan bi qafîleyan jin, ciwan û azadîxwaz ber bi avakirina wê paradîgmayê ve bi eşq baz didin. Bi taybet ji wan welatên ku Rêber Apo weke ‘‘kesê nayê xwestin’’ îlan kiribûn, bû bi hezaran, bi milyo nan. Rêber Apo wekê Rêbertiya Azadiyê dibînin û ji bo ku xwe azad bikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn dikin. Ev hêza mezin dibe perspektîfa ku hewldide xençerê ji pişta mirovahiyê derxe û anî ber derxistinê. Pêvajo û dema hebûn azadkirinê da destpê kirin. Ev hebûn jî tenê û tenê wê bi Rêbertiya Azad re pêk were. Bi vê awayî ew xençer wê têkeve zibaleya dîrokê û WÊ AZADÎ BISERKEVE! Ji bo wê em jî pêwîste ji her demê zêdetir di nava fêhmkirin û çalakiyeke mezin de bin.
Ronahî Ararat




