DaxuyanîGiştîŞehîd

Em ê şopdarên pratîka şoreşgerî ya Mazlûm, Xemgîn û Reşît bin

Ji bo Gelê me ye Welatparêz, Ciwanên Kurdistanê, Çapemenî û Rayagîştî Re

Li Botanê ku şahidiyê yek ji berxwedana herî bi heybet a Bakurê Kurdistanê dike, hevalên me Mazlûm Kobanê, Xemgîn Roj û Reşît Serdar ên bi ruhê Serî Hilde tevlî berxwedanê bûn, van rojên dawî şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên eşhîd, em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz û hevrêyên wan dixwazin.

Di demekê de ku şer sor bû û faşîzm ji tirsa tinebûnê bi rengekî hovane êrîş dike, hevrêyên me Mazlûm Kobanê, Xemgîn Roj û Reşît Serdar ên bi fermandariya hevrê Atakan Mahîr, Cûdî Amed, Ronî Mûnzûr û Jînda Ezgî şer kirin, bi pêşengiya Fermandarê Ciwanan Baran Mawa bûn xeta jiyanê ya ciwanên Kurdistanê, di vê demê de heta fîşeka dawî li djiî mêtingeriyê bi ruhê Serî Hilde şer kirin. Tirs berdan dilê dijmin. Û navê xwe li rûpelên zêrîn ên berxwedana azadiyê nivîsandin.

Em ê şopdarên pratîka ciwanên şoreşger bin ku di şexsê hevalên Mazlûm, Xemgîn û Reşît de şênber bû. Em soza xwe dubare dikin ku em ê çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê têk bibin, di nava xwîna ku wan li Kurdistanê rijandine hesab bipirsin û tola wan hilînin. Em careke din ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Related Articles

Leave a Reply

Check Also

Close
Close