Giştî

Fermandar Baran Mawa Berxwedana Mezin vedibêje – 4

Baran Mawa

Bi dehan hevahên ku şehîd ketine hene. Bi dehan kes hene. Divê hemî werin vegotin. Divê hemî bibin malê civakê. Lêbelê ez hemîyan nasnakim. Lêbelê gelek ji wan nehatine vêderê, perwerde jî nedîtîne, lêbelê dinava wê berxwedanê de bi qehremanî cihê xwe girtine û hinek ji wan hinek hevalan yên ku sîcîlê wan dawî zelal nebûne, navê wan nayên zanîn. Di berxwedaniya Cizîrê de qehremanên bênav gelekin. Di vê pêvajoyêde bi rastîjî ew heval qehremanên ku xeta fadayîtiya PKK ê di roja îro de dan jiyankirin, kirine malê demê û malê civakê ewbûn. Bê guman van hevalan bi çend hevokan û gotinan îfadekirin ne mumkune. Heqê wî dayîn jî pir ne mumkune. Bi restî jî Cîzîr berxwedaniyeke ku pêwîste di dîrokê de her bê vegotin bibe malê dîrokê ye. Xwedî taybetmendiyeke ku jibo tevahiya gelên cîhanê bibe çavkaniya hêviyê. Di dîroka Kurdistanê carekedin berxwedaniyeke bi vê şeklê were jiyan kirin neyê jiyank,r,n baş nayê zanîn. Lêbelê bi rastî jî Cizîr wê bibe sembola azadiya Kurdistanê. Ev berxadî û ev mîrateya ku wan hiştiye teqez ewê bibe misogeriya serkeftinê. Geleke qehremanên bênav ku em nikarin navên wan rêz bikin, baş nasnakin, me hîç nedîtiye, resmekîwan jî nîne; ji bo ku em tu carî jibîr nekin, her tim di wê rêya ku wan diyar kiriye de bimeşin, ji bo me erkê herî esasî yê demê ye. Vî erkê bicîh anîn û layîqê wan bûyîn vî pêwîst dike. Ango Cizîrê vegotin wisa ne hêsan e. Cizîrê bi çend hevokan, bi çend nirxandin û şîroveyan vegotin ne mumkun e.

Tiştên ku di Cizîrêde hatin jiyan kirin di dîroka Kurdistanê de dişibe Qeleya Dim dimê. Ango Cizîr Qeleya Dim dimê a serdema nû ye. Di dîroka Kurdistanê de mînakên vî hene. Di Qeleye Dim dimê de jî jibo ku teslîm nebin herkes mirinê didi ber çavên xwe û tevahiya qeleyê hildiweşînin, hemî xwe şehîd dixin; lêbelê teslîm nabin. Cizîr dişibe Dim dimê û dijminê hember jî di esasê xwe de wek hev in. Herdû jî hêzên mêtînger in. Yek artêşa Îranê ye yan din jî artêşa tirk e. Yek mêtîngeriya Î renê ye ya din jî mêtîngeriya tirkiyê ye. Ji aliyê polîtîkayên ku li ser Kurdan dimeşînin ve du hêzêm mêtînegr yên dişibin hevdû ne. Bermahiyên du împaratoriyên ku ji destêka dîrokê ve liser parvekirina Kurdistanê şer dikin in. Yek bermahiya împaratiya Sasaniyan yê din jî yê împaratoriya Osmaniyan e. Împaratoriyên Osmanî û Sasaniyan bi salan li hember hevdu şer kirine û navenda vê şerê wan jî Kurdistane. Her liser parvekirina Kurdistanê, zêdetir liser Kurdistanê serwerbûnê û mêtîn kirinê şer kirin e. Dema ku kurdan êdî j bo xwe êdî dest bi şer kirin, her du jî li dijî Kurdan şer kirin. Di esasê xwe de du hêzên heya dawî dijî hevin. Lêbelê dema mijar dibin Kurd û serî radikin, herdu jî dibin yek û li dijî Kurdan şer dikin. Vaye karakterê mêtîn kirina Kurdistanê bi vê şeklê ye. Jiber vê yekê şoreşa Kurdistanê dinava van nakokiyan de mezin dibe. Di encama têkoşînek dijwar de pêş dikeve. Ne Qeleya Dim dimê bûya, dibe ku Kurd di dîrokê de hatibana wendakirin. Berxwedaniyeke ku berxwedana Kurdan sembolîze dike. Eger ne Cizîra serdeme nû bûya me di vê pêvajoyêde nikaribû hebûna xwe bidaya nîşandan. Eger di zizistanê de Cizîr berxwedan nedabaya nîşanda dibe ku rewşa me veguheriya rewşekî îrade şikestî, teslîmbûyî û bêbawer. Me nikaribû em Em yek gotinakê jî bikin. Ango eger em îro liser lingan e û dikarin gotinan bikin û ji vê dijminê re meydan bixwînin ev jî bi xêra berxwedaniya Cizîrê pêkhatiye. Eger Cizît teslîm bibûya, îradeya wî hatibaya şikandin wê îro ev dijmin hîn z^detir bi awayekî hovane êrîş bikira ya. Dibe ku me nikaribûya em niha livir rûnên jî. Eger em bi awayek xurt derketin biharê ev bi xêra berxwedaiya Cizîrê ye. Cizîr ji aliyê erênî û neyînî ve jî li ser Kurdistanê xwedî bandor e. Mîsyona xwe û êrkê xwe yên dîrokî bicîh anî ye. Tita layîqê xwe pêkaniye. Y ku layîqê Cizîrê berxwedan bû. Ya ku Cizîrê kir Cizîr berxwedanbû, berxwedaniyeke dîrokî bûû Cizîrê vê berxwedaniyê beriya 2015 an jî vê kiri ye, careke din bi tevahî cîhanê da ispatkirin.

Dijmin di Cizîrê de perçiqandin, qetlîam jî pêkanîne, Cizîe dinav xerabeyên xwe de jî hiştîbe ya ku di Cizîrê de derkete li holê berxwedanbû, li mîsyona xwe ya dîrokî xwedî derketinbû. Di dîrokê de bOtan her vê rolê lîstiye. Ji aliyê dîroka PKK êve jî cihê Botanê, Cihê Cizîrê pir girîng e. Botan, qada ku gerîlatî lê hatiye rûniştandin, gerrîla lê hatiye mezin kirin, têkoşîna gerîlla lê hatiye berdewamkirin e. Dîsa Botan qada ku pêngava 15 ê Tebaxê lê hatiye pêşxistin e. Jiber vê yekê hemleyên 24 ê Tîrmehê û 14 ê Kanûnê 15 ê Tebaxa roja îro ne. Ango 15 ê Tebaxê ya vê serdemê ye.

Belê rewşa şere û di şer de paşde vekişîn jî heye, di şerde windahiyên demkî jî çêdibin, lêbelê heya ku em berxwe didin ev tê wateya ku em têkneçûne. Eger em hînjî berxwe didin, şerekî xurt didin meşandin û têkoşîn dikin, ev bi xêra berxwedaniyên Cizîr , Sûr û tevahî qadên din e. Jiber ku dijmin di zivistanê de dixwest me biqedîn e. Lê rewşa ku em niha têdene di asteke ku artêşa dewleta tirk perçe bike û berbelav bikede ye. Di esasê xwe de m li pşrsa Kî binket, kî serket? bikin, bersiva vê pirsê dema ku li rewşa mêtîngeriya tirk bê mêze kirirn ewê pir baş bê dîtin. Artêşeke berbelav bûyî, dewletekî ku bawerî pê nemaye, saziyên ku ji hevdu bawer nakin, û pergaleke ku êdî naşixule heye. Ev rewşa têkçûyînê ye. Ev derûniya têkçûyînê ye. Erdogan demekî ğiştî BERXWEDANA Cşizîrê daxuyanîyekî wisa da’’ Got PKK têkçû’’ di esasê xwe de ev li xwe mikûrhatine. Mikûr hatina li hember PKK ê çûyînê ye. Mikûrhatina ‘’ Me nikarî em serbikevin, em çûn me qetlîam kir, û paşde vegeriyan. Ne me kesek teslîm girtin, ne me îradeya kesekî/ê şikan, ne jî me berxwedan şikand’’ e Jixwe karekterekî vê dewletê yê qetilkar heye. Ev ne qetlîama wî ya destpêkê ye nejî wê bibe ya dawiyê. Ango ji aliyê dewletê ve qetlîam pêkanîn en serkeftin e. Karekî ku her roj dike ye. Tişta ku dixwest bike îrade şikandin bû. Lêbelê di Cizîrê de ne şikestina îradeyê berovajî mezinbûna îradeyê hate jiyankirin. Belê îro di rewşa heyî de liser gel, liser ciwanan û hinek qadan heya astekî bandor kiribe jî, tirsek dabe avakirin jî; di vê rewşa heyî de di gelê Kurdistanê û ciwanan de bi qasî ku di tu demê de nebûye hêrsa li hember dijmin mezintir bûye. Bi qasî ku di tu demê de çênebûye îro ji dewletê qutbûn tê jiyankirin û li henber dewletê bêbawerî çêbûye. Jibo vê serdema nû rêxstin kirinê terzê serhikdana gel rêxistinkirinê wek derfet ji her demê zêdetir bûye. Ev daneyên heyî têrkerin. Bertek, hêrs û qutbûn. Evê me bibinserkeftinê. Wê me bibe terzê nû yê rêxistinkirina serhildanên gel. Bes bila pêşengtiyek rast were kirin.

Related Articles

Close