GiştîŞehîd

Fermandarê Mezin Ş. Baran Mawa Ş. Şervan Serhed vedibêje

Ş. Baran Mawa

Di pêvajoyên qad girtinê de bi qasî ku êrîşê tu cihên din enkiribûn êrîşê Şirnexêkirin. Hîn dima kolandina xendekende êrîşê dikirin. Hîn di dema destpêka girtina taxande êrîş dikirin. Birîndarî çêbûn, şehadet çêbûn. Şehîd Şervan di wî pêvajoyêde şehîd ket. Ango hîn di dema destpêka tax girtinan de êrîş dikirin. Ji gel hinekan piştgirî dida hinek ji wan jî li hember derdiketin. Ango Şirnex qadeke zehmet bû. Çi hewildanên û têkoşîna hevalên li wêderê, çi ji bi tevlêbûna gelê welatparêz yên wêderê di Şirnexêde qad hate girtin. Şehîd Şervan wê demê şehîd ket. Hîn beriya ku dorpêç destpê bike. Şehîd şervan di sala 2014 an de di Akademiya şehîd Elî Çîçekde bû. Lİ Stenbolê tevlêbû. Ciwanekî karkerbû, xebatkar bû. Pir zêde dibistan nexwendîbû, ji aliyê teorîkde pir zêde ne xwedî zanebûnbû, pirtûk zêde nexwendibû. Piştî dewreyê bi demekî perwerdeyekî leşkerî dît. Piştî wî perwerdeyê pêvajo destpê kiribû, jiber ku hevalên l Şirnexê bi tenê bûn û êrîşê dijmin jî zêdebû wek teqwiye derbasê Şirnexê bû.

Piştî ku çû Şirnexê di nav demeke kin de bandora xwe da nîşandan. Dinav demeke pir kinde hêzeke mezin da qadê, enerjî û sînerjîyek da avakirin. Di qadê de hem çalakiyên ku pêşxist hem jî berfireh kirina qadê û taxan girtinêde demeke kin de berfirehbûyin da çêkirin. Jixwe piştî vî demekî kinde şehîd ket. Bi êrîşên dijmin yên liser taxêde şehîd ket. Min got ya ji nava ked û kar hatibû. Kedê pirbaş nasdikir. Dibe ku ji aliyê teorîk ve nedikarî xwe pir îfade bike; lê belê hevalekî ku pîroziya kedê baş dizanî bû. Xwe bi kedê îfade dikir. Xwe îfade kirina heval Şervan bi kedê, bi paratîkê bû. Di dersande pir zêde nediaxivî, tevlênedibû, pir zêde teoriya wî tinebû. Lêbelê jê bawer dikir ku ewê hertişt bi kedê were afirandin. Jiber vî yekê dema ku pratîk hebûya kêfxweş dibû. Jiber ku xwe di wirde baş îfade dikir. Hevalekî wisabû. Jiber vî yekê di kar û ked dayînêde hîç xwe nedida paş û bi hez kirin dikir. Vesaziya wî li Botanê çêbû. Botan sembola kedê ye, keleha kedê ye. Yên ku ked nedin, ne pratîk bin, di Botanê de nikarin xwe bigirin. Jiber vê yekê di Botanê însanên xwedî ked dikarin xwe bigirin. Heval Şervan di demeke kinde li Şirnexê ewqas baş xwe girt ku heya niha tu heval ewqas nekiribû. Ango wî ev bi çi kir? Vê bi çalakiyên xwe kir, bi cesareta xwe kir, bi pêşdebûyîna xwe kir. Vî bi fedakariya xwe kir. Bê metirsî bû. Jiber vê yekê bû qehreman.

Related Articles

Close