GiştîŞehîdBîranînên ŞehîdanVideo

Ji Bo Bîranina Şehîd Çiya Rizgar

“Heke têkoşîna me ya azadiyê ku bi salane bênavber didome, îro ji bo hemû gelan bûbe çavkaniya hêvî û berxwedanê, ev herî zêde bi saya felsefeya Rêbertiya me afirandiya û bi xeta berxwedanê ya şehîdên me yên qehreman avakiriye ye. Ked, berdel û berxwedana wan ya destanî vê têkoşînê malî cîhanê kiriye; nîşanî me daye ku azadî ne tene xeyaleke, heqîqeteke ku dikare werê jiyîn.

Wek Rêber Apo diyar kiriye, li ser vê xakê berxwedan bûye çandek. Ev çand bi bawerî û biryardariya di refên gerîla de bi têşe bûye re, di pêşengtiya jin û ciwanan de pêk hatiye. Nirxên ku bi têkoşîna nêzî nîv sedsalekî hatiye avakirin, bûye mîrateyek mezin ji bo tevgera ciwanên Apoyî. Ev mîrate, bingeha girêdana me ya bi şehîdan re û soza me ya li ser xeta wan de xurttir meşînê ye.

Yek ji mînakên herî xurt ya vê xeta fedaî jî Şehîd Çiya Rizgar e. Hevrê Arjen Yavuz, bi nasnav Çiya Rizgar ê ku di sala 1992’an de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye; ji zaroktiya xwe ve bûye şahidê koçber kirin, qedexe û asîmîlasyonên li Kurdistanê li ser gel tê jiyan kirin. Ev qûtbûna mecbûrî di wî de rê li ber hêrseke mezin vekiriye û lêgerîna wî ya heqîqetê mezin kiriye. Hevrê Çiya di emrê xwe yî ciwan de li bersiva pirsa “Çawa bijîn?” geriyaye û bersiva vî pirsî di vegera nasnameya xwe ya cewherî û tevlêbûna têkoşîna azadiyê de dîtiye.

Di salên xwe yê zanîngehê de bi tevlêbûna xwe ya xebatên ciwanan re lêgerînên wî yê azadiyê kurtir bûye, wateya jiyanê bi şoreşê re yek bûye. Dema ji Îzmîrê berê xwe daye çiyayan, cara ewil têgihiştiye raza bi nasnameya xwe re jiyînê û ji ber vê yekê nave “Çiya” hilgirtiye. Ev nav, hem yekbûna wî ya bi kokên xwe re hem jî jiyana azad ku li çiyayan dibişkivê temsîl kiriye.

Şehîd Çiya ku di sala 2013’an bi aweyekî profesyonel wek şoreşgerek tevlî nav refên azadiyê bûye, di demekî kin de hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistinkirina ciwanan re rista pêşengtiyê hilgirtiye. Di berxwedanên xwe rêveberiyê de taybet li Nisebînê, bi sekna xwe ya bibiryar re bûye fermandarek ku ji gelê xwe re bûye hêvî. Tim bi gotina “Berxwedan Jiyane” re hêz daye hevalên xwe û bi jiyana xwe re jî bûye îfadeya herî rast ya vê gotinê.

Kesayeta Şehîd Çiya, wek sembola hevaltiya rast di bîra mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Kesayeta wî ya fedakar, mutewazî, bibiryar û bi coş; ji bo kesên wî nas kirine bûye mînakek ku rê nîşan dide. Di têkiliyên xwe yê bi jinan re ji xwe re kûr kirina hevaltiyê esas girtiye; bi gotina “kêliyek jî be, gereke bêyî têkoşînê derbas nebe”, wateya têkoşînê her kêlî jiyan kiriye. Di bin her şertî de bi enerjiya xwe yê pozîtîf moral daye derdora xwe. Nasnameyeke mîlîtanê Apoyî ya yekbûna bi felsefeya Rêbertî re ji xwe re kiriye navenda jiyanê afirandiye.

Dema tevlî şoreşa Rojava jî bûye ciwanan bi rêxistin kiriye, gel gihandiya felsefeya Rêbertî, rexmî nexweşiya xwe jî ti carî gav bi paş de neavetiye.

Hevrê Çiya ku heya henesa xwe ya dawî jî berxweda, bi jiyana xwe re ji gel û ciwanan re bû yek ji mînakên herî xweş yê meşa rêya azadiyê pêwîste çawa be.

Gotina Şehîd Çiya ya “Yê ku me dimeşîne Rêbertî ye û yê dikeve ser milê me jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye” kurteye jiyana wî û wesiyeta wî ya ji bo têkoşînê bû. Hevrê Çiya Rizgar, hemû gavên xwe bi vê baweriyê avêtiye, hemû henasêyên xwe ji bo vê armancê daye. Girêdana bi bîranîna wî jî di vê gotinê de veşartiye.

Îro tiştê dikeve ser milê gel û ciwanên Kurd jî; ji jiyana wî fêr bûyîn, mutevazîbûna wî, rihê wî yê berxwedêr û fedakariya wî ji xwe kirina rêbere. Lewre xwedî derketina reya şehîdan, tenê bîranîna wan dane jiyandin nîne, di heman demî de xewn û xeyalên wan pêk anîn e.

Şehîd Çiya Rizgar, bi navê xwe wek çiyakî bilind, bi têkoşîna xwe wek çemekî herikbar, bi mîrateya xwe wek sterkek ku rêya me ronî dike, di dil û têkoşîna gelan û ciwanan de dê her tim bijî.”

Related Articles

Close